1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Belçîkayê got; Erdogan derewan dike
Belçîkayê got; Erdogan derewan dike,belçîkayê,got,erdogan,derewan,dike

Belçîkayê got; Erdogan derewan dike

Wezîrê Karên Derve yê Belçîkayê Koen Geens got, "Ev kes nehatiye radestkirin. Ev kes şandine Hollandayê, neşandine welatê me."

A+ A-

BRUKSEL - ANF Serokkomarê Tirk Erdogan îdîa kiribû ku yek ji endamên DAIŞ'ê yên di êrîşên bombeyî yên Brukselê de cih girt Îbrahîm el-Bakraoûî ji aliyê Tirkiyeyê ve radestî Belçîkayê hatiye kirin.

Wezareta Karên Derve û Dozgeriya Federal a Belçîkayê dan xuyakirin, ku ev kes radestî wan nehatiye kirin, Tirkiyeyê ev kes şandiye Hollandayê.

Hollandayê jî da zanîn, ku ew ê vê mijarê lêkolîn bikin.

Serokkomarê Tirk Erdogan di daxuyaniyeke xwe de îdîa kiribû ku yek ji êrîşkarên li Brukselê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû girtin û radestî Belçîkayê hatibû kirin.

Rayedarên Belçîkayê di nava demeke kurt de bersiv dan Erdogan. Wezîrê Karên Derve yê Belçîkayê Koen Geens got, "Ev kes nehatiye radestkirin. Ev kes şandine Hollandayê, neşandine welatê me."

Li gorî medya Belçîkayê, Dozgeriya Federal jî ev îdîaya Serokkomarê Tirk a radestkirinê derewandiye.

Hollandayê jî da zanîn, ku ew ê vê mijarê lêkolîn bike.

Tiştekî balkêş e; Tirkiyeyê çima endamê DAIŞ'ê yê welatiyê Belçîkayê ye, ne ji Belçîkayê re lê ji Hollandayê re şandiye.