1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bebik û zarokên Kobaniyî li benda mama, şîr û bîberon in
Bebik û zarokên Kobaniyî li benda mama, şîr û bîberon in,bebik,û,zarokên,kobaniyî,li,benda,mama,şîr,û,bîberon,in

Bebik û zarokên Kobaniyî li benda mama, şîr û bîberon in

Kampanyaya "1 mama, 1 şîr, 1 bîberon" didome

A+ A-

RIHA (DÎHA) - Komeleya Alîkariyê û Piştgirtinê a Rojava û Koordînasyona Alîkariya Kobanê 27 mijdarê ji bo yên ji Kantona Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ve hatinin Pirsûsê û di wargehên konan ve dimînin kampanyaya "1 mama, 1 şîr, 1 bîberon" destpê kiribûn didome. Peywirdara Koordînasyona Alîkariya Kobanê Ayşe Toksoz diyar kir ku bi mercên zivistanê re pêdiviyên zarokan bi mamaya zêde bû ye û got ku divê her kes li vê kampanyayê xwedî derkevin.

Komeleya Alîkariyê û Piştgirtinê a Rojava û Koordînasyona Alîkariya Kobanê 27 Mijdarê ji bo yên ji Kantona Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ve hatinin Pirsûsê û di wargehên konan ve dimînin kampanyaya "1 mama, 1 şîr, 1 bîberon" destpê kiribûn didome. Piraniya mirovên ji ber çeteyan hatin Pirsûzê zarok û jin in. Heta niha 200 hezar kes ji Kobanê pênaber bûne û ji van 120 hezar hatine Pirsûsê. 20 hezar zarok û yên temenê wan di navbera 0-3 pêdiviyên wan nayên dîtin. Bi taybetî ji bo zarokan mama, şîr, bîberon û dergûş tên xwestin û divê demildest bi awayekî rêk û pêk bên peydakirin.

'Divê alîkariya mama bênavber bisome'

Peywirdara Koordînasyona Alîkariya Kobanê Ayşe Toksoz bal kişand ser rewşa zarokên ku nikarin bi awayekî asyî şîrê dayikên xwe vexwin û ji ber vê yekê divê her tim mama ji bo zarokan amade bin. Toksoz diyar kir ku ji ber mercên zivistanê her diçe giran dibe divê her kes li vê kampanyayê xwedî derkevin. Toksoz da zanîn ku divê zarok heta 6 mehî şîrê dayikê vexwe lê ji ber ku derfet tineye divê pêdiviyên zarokan bên dîtin û wiha pê de çû: "Di çarçoveya vê kampanyayê de me gelek fêda wê dîtin. Ji gelek deveran alîkarî gihîşt destên me. Lê mixabin her tim divê şîr, mama li ber destên me hebin. Divê gelên me hinekî din hewl bidin û li gelê xwe xwedî derkevin û wan di vê zivistanê de bi tenê nehêlin. Kî karibe çi bîne ferq nake. Mama be, bez be, şîr be, dergûş be tiştên wiha bi lez bên dê pir baş be. Em hewl didin ku li her konbajarî û her taxê mutbexa mamayê vekin. Ji bo ku bi awayekî rêk û pêk bimeşe. Her kes carekê alîkariyê dide lê mixabin ev tenê ji bo wijdan rehet bikin. Divê ev alîkarî her tim bidome."

Toksoz bi lêv kir ku gelek saziyên sivîl û komele xebatek mezin û eleqeyek baş nîşanî kampanyayê didin û destnîşan kir ku ji gelek cihan bi telefonan li wan digerin û der barê kampanyayê ev tişt anî ziman: "Li her derê gel dixwaze alîkariyê bide vê kampanyayê. Welatiyên alîkariyê bikin divê wan alîkariyan bibin rêxistinên HDK û HDP, ÎHD yên Riha, Stenbolê û Enqereyê. Yên bi serê xwe bîberon, şîr û dergûşan dixwazin bişînin jî bila bişînin xeraja Pirsûsê."

Toksoz di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser dîroka xurekan û şîran û wiha got: "Dema gelên me ev tişt şand girînge bi baldarî li dîroka derbasdariyê ya şîr û mamayan binêre."

(kom/wk)