Berekat: Parastina Rojava peywira hemû pêkhateyan e
ANHA - AMÛDÊ -Wezîrê Karê Hundir yê herêma Cizîrê Kenana Berekat da zanîn ku parastina hersê kantonên rojavayê Kurdistanê ne tenê peywira şervanên YPG/YPJ'ê ye û got ku ev erkeke netewî ye û pêkanîna vê erkê berpirsyariyeke dîorkî ya kurd, Ereb û Suryaniyên herêmê ye. Berekat diyar kir ku deriyê tevlîbûna nava hêzên Asayîşê vekiriye û bang li ciwanên hemû pêkhateyan kir.
Girêdayî rewşa dawî ya herêma Kobanê û êrîşên ku bi nêzîkbûyîna duyemîn salvegera şoreşa 19'ê tîrmehê re li dijî herêmê pêk tên, de nûçegîhana ANHA'yê bi Wezîrê Karê Hundir ê herêma Cizîrê Kenan Berekat re hevpeyvînek taybey kir û têde hate destnîşankirin ku parastina Rojavayê Kurdistanê peywira her kesî ye û divê hemû pêkhate bi hev re Kobanê biparêzin.
Kenan Berekat got ku deriyê tevlîbûna nava hêzên Asayîşê ji her kesan re vekirî ye û bang li ciwanên Kurd, Ereb û Suryanî yên ku karibin çekê rakin, kir ku di parastina Rojava de beşdar bin. Berekat bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û plan têkbirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ku li herêsê herêmên Rojava biser ketiye.
Kenana Berekat hemû êrîşên li dijî herêma Kobanê bi tundî şermezar kir û wiha anî ziman: "Wekî Weareta Karê Hundir em amade ne hemû hêzên xwe bixin xizmeta parastina Kobanê."
Wezîr Kenan Berekat di dawiyê de diyar kir ku di rewşa heyî de eger ziyan bigihêje pêkhateyekê, wê xeter li dijî hebûna pêkhateyên din jî hebe û got: "Çarenûsa hemû pêkhateyên herêmê bi hev re girêdayî ye. Divê Kurd, Ereb û Suryaniyên herêmê dest bidin hev, tevlî nava hêzên parastinê bibin û peywirên xwe pêk bînin."
DÎLBER EHMED
(he)