1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bebikên Kobanê li benda alîkariyê ne
Bebikên Kobanê li benda alîkariyê ne,bebikên,kobanê,li,benda,alîkariyê,ne

Bebikên Kobanê li benda alîkariyê ne

A+ A-

RIHA (DÎHA) - Bi hezaran welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçarman ku cih û warê xwe bi terikînin û li Pirsûsa Rihayê bi cih bûn. Welatiyên hatin Pirsûsê di konbajaran de bi cih bûn bi sedan bebikên ji nû dayikbûn û temenê wan 0-3 meh in di konbajaran de dijîn. Ji ber ku şert û mercên demsala zivistanê dijware pirsgirêkên herî mezin derdikevin holê. Ji ber ku şîr, mama, bîberon, dergûş, betanî û cilên zivistanê kêmin bebik di nav mercên gelek zehmet de dijîn. Dayikên li konbajaran dijîn ji bo zarokên xwe yên biçûk bang li raya giştî kir û wiha got: "Ji ber şert û mercên demsala zivistanê gelek zehmetiyan dikêşin. Em ji bo xwe tiştekê naxwazin, li zarokên me xwedî derkevin."

Bi hezaran welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçarman ku cih û warê xwe bi terikînin û li Pirsûsa Rihayê bi cih bûn. Heta niha di pêşengtiya Şaredariyên DBP'ê ve ji bo welatiyên Kobanê 5 konbajar hatine danîn. Li van konbajaran bi sedan bebikên ji nû dayikbûn û temenê wan 0-3 meh in dijîn. Ji ber ku şert û mercên demsala zivistanê dijware pirsgirêkên herî mezin derdikevin holê. Ji ber ku şîr, mama, bîberon, dergûş, betanî û cilên zivistanê kêmin bebik di nav mercên gelek zehmet de dijîn. Hêjayî gotinê ye ku kampanya tevkariyê ya bi wate jî ji Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Rojava û Koordînasyona Piştevaniya Kobanê bi dirûşma "Dema tu ji zarokê xwe re mamayek, şîrek û bîberonekê dikirî yek din jî bikire" hatibû dest pê kirin." Dayikên li konbajaran dijîn bang li raya giştî kir ku li hemberî wan bi hestyarbin.

'Em ji bo xwe tiştekî naxwazin, bila bebikên me nexweş nekevin'

Dayika bebika 4 mehî Besmislîme Silêman a li konbajarê Kader Ortakaya bi cîh bûye diyar kir ku ji ber ku demsala zivistanê hatiye pêdiviyên zarokon gelek zêdebûye û wiha got: "Dema em ji ber çeteyên DAIŞ'ê necarman cih û warê xwe bi terikînin me tu tiştên xwe bi xwe re ne anîn. Ji ber vê yekê em di van konbajaran de gelek zehmetiyan dikşin. Em ji bo xwe tiştekî naxwazin. Tenê ji bo zarokên xweyî biçûk alîkariyê dixwazin. Pêdiviyên zarokên meye yên sereke şîr, mama, bîberon, dergûş, mont, pêlav û betaniye heye. Bila gelên me li zarokên Kobanê xwedî derkevin.

'Pêwîste demildest ji bo elektirîk, sobe, şîr, betenî û mame alîkarî were kirin'

Dayika bebikê bi navê Avşîn, Narîn Mistefa a li konbajarê Kader Ortakya dimîne jî destnîşan kir ku ji ber ku elektirîk nîne bi şev sar dibe û ji ber vê yekê bebika wê û zarokên wan nexweş dikevin. Mistefa da zanîn ku şîrê wê kêm e û bebika wê têr şîr naxwe. Mistefa anî ziman ku divê ji bo elektirîkê, sobe û mama demildest alîkarî bên kirin û ev tişt got: "Bi şev dema em radikevin, ji sermayê nikarin rakevin. Wê çawan zarokên me rakevin? Her şev ji bo zarokên xwe dikevim tayê û dinalim. Ez dixwazim zarokên xwe li welatê xwe mezin bikim. Eger niha destûr bidin ez ê niha biçim Kobanê. Tu cih nabe weke welatê mirov bi xwe. Ez bawerim ku azadiyê Kobanê nêze. Bijî berxwedana Kobanê, Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê serkeftin ya gelê kurd yê mezlûm e."

'Ev meheke zêdetire hefadê zarokan nehatiye'

Dayika bebika bi navê Xemgîn ya 5 mehî, Rewşen Mihemed bilêv kir ku ji ber çeteyên DAIŞ'ê neçarmane cih û warê xwe biterikînin û werin li bakûrê Kurdistanê bi cih bibin. Mihemed diyar kir ku ev mehek zêdetire hefadê zarokan nehatiye û wiha got: "Ev nêzî mehek e hefad, şîr û mama nehatiya konê me. Em ji ber çeteyên hovane neçarman warê xwe biterikînin çeteyan cih û warê me wêran kirin em dibin şert û mercên gelek zehmet de dijîn. Ne elektirîka me, ne jî şîr, hefadê zarokan heye. Ez ê çibikim ez jî nizanim, qaşo berpirsyar 20 rojan carekê belav dikin, lê mixabin ev mehek zarokên min bê efad û mame nin."

'Bijîşk û peywîrdarên konbajaran nikarin pêdiviyên wan bi cih bînin'

Dayika bebika 3 mehî ya bi navê Şehrîban Birahîm anî ziman ku kurê wê mînkitok derxistiye û ji ber şert û mercên jiyanê yê zehmet zarokên wan nexweş dikevin. Birahîm destnîşan kir ku kurê wê heftiyeke nexweşe û wiha axivî: "Bijîşk û peywîrdarên konbajaran nikarin pêdiviyên me bibînin. Ji be vê yekê ez bang tevahî gelê Kurdistanê dikim, bila her kes li welatiyên Kobanê xwedî derkevin. Ji ber ku kurê min mînkitok derxistiye êşa wî zêde dibe. Dema ez di têxim nav betaniyê germahiya wî zêde dibe. Dema ez derdixim vê demê dicemide. Em jî nizanin em ê çibikin. Em neçar mane."

(kom/oî/wk)