BDP'ê xebata 5 mehan a meclisê vegot
Koma BDP'ê ya xebata xwe ya 5 mehan a meclîsê aşkere kir. BDP'ê di 5 mehan de 2 gensorû dan û 527 pirsname dan
Koma BDP'ê ya xebata xwe ya 5 mehan a meclîsê aşkere kir. BDP'ê di 5 mehan de 2 gensorû dan û 527 pirsname dan. 56 teklîfê zagonê û 137'ê pêşniyarên lêkolînê dan. BDP'ê li Lijneya Giştî 390 defa mafê axaftinê kir û 78 caran daxuyanî da çapemeniyê.
Koma BDP'ê xebatên xwe yên li Meclîsê yên di navbera 1'ê cotmeha 2011'an û 31'ê adara 2012'an de aşkere kir. Koma BDP'ê di xebatên 87 komcivînan de bi tevahî 390 caran mafê axaftinê kir. 15 caran li ser mijarên derveyî rojevê axivîn. 35 caran lijneya şewirmendiyê bang kir. 27 caran pirsnameya lêgerînê dan. Lê hemû pêşniyarên BDP'ê jî hatin redkirin.
BDP'ê di pêşniyarên xwe de xwest azadiya çapemeniyê, pirsgirêka kedkaran, mafê serfkaran, komîsyona lêkolîn û heqîqetê, mafê zimanê zikmakî, kuştiyên kujer nediyar, întîhara leşkeran, komkujiya dêrsimê, operasyonên KCK'ê, pirsgrêkên GAP'ê û derdorê, pirsgirêkên xizanî, perwerdehî, tenduristî, tundiya li ser jinê, bazirgahiya sewalkariyê û pirsgrêken rençberan û gelek mijarên din kirin rojeva meclîsê.
BDP'ê di vê demê de 56 daxwaza guhertina zagonan da meclîsê. Xwestin dema girtina bê ceza bê kinkirin. Xwest zagonên TCK û TMK'ê bên guhertin, mafê reda wîcdanî bê naskirin. Mafê serfkaran bê parastin. Rojên 8'ê Adarê û 21'ê Adarê rojên fermî bên îlankirin û xwestin gelke mijarên din bên guhertin.
(mae)