Berdevkê ENKS: Biryarên me yên avakirina hêzeke leşkerî nîn in
EFRÎN - Berdevkê Fermî yê Encumena Niştmanî Kurd li Sûriyê (ENKS) Reşîd Şeban da zanîn ku tu biryarên ENKS'ê yên derbarê avakirina hêzeke leşkerî de nîn in û diyar kir ku ji ber nakokiyên partiyên ENKS'ê hata niha peymana Dihokê nehatiye cih bicihkirin. Şeban, got ku di nava hefteyekê de dê pirsgirêkên wan bêne çareserkirin.
Berdevkê Fermî yê ENKS'ê ya herêma Efrînê Reşîd Şeban girêdayî mijara hevpeymana Dihokê ya di navbera TEV-DEM û ENKS'ê de hatiye îmzekirin û sedemên ku heta niha pêk nehatiye, bersiva pirsên ANHA'yê da.
Hûn hevpeymana Dihokê çawa dinirxînin?
Hevpeymana Dihokê cihê kêfxweşiya hemû gelê me ye. Em jî vê hevpeymanê wekî serkeftineke dîrokî dibînin. Ji ber vê yekê pêwîst e hemû alî piştgiriya hevpeymanê bikin û wekî Kurd em bi yek destî li hemberî hemû planan li dijî gelê xwe bisekinin. Ji bo ku hevpeyman bi rêk û pêk bibe, niha bar dikeve ser milê hemû aliyan. Bê guman nakokî hene, lê divê ev nakokiyên partiyane peymanê binpê nekin. Em bi hêvî ne hevpeyman biser bikeve.
Sedem çi ne ku heta niha hevpeymana Dihokê neketiye meriyetê?
Belê pirsek di cih de ye. Bi rastî nakokiyên ENKS'ê hene. Ev jî ne tiştekî bi diziye. Mixabin nakokiyên me ku hîn berdewam min, bûne sedema ku hevpeyman heta niha neketiye meriyetê. Tevî ku ENKS'ê peymana Dihokê bi TEV-DEM'ê re îmze kiriye û lihevkirineke hatiye kirin, lê hê jî pirsgirêkên ENKS'ê yên ji bo nûnertiyê ne hatine çareserkirin. Sedema sereke ya ku peyman neketiye meriyetê ev e. Li gorî peymanê pêwîste 12 nûnerên ENKS'ê û 12 nûnerên TEV-DEM'ê di nava komîteyekê de cihê xwe bigirin. Rêzdariya min ji TEV-DEM'ê re heye, ew rêxistineke û amade ye, lê partiyên ENKS'ê di vê mijarê de hê jî nikarin li hev bikin.
Li gorî nerîna we kengî wê partiyên ENKS'ê li hev bikin?
Civînên me pir zêde ne. PDK-S ku beriya niha 4 partî bûn, 4 nûnerên wan hebûn niha partiyeke û pêwîst e tenê nûnerekî wan hebe, lê hevalên me yên PDK-S'ê 4 nûneran dixwazin û partiyên din vê yekê napejirînin. Ev sedema sereke ku me li hev nekiriye. Yanî niha di ENKS'ê gelek partî, her wiha kesayetên serbixwe hene. Hevdîtên me yên bi serkêşiya serokatiya herêma Başûrê Kurdistanê re didomin û ez hêvî dikim ku di nava hefteyekê de pirsgirêkên me bêne çareserkirin.
ENKS'ê di sîstema avakirinê ya Efrînê de çi rol lîstiye?
Hemû partiyên ENKS'ê li Efrînê nîn in. Li Efrînê 4 partiyên ENKS'ê hene, lê partiyên din tu hebûna wan tune ye. Demekê partiyên ENKS'ê yên li Efrînê ku hene karîbûn li gel TEV-DEM'ê roleke baş bilîzin. Dema ku Desteya Bilind a Kurd hebû, me jî di hin saziyan de cihê xwe girt. Di gelek cihan de jî lawazî çêbûn û me nikarîbû rola xwe baş bilîzin.
Hin dibêjin ku ENKS'ê erka xweparastinê qebûl nekiriye. Gelo ev rast e?
Pêwîste her mirov û her partî di parastina welatê xwe de cih bigre. Heta niha em nizanin ka çawa kes di parastina herêmê de cihê xwe bigre. Di vê sîstemeke parastinê were çêkirin. Nabe em bêjin ev encuman e yan jî ev partî ye. Divê parastin bi yek destî bê kirin û nabe ku di sîstema parastinê de parçebûn hebe. YPG'ê jî îsbat kiriye ku dikare sîstema parastinê nîşan bide. Şehîdên YPG/YPJ'ê dîroka gelê Kurd bi xwîna xwe nivîsandine. Kesên dibêjin ku YPG'ê ya partiyekê ye divê baş bizanibe ku nabe nakokî di parastinê de hebe. Yanî eger vîna parastinê ne yek be dê parastin neyê kirin.
Gelo we bi rayedarên YPG'ê re hevdîtin kirine?
Birayên me yên YPG'ê hertim dibêjin ku ew hemû gelê Kurd diparêzin. Di rastiyê de jî em vê yekê dibêjin. Ji xwe tu biryarên me wekî ENKS'ê ku em hêzeke leşkerî ava bikin tune ne. Pêwîst e hemû alî piştgiriya YPG'ê bikin.
ENKS ji destpêkê ve dibêje 'Bihna fireh'. Gelo hûnê kengî bêjin 'Dem hatiye'?
Partiyên me bê guman partiyên siyasî ne. Di şoreşan de gel li benda partiyan namîn in. Dema êrîş hatin ser herêmê, gel li benda me nema. Hêza me ya leşkerî nîne. Bi rastî divê em lezê bikin. Tu biryarên ENKS'ê ku hêzeke leşkerî ava bike nîn in. Beriya niha jî me gotibû ku komîteya pispor a parastinê divê yek be. Niha em wekî ENKS'ê û em wekî partî jî her dem dibêjin ku nabe tu hêz ji bilî YPG'ê hebe. Em dikarin bi YPG'ê re sîstema parastinê xurt bikin.
DILYAR CEZÎRÎ
(he)