1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ber bi Kongreya Neteweyî ve
Ber bi Kongreya Neteweyî ve,ber,bi,kongreya,neteweyî,ve

Ber bi Kongreya Neteweyî ve

Ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd roj tên jimartin

A+ A-

HEWLÊR - ANF Komîteya Amadekar ku ev demeke xebatên xwe yên ji bo Kongreta Neteweyî ya Kurd didomînîn, îro der barê xebatên xwe yên mehekê de daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê hate gotin ku kongre wê di 15'ê Îlonê de bi beşdariya 600 delegeyan pêk were. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku yekîtiya gelê Kurd ne li dijî tu hêz û dewletan e, berevajî wê çareseriyê biafirîne.

Amadekariyên Kongreya Neteweyî ya Kurd ku bi hatina hemû aliyên siyasî yên ji her çar parçên Kurdistanê re di 22’ê Tîrmehê de hatibû destpêkirin, didomin. Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd ji bo ku encamên xebatên xwe yên mehekê bi raya giştî re parve bike îro li Hewlêrê li salona konferansê ya Seed Ebdulla civînek a çapemeniyê li dar xist. Civîna çapemeniyê a bi tevlîbûna hemû endamên Komîteya Amadekar di demjimêr 11:20'an de destpê kir. Daxuyaniya hevbeş a li ser navê Komîteya amadekar hatî amadekirin, ji aliyê Endamên Sekreterya Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd Rohanî Serhat, Kemal Kerkûkî û Sadî Pîra ve hate xwendin. Metna daxuyaniyê bi Kurmancî ji aliyê Ronahî Serhat û bi Soranî jî ji aliyê Kemal Kerkukî ve hat xwendin.

HEMÛ BIRYARÊN KOMÎTEYA AMADEKAR BI RÊYA LIHEVKIRINÊ HATIN WERGIRTIN

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di civîna destpêkê ya Komîteya Amadekar ku nûnerên gelê Kurd ê her çar parçeyan û derveyî welat beşdar bibûn, prensîp û xalên bingehîn ên xebatê hatibûn aşkera kirin. Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku Komîteya Amedekar di vê mehê de hewl daye ku hemû pêkhateyên rêxistinî û kesayetên serbixwe tevlî kongreyê bike û ji wan a sûd bigire. Hate diyarkirin ku hemû biryarên Komîteya Amadekar a Kongreyê ne bi rêya dengdayînê, bi rêya lihevhatin û nêrîna hevbeş, ji bo vê heta dawiyê bi nîqaşan û rêbazên îqnakirinê biryarên xwe girtine. Komîteya Amadekar destnîşan kir ku, di dema xebatên amadekariyên kongreyê de weke ku dihat xwestin nekarîne tevlîbûna xwe ji xebatan re bidin çêkirin, ji bo vê yekê rexnedayina xwe da û got li rexmê her tiştî wê nîqaşên esas û girîng di atmosfera kongreyê de werin kirin.

KONGREYA NETEWEYÎ WÊ DI 15-16-17 ÎLONÊ DE PÊK WERE

Di daxuyaniyê de der barê biryarên herî girîng ên Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî a Kurd wiha hate gotin; “Kongre wê di 15-16-17’ê Îlonê de were lidarxistin. 600 jê delege û 300 jê mêvan bi giştî 900 kes wê tevlî bibin.”

Her wiha der barê pirsgirêkên li ser belavbûna delegeyan li ser parçe û herêman û pêkanîna kotayê jî bi vî awayî hate zelal kirin; “Di belavbûna 600 delegeyan li ser her çar parçeyan û derveyî welat, liberçavgirtina zêdehiya şêniya parçeyan û rewşa wê ya bandora siyasî weke prensîba bingehîn hatiye aşkerakirin. Her parçeyek Kurdistanê hêjmara ku ji bo wê hatiye aşkera kirin wê li gorî îradeya xwe ya demokratîk belavbûna delegeyan çêbike. Lê di vê belavbûnê de, ji ber ku asta rêxistinkirinê ya parçeyan ji hev cihewaz e ji sedî 10 ji bo tevgerên ciwanan, sedî 10 ji bo kesayetan, sedî 35 ji bo rêxistinên civaka sivîl, sedî 45 jî ji bo partiyên siyasî hatiye veqetandin. Her çendî ku rêxistinên jinan cihê qada rêxistina civaka sivîl û demokratîk de cih digire jî, di partî û kesayetan de berçavgirtina kotaya zayendî a sedî 40 biryarek bingehîn e.”

