1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Berfirehiya hevditinê aşkere kir!..
Berfirehiya hevditinê aşkere kir!..,berfirehiya,hevditinê,aşkere,kir

Berfirehiya hevditinê aşkere kir!..

Mehmet Ocalan berfirehiya hevditina bi Ocalan re vegot

A+ A-

METÎN ÎNAN Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan çû Girava Îmraliyê û bi birayê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Mehmet Ocalan der barê hevdîtinê û peyamên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de agahiyen berfireh dan. Mehmet Ocalan, anî ziman ku Ocalan got "Bêyî ku têkevin nava şik û gumanan bila bi lezgîn dest ji greva birçîbûnê berdin. Ger ku dê çalakiyek bêkirin divê li derve bê kirin, bila vî barî nedin ser milê girtiyan." Çalakî gihiştiye armanca xwe." Mehmet Ocalan, diyar kir ku ew bi keştiya ku Wezirê Dadê îdîa dikir xerabe ye çû Îmraliyê.

Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, çû Girava Îmraliyê û bi Rêberê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Mehmet Ocalan, ku bi keştiya xerabe çû Îmraliye piştî hevdîtinê taybet bi ajansa me DÎHA'yê re axivî û agahiyên fireh dan. Mehmet Ocalan diyar kir birayê wî gotiye bêyî têkevin nava fikaran bi lezgîn dest ji çalakiya greva birçîbûnê berdin. Mehmet Ocalan der barê hevdîtinê de wiha got: "Ez îro duh Grava Îmraliyê. Min bi birayê xwe Brêz Abdullah Ocalan rû bi rû hevdîtin pêk anî. Birayê bin der barê greva birçîbûnê de diyar kir ku bêyî dem derbas bibe bila bi lezgîn dest ji grevê berdin. Birayê min xwest ez vê yekêbi cemaweriyê re parve bikin. Daxuyaniya birayê min wiha ye: "Kesên ketine greva birçîbûnê, kar û barê kesên li derve ku bikin dane ser milê xwe û pêk anîne. Kesên li derve jî bila kar û barê xwe li ser girtiyên ku di nava çar dîwaran de di nava şert û mercên giran de dijîn bar nakin. Greva birçibûnê, bi awayekî tarzê ne rast e. Ger ku dê greva birçîbûnê pêk bê, divê ne kesên li hundir kesên li darve têkvin grevê. Greva birçîbûnê pir bi wate ye. Çalaki gihiştiye armanca xwe û wateya xwe dîtiye. Bêyî ku têkevin nava fikaran û ramanan bila bi lezgîn dest ji çalakiya greva birçîbûnê berdin. Ez li vir ji hemû kesên ketine greva birçîbûnê bi taybetî kesên koma ewil û duyemîn yek bi yek slav dikim. Barkirina karê li ser milê girtiyan ne sincî û mirovane ye. Ne wijdanî ye jî."

Mehmet Ocalan, da zanîn ku birayê wî gotiye tenduristiya wî baş e û wiha berdewam kir: "Birayê min got "Bila her kes baş zanibe ku ne tenê li Kurdistanê li hemû cîhanê kî li ku çi dike, ji bo mirovahiye çiqas gav tê avêtin weki ku bi wan re bimeşe û bi wan re bijî di her mijarê de agahiya wî heye. "

Ocalan, destnîşan kir ku 15 mehin bi hincetên cuda malbat û parêzer rastî astengiyan tên û nikarin biçin Îmraliyê. Ocalan, bilêv kir ku nêzî 45 teqîqeyan li Îmraliye bi birayê xwe re hevdîtin kir û wiha berdewam kir: "Astengiyên li pêş hevdîtinê nayên qebûlkirin. Hincetên astengiyê jî nayên qebûlkirin. Armanca hevdîtina me ya duh jî wekî hûn dizanin girtiyên ku 68 rojin di grevê dene ji bo dawî li grevê bînin bû. Girtiyên ku rewşa tenduristiya wan nebaş bû ji ber ku ancak ew bi banga Ocalan dawî li grevê bînin em çûn. Hem malbat û hem jî hemû cemawerî dizanin ku bidawîbûna grevê tenê Serok dikare bike. Li ser vê yekê em çûn gravê."

Ocalan: Ev çalakî ji bo min pir watedar e'

Mehmet Ocalan axaftina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wiha anî ziman: "Ewil ji min re got çima tu hat? Pişt re bin sedem jêre got. Min got ji 2 hefteyê carekê me yê hevdîtinê heye û ji ber sedemên derve yên cuda hatime. Min got hevalên me di greva birçîbûnê dene. Min sedema greva birçibûnê vegot. Serok ji min re got 'Greva birçibunê ke karê girtiyên hundir e. Divê ev çalaki li derve bê kirin. Karê kesên li derve girtiyên zindanan kir. Ev ne rast e. Nêzî 70 rojin ketine grevê û hatine sînorê mirinê. Ez li vir dibêjim lazim e bi lezgîn dawî li grevê bînin. Dema du vegeriya Stenbolê bi rêya çapemeniyê ragihîne. Ev çalakî gihiştiye armanca xwe. Ev çalakî ji bo min pir bi wate û girîng e. Ez bawer dikim ku gihiştiye cihê xwe. Tenduristiya min baş e. Li şûna tenduristiya min ez li geşedan û rewşa girtiyan difikirim. