1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bekir Kaya: Bersiva herî baş gel da
Bekir Kaya: Bersiva herî baş gel da,bekir,kaya,bersiva,herî,baş,gel,da

Bekir Kaya: Bersiva herî baş gel da

Kaya gel silav kir û diyar kir ku biryara derket encama têkoşîna gel e

A+ A-

Siyasetmedarên kurd ên tevî Şaredarê Wanê Bekîr Kaya jî ji doza KCK’ê ya Wanê ku dihatin darizandin duh serbest hatin berdan, li ber Girtîgeha Tîpa F a Wanê ji aliyê bi hezaran welatiyan ve hatin pêşwazîkirin. Di dema pêşwazîkirinê de Kaya gel silav kir û diyar kir ku biryar derket encama têkoşîna gel e. Kaya got: “Bersiva herî baş gel da.”

Ji doza "KCK'ê" ya Wanê Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cuneyt Caniş, Şaredarê Elbakê yê berê Îhsan Guler, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Bêgirê Mehmet Şîrîn Yildiz, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Elbakê yê berê û Endamê KCD'ê Dervîş Polat, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Ebexê Mehmet Adugît, Serokê Rêxistina BDP'ê yê berê yê Erdîşê Velî Avic û Serokê Rêxistina BDP'ê yê navçeya navendî yê Wanê Halîs Çakir tahliyebûn û dema ji Girtîgeha Tîpa F a Wanê derketin bi girseyî hatin pêşwazîkirin.

Girseya bi sedan wesayîtan çûn ber girtîgehê bi saetan li benda siyasetmedarên kurd man. Siyasetmedar kurd saet di 01.30'an de dema ji girtîgehê derketin bi hezaran kesan dirûşimên "Bijî Serok Apo" û "Şaredar Bekîr" qêriyan.

Bi hezaran welatiyan jî li kolanên Wanê biryar pîroz kir. Bi hezaran welatiyan li kolanan agir hilkirin û govend gerandin. Di serî de Kolana Cumhuriyetê û hemû kolanên din welatî hatin cem hev pîrozbahî li dar xistin. Ligel tedbîrên polîsan ên awarte heta derengî şevê welatî li kolanan man.

GEL SILAV KIRIN

Karwanê bi tevlîbûna bi hezaran wesayîtan tura bajar avêt. Piştre hate Kolana Cumhuriyetê. Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Musa Îtah li vir ji gel re axivî û diyar kir ku rojek berê li heman qadê çalakiya Pencşema Reş li dar xistin û wiha got:

"Ji roja hatin girtin hate niha gelê Wanê her tim li kolanan bû. Heke îro ev biryar derketibe saya têkoşîna we ye. Ez ji ber vê têkoşînê we pîroz dikim." Parêzerê Buroya Hiqûqê yê Asrinê Cuneyt Canîş jî bi kurdî gel silav kir. Canîş, diyar kir ku di encama têkoşîna gel biryar derket.

'BERSIVA GIRTINÊ YA HERÎ MEZIN GEL DA'

Herî dawî Şaredarê Wanê Bekîr Kaya bi çepik û tîlîliyan gel silav kir û diyar kir kir ew bi îdîaya aştiya civakî xirab dikin hatibûn girtin. Kaya, destnîşan kir ku li hemberî îdîayê bersiva herî mezin gelê Wanê yê li kolanan helwest nîşan dayî da. Kaya, da zanîn ku bedelê wê çi be bila bibe ew dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Kaya bi bîr xist ku hêj bi hezaran hevalên wan girtîne û ji ber vê yekê bi biryara serbestberdanê keyfxweş nîn in.

Piştî axaftinê siyasetmedarên kurd ji qadê veqetiyan û welatiyan jî heta derengî şevê govend gerandin.