BI 8 KOMÎSYONAN XEBAT HATIN MEŞANDIN

Di daxuyaniyê hate gotin ku heta niha li ser 8 komîsyonên ku ji aliyê Komîteya Amadekar ve hatiye hilbijartin xebatên komîsyonan hatine rêvebirin. Navê komîsyonan bi vî awayî hatin rêzkirin; Komîsyona stratejiya çareseriya demokratîk a gelê Kurd û Prensîbên Hevbeş, Komîsyona Siyasî û Dîplomasî, Komîsyona Civaka Azad (Komîsyona Jinan, Komîsyona Ciwanan, Komîsyona Zarokan, Komîsyona Rêxistina Sivîl), Komîsyona Çand-Ziman-Huner-Ronakbîriyê, Komîsyona Ekonomî-Ekolojî, Komîsyona Parastina Rewa (gazî, girtiyên siyasî), Komîsyona Çapemeniyê, Komîsyona Modela Kongreyê.

Daxuyaniyê de hate gotin, ku her çendî ku endamên komîteya amadekar cihê xwe di komîsyonan de digirtin jî lê ji bo nîqaş dewlemend bibin ji derve jî beşdarî ji komîsyonan re hate çêkirin, komîsyonan rewşa destpêkê ya ya reşnivîsên projeyên xwe îro temam kirin û ji niha û pê de wê Komîteya Amadekar bi awayek hevbeş li ser hemû projeyên hatî amadekirin nîqaş bike û rewşa dawî bideyê.

Di berdawama daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Kesên ku dixwazin bibin şahide vê hatina cem hev ya dîrokî ya gelê Kurd, yên ku nexwazin dostanî, alîkarî û piştgiriya xwe bidawî bikin, yên ku aligirê çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane, yên ku dixwazin ev êş bi dawî bibe, yên ku aligirê biratiyê, aştiyê û yên ku dixwazin bi yekîtiya gelê Kurd a xwe dispêre azadî, wekheviyê ne û li ser vê bingehê xebatan bi rêve dibin û her kesê ji bo vê ked dide em ê ji dîtina wan a li cem xwe şanaz û kêfxweş bin.”

KONGRE WÊ BIBE DERMANÊ ÊŞA ROJHILATA NAVÎN

Her wisa daxuyanî bi vî awayî hate domandin; “Gelên cuda yên li Kurdistanê dijîn, civakên baweriyên cuda, destpêkê dostên gelê Kurd dewletên herêmê yên bi pirsgirêka Kurd re eleqedar, hêzên siyasî yên navneteweyî, dewletên Ewropa, rêxistinên siyasî-demokratîk, saziyên navneteweyî û kesayetên giranbuha em vedixwînîn kongreya xwe. Em dîtina hemû kesên beşdarî projeya demokrasi û azadiyê ya dîrokî 1’emîn Kongreya Neteweyî û Yekîtiya Gelê Kurd ku wê bibe wesîleya aştiya Rojhilata Navîn, dermanê êşa gelên Rojhilata Navîn û wê rêya yekîtiya Rojhilata Navîn veke li rex xwe bibînîn û em ê ji bo beşdarbûna wan kêfxweş û serbilind bin. Em careke din bi rêya we saziyên çapemeniyê yên giranbuha vexwendina we dubare dikin.

YEKÎTIYA GELÊ KURD WÊ ÇARESERIYA DEMOKRATÎK Û AŞTIYANE BÎNE HERÊMÊ

Di daxuyaniyê de weke encam ev xal hatin destnîşankirin; “Tenê daxwazek ya gelê Kurd heye. Zilm û bêmafiya li ser xwe bide rakirin, weke her gelek ê cîhanê mafê bişeref ê jiyanê û azadiya xwe bidestxistin e. Yekîtiya gelê Kurd li dijî tu hêz û dewletan nîne. Yekîtiya gelê Kurd wê ne şer û pevçûnan, berevajî wê dê bi gelên Rojhilata Navîn re çareseriya demokratîk û aştiyê biafirîne.


Bêjeyên Miftehî