Ber bi Konferansa Netewîya Kurdistanê ve
Bandora bîr û baweriyê, ziman û çandê li ser yekîtiya newetbûna kurdan bandorek cuda kiriye.
MURAT KOLCA Bandora bîr û baweriyê, ziman û çandê li ser yekîtiya newetbûna kurdan bandorek cuda kiriye. Li ser bandor û encama ziman, çand û baweriyê ya li ser yekitîya kurdan Serokê Yekîtiya Parlementêren Kurdistan (YPK) Nîmed Abdullah, diyar kir ku ev perçebûna kurdan karên deshilatên dagirker hesantir kirîye û got, “Ji ber ku kurd di bin deshilata dagirker yên cûr be cûr de man cûdahîya devokên kurdî her ku çûye kûrtir bûye. Ji bo kurd ketine bin bandorê di aliyê sîyasî û ardnîgarîye de perçe bûne.
Li nav berhêmen dîrokî de tê diyarkirin ku kurd her çiqas pistê Medan heta sedsala 18 û 19’an pir zedê yekitîyek neteweyî avanekiribe jî, her tim di nava xwe de wek pergalek xwesêr di bin sîvana eşîr û konfederasyonên eşîran de jiya ye. Piştê sedsala 19’an ku li cîhane tekoşînen rizgarîya netewî destpekiri bû kurd jî wê rewsa cîhanê bi bandorbûn û ev jî her çarparçêya axa kurdan dest bi têkosîna azadîye kirin. Lê ev rêwşa hêyî bi paşketina Rûsya ye ber bi gûherîneke nû ve çû. Herî davî jî bi hevkarîya deshilatên Rojhilata Navîn û yen navnetewî ser Pêymana Lozanê li hev kirin ku ev peymana kurdan di asta fêrmî de dikir çar perçe û her perçeyekî wan jî bin kontrola deshilatêke hatibû hîstin. Ev rêws jî di encama polîtîkayên asîmîlasyon, îmha û înkarê bu sedêm ku cûdahîya nav kurdan di mile ziman, çand û jîyanî de ber bi kûrbûnêke we biçe. Ev rewsa hêyî jî avakirina yekîtîya kurdan ber bi zehmetiyeke we bir. Wisa lê hat ku êdî deshilatên herêmî dikaribû ku hezên kurdan yen wêk esîr an jî axatî û begtiya li dijî tevger û esîreke din yen kurdan bikar bîne. Hej jî mînakên wisa ku nakokîyen nav esîr û tevgêren kurdan di carnan derdikeve pêsberê me. Gava em bingeha esîrtî û bandora wê ya ser yekitîya netewa kurdan bînin ber çavan em dikarîn rêwsa kurdan ya perçebûn û belavbûne bi wê tabloyê ronî bikin.
Sedan esîr û konfedêrasyonên esîr nebûne yek û asta herêmî manê
Sê konfêderasyonê eşîran kurdan ku li Tirkiye ji nezê 100 eşîran pêk tê di nav xwe dê piranîya wan bi zimanê kurmancî diaxivin û ji di mile mezheb jî sûnnî, siî û yarsanî ne. Dîsa li Herêma Gilan yêk, Rojhilata Kurdistanê 5, Herêma Federal a Kurdistanê 18 konfederasyonê eşîran heyê û di nav wan de Sêrkonfêderasyona Salas ji heye ku ev sê konfedêrasyona esîran pek tê. Di nav wan eşîr û konfederasyonen ku bi sedan esîran pek tê de gelek cûdahî ye çandî, zimanî û mezhêbî jî heye. Dîsa ev deverên ku niha wêk Kurdistan a Navîn tê binavkirin ku di navbera dewleta Sûrî, Êran, Iraq û Tirkîye de ye 6 konfederasyon heyê û li nav wan konfedêrasyonan de bi zimanê Laqî, Goranî û Kurmancî te axaftin. Li Tirkiyeyê jî 8 konfedêrasyona eşîra kurdan heyê ku nav wan de Konfedêrasyona Celalîyan ku her tim dijî dewletên dagirker serî rakirîye û ji ber wê yekê ji neçar mayê ku koçê deverên din yen Rojhilata Navîn bike. Li Nav wan konfederasyonen ku hatine jimartin de herî kem 200 an jî 300 eşîren kurdan cîh girtîye le di heman demê de bi sedan esîren kurdan nebûne konfederasyon û tû car jî nebûne yek. Her tim di navbera xwe nakokîyen esîrtî, olî, çandî, mezhebî û malbatî jîyan kirine. Ev rêws jî dide dîyarkirin ku di nav esîr û konfedêrasyona esîrê ye kurdan her tim dûdilî hebûye ku hinek wan bi hevkarî, hinek wan bi serhiladanê hinek wan jî bi dîplomasîyan li ser linagan manê.
Rêwsa belavbûne ya eşîrê û qewmî dagirkerî hesantir kirîye
Gava em ev rêwsa kurdan ya ku ji alîye dagirkeran hatîye parçêkirin radixin ber çavan diyar dibe ku kurd çima nikaribe bibe yek û yekîtiyek di nav xwe de ava bike. Serokê Yekîtîya Parlamentêren Kurdistan (YPK) Nîmed Abdullah jî di derbarê rewsa kurdan ye perçebûyî de ajansa me ya DÎHA’yê re axivî û da zanîn ku kurd dîroke heta roja me ya îro bo avakirina saristanî gelek nirx û ked dayê le li gor ev keda xwe jî mafên rewa ya mirovahî negirtîye. Abdulla wiha axivî. “Le kurd li beramber ewqas keden xwe mafen xwe dest nexistîye û cîhe xwe ye dîrokê de negirtîye. Kurd hertim ji bo baskirina rewsa xwe ji bo rewşa welatên ku tedê jîyan dike ked dayê. Ev ji buye sedem ku hizir û bir û bavêriya kurd ji hev cuda bune û bi taybet cuda buna ziman li nav gelê kurde pasketinek çêkir. Xalekî din ji eve ku di aliyê erdnîgarî de ji ketine nav wan welatên ku xwastine Kurdistanê dagir bikin."
‘Kurd hertim berîya berjewêndîya netewî berjêwendîya deshilatan diparest’
Abdullah anî ziman ku ji ber ku kurd hertim berjêwendîyen giştî yen dewleten dagirker pêşiya berjewendiye xwe girtiye û wiha direjî da axaftina xwe. “Heger mirov temaşe bike li Iraq, Êran li sona ku kurd berjewendiyên xwe bîne rojêve despêkê yên wan dewletan tine berçav. Ev ji buye sedem ku gelê kurd her tim li paşwelatên din bimîne. Ya din ji gelê kurd her tim ne buye piştgitiya netewa xwe her tim bi navbeyinkariya ji derve nijadê xwe kêm ditîye. Xalek din ji xaleki herî girin di aliyê civakî de bi dijminê xwere bûne yek û hevdû tunekirin û tune hesibandinê buye. Ev ji di aliyê eşiran, aliyê beg û axayan ve hatiye kirin. Wan xalan histiye ku hertim gelê kurd bindest be û deslat li ser tûnd û tijiyê bidin mesandin”
‘Pirsgerêken navxweyî nehîşt ku yekîtiya kurdan ava bibe’
Serokê YPK Nimet Abdullah da zanin ku dema şoreşên kurdan ava bûn û dest bi xizmeta gelê kurd dikirin dijmin bi destê gel bi xapandin û dayina pareyê zêde ev şoreş têk dibir. Bixapandina gelê kurd dijmin wisa dikir ku li dijî şoreşê gel û şorêşgeran dianî beranberê hev. Şoreş û tunekirina van xebatan jî bi wê avayî bi destê kurdan dihat mesandin. Ji bo vê ji gelê kurd heya niha ji nikare bê gel hev û pisgirêkên xwe biwe çareser bike. Hindek sedemên neyekbuna kurdan jî ji kêmexemiyan wan çêbuye û her yekê yê beranberê xwe tune û nezan ditîye. Ya din ji eve ku nizanine ka çewa bene gel hev û xeletî û pisgirêkên xwe çareser bikin. Ji bo wê ji heya niha ji bo konferansekê netewî lidarbixin nebûn yek. Ji ber vê jî divê kurd tev bibin yek.
(mae)