Belgeyên nû yên peywendiyên Tirkiye û DAIŞ’ê
Nunerê NY’ê yê Rusyayê bal kişand ser belgeyên nû ku têkiliya çeteyên DAIŞ’ê û Tirkiyeyê piştrast dike, eşkere kir
20.02.2016 10:18 Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN – Nunerê NY’ê yê Rusyayê bal kişand ser belgeyên nû ku têkiliya çeteyên DAIŞ’ê û Tirkiyeyê piştrast dike, eşkere kir.
Nunerê Rûsyayê yê Netewên Yekbûyî Vitaly Churkin di nameykê ji Konseya Ewlekariyê ya Navnetewî re destnîşan kir ku di destê Rûsiyayê de belgeyên têkiliya DAIŞ û Tirkiyeyê hene.
Di belgeyan de tê diyarkirin ku nunerên DAIŞ bi alîkariya istixbarata Tirkiyeyê, toreyeke berfereh li Antaliyayê ava kirine û bi riya vê şebekeyê kesên ji dewelên Yekîtiya Sovyeta berê tên, ji bo şerê li Sûriyeyê tên amedekirrin û şandin.
Tişorkîn navên kesên ku di vê toreyê de cih digirin eşkere kir û tê de navên Ebdullah El-Qerexîzî, Îlnarê Tetarî, Îlyasê Rûsî derbas dibe. Li gorî wan belgeyan, karê van kesan di nava girtiyên biyanî de zêde ye.
Tişorkîn diyar kir ku agahiyên Rûsyayê hene îfade dikin ku nêzî hezar endamên DAIŞ’ê di deriyê Gazî Entab re derbasî Sûriyeyê bûne, her wiha serokê istixbarata Tirkiyeyê tewanbar kir ku di Adar 2014’an de veguhestina yekîneyek mezin a DAIŞ’ê ji Lîbiya ber bi Sûriyeyê ve di deriyê Birsayî re, orgenîze kiriye.
Nunerê Rûs wiha pê de çû “Ji dawiya 2015’an ve, Tirkiyeyê korîdoreke asmanî ji bo veguhestina endamên DAIŞ’ê ji Sûriyeyê heta Yemen bi riya Tirkiyeyê re, vekir.”
Li gorî nameya Rûsyayê, hin rêxistinên mirovahî ku navendên wan li Tirkiyeyê ne, çekan vediguherînin û didin rêxistinên ‘terorîst’ li Sûriyeyê. Ji wan jî Desteya Mafê Mirovan û Azadî û Alîkariya Mirovahiyê, Saziya Îmkan Dar, Saziya Alîkariya Mirovahiyê a Navnetewî. Ev yek jî bi riya deriyê Onco Pînar re pêk tê ku tê re çek derbasî Heleb û Îdlib dibin.
(ne)