BDP'ê neyartiya 60 salan bi dawî kir
BDP'ê neyartiya 60 salan bi xwarina aştiyê bi dawî kir
Rêxistina BDP'ê ya Wanê neyartiya welatiyên gundê Şîvreşa Payîzava û gundê Bêrxwe yê Şaxa Wanê bi xwarina aştiyê bi dawî kir.
Xisûmeta di navbera welatiyên gundê Şîvreşa Payîzava û gundê Bêrxwe yê Şaxa Wanê ku ji ber zozan û zeviyên derketibû û 60 salin didome, bi xwarina aştiyê bi dawî bû. Rêxistina BDP’ê neyartiya 2 gundan a 60 salan bi xwarina aştiyê bi dawî kir. Li ser zeviyên zozanan merasîma aşîtiyê ku hate amadekirin. Di merasimê de Parlamenterê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Şêwirmendê Parlamanterê Wanê Kemal Aktaş Huseyîn Kuçukbalaban, rêveber û endamên BDP’ê yên bajêr, navçe û bajaroka Sixkê û şêniyên her du gundan amade bûn. Li zozanên Takûhê ku şêniyên her du gundan sala par jî pevçûn da nav wan de pêk hatibû, bi hewldanên BDP’ê li ser zevî şêniyê herdu gundan ku li hev ne dikirin hatin ba hev û destê wan dan hev aşîtî xistin nava wan. Piştî merasîma li hev anînê Parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer, diyar kir ku ji bo ew şêniyên her du gundan li hev bînin hatine ser zeviyê wan. Uçer, anî ziman ku ji bo kurdan dem dema rihê netewbûnê yê û wiha got: “Pêwîste em li ser bi hostek erd li hev nexin û dilê xwe ji hev nehêlin. Êdî dema şer û pevçûnê çûye. Êdî doza me dozek giran e. Kesê me anîn vê merhelê ciwanê kurdanin. Pêwîste beriya her tiştî em li têkoşîna wan xwedî derkevin.” Uçer, destnîşan kir ku kurd hemû birayê hevin û xwest tu carî da nava gundiyan tu xwîn rijandin û pevçûn pêk neyê. Uçer, dawî got ku tenê li ser wan erdan ew birê hevin û banga biratiyê li wan kir.
‘Ji birakujî û xwînrijiyê re bes e’
Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak jî li ser girîngiya aştiyê rawestiya û diyar kir ku ev pevçûn û ne li hevkirênên wisa beriya sed salan û dema eşîretên mezin de pêk di hat. Sadak, anî ziman ku ew naxwazin li ser erd û tiştên piçûk birakujî û xwînrijî çê bibe. Sadak, xwest birakujî bi dawi bibe û kurd bi ruhê netewbûnê tev bigerin.
Piştî axaftinan malbatên ku 60 salin ne lihevin bi xwarina aşîtiyê li hev hatin.
(bg/mae)