Bendava Cizîrê û HES efsaneyekî dîrokî di bin avê de dihêle
OMER ÎKE /ROJNEWS
Di salên dawî de ji ber çêkirina bendav û HES'an, çand, dîrok û warên qedîm ên Kurdistanê yek bi yek di bin avê de man û wêran bûn. Qesra Elodîno ya ku li Geliyê Dîcleyê piştî bendava Cizîrê û projeya HES'ê bi dawî bû dê di bin avê de bimîne.
Li Kurdistanê ji ber avakirina HES û bendavan roj bi roj derdor û ekolojî wêran dibe. Di serdema AKP'ê de bi sedan bendav û HES hatin avakirin. HES'ên li Tirkiyeyê tên çêkirin mîrateyên çandî, qadên jiyanê, cihên dîrokî, xweşikbûnên xwezayî û geliyan yek bi yek tune dike. Ji ber avakirina HES'an her roj li Kurdistanê çem, gelî û daristanên herêmê tune dibin. Bendavên ku li bajarê Kurdistanê têne çêkirin bi xwe re dîroka kevnar ya Kurdistanê winda dike. Yek ji van kevnareyên dîrokî jî Qesra Elodîno ye. Piştî ku bendava Cizîrê û projeya Hes’ê bi dawî bibe dê Qesra Elodîno ya dîrokî dibin avê de bimîne.
‘Qesra dîrokî ya Elodîno’
Qesra Elodîno ya nêzî gundê Basa yê navçeya Hezexê ya Şirnexê ye xwedî kevneşopiyekî sedan salan bi xilasbûna Bendava Cizîrê û projeya HES'an dê di bin avê de bimîne. Qesra dîrokî ya ku li ser cihekî asê hatî çêkir ji ber bêxwedîbûnê têne xerebeyên dîwarên wê mane û ligel vê yekê hêj bi heybet disekine. Tê texmînkirin berê li ser banê wê qube hebûye. Qesr ji kevirên biriyê û têkileka ji kîreç û kalkerê pêktê bi cureyekî çîmentoyê hatiye çêkirin. Li aliyê Qesrê yê rojhilat deriyê wê hêj heye û tenê ji vî deriyê dikevin qesrê. Aliyê qesrê yê berê xwe dide çem jî du pencere û deriyekî wê hene.
'Elodîno eşqiyayê li dijî Mîr Muhammed derketiye'
Efsaneya Elodîno yê xwediyê vê qesrê jî eşqiyayekî yê wê demê yê bi nav û deng ê wê herêmê bûye. Têkildarî serdema çîroka Elodîno jî agahiyekî teqez tuneye ji herêmên Torê, Botan û Colemêrgê bi vegotina devkî heya roja me hatiye. Her çiqas li gorî herêman cuda bê vegotin jî li ser heman bingehê tê vegotin. Li herêma Botan Elodîno ji gundê Basê ye û li wir ji xwe re kelheyek çêkiriye û bi mîrê wê demê Mîr Muhemmed re ketiye nava şerekî dijwar, şer qezenckiriye lê bi lîstokên mîr piştre ji aliyê mîr ve hatiye giritin û hatiye darvekirin. Navê Elodîno ji ku tê jî du gotin hene: Yek; ji navê Elaaddîn tê û ji ber kurdî bi kurtasî dibêjin Elodîno tê. Ya duyemîn jî ji navê Elî tê û ji ber qehremaniyên kirin û bêtir şer kir leqeba Dîno lêhatiye zêdekirin û bi navên Eliyê Dîn, Elodîn, Elodîno hatiye bi nav kirin.
'Elodîno di salên 1600'an de jiya ye'
Elodîno qehremanekî çîrokan nîn e, ji çîrokên hatin vegotin kesayekî rast û ev yek ji cihên lê mayî dê fêmkirin. Bi taybet li herêma Botanê kelheya behsa wê tê kirin hîna jî heye, behsa Birca Belek tê kirin û seceraya mîrên Botanê de navê Mîr Muhemmed derbas dibe ev hemû vê yekê piştrast dikin. Hebûna Birca Belek nîşaneya bûyer berî wê pêkhatiye. Birca Belek berdewamiya Kelheya Cizîrê ya di sala 1596'an de ji aliyê begên Cîzîrê Azîzan Şeref bîn Muhemmed bîn Hanabdal ve hatiye çêkirin e. Ji ber vê yêkê Elodîno di wê demê de jiyayî tê qebûlkirin.
'Qesra dîrokî dê di bin avê de bimîne’
Dawiya Elodîno yê ku li dijî mîrê Botanê Mîr Muhemmed serî netewand û bi xapandinê anî Cizîrê û hate girtin û avêtin girtîgehê û li ser milên wî find hilkirin û wisa tê kuştin di nav gel de tê vegotin. Tê gotin ku piştî Elodîno mir keça wî Seyran piştî bavê xwe strana hêj di nav gel de tê gotin, got:
"Weylê..,
Kelha Basê li belevanê
Kelha Basê ya rengîn ya dê li belevanê,
Van ticar û kelekvana ji Diyarbekirê,
Kelekê xwe berdanê,
Wellah, qefavan kelehkan li ber,
Qesra bavê mi Seyranê,
Yadê, tu wê xêrê bikê,
Xêrêbi çavê xwe nebînê,
Çawa te nehêla ez bi bavê xwe re,
Têr bigerim ser hasilan û demanê,
Yadê, weyla li min rebenê,
Li min êsîrê,
Xudê xirab bikê mala,
Qaymeqamê Mûsil û zapitê,
Mihemed Begê Cizîrê,
Çawa xeniqandin bavê min rebenê
Xweyê şebekan û zincîrê."
Hêjayî gotinê ye ku Qesra Elodîno ya kevnar piştî bendava Cizîrê û projeya HES'ê bi dawî bû dê di bin avê de bimîne. Bi vê re cihek din jî yê dîrokî dibin avê de dimîne.
(oî/ge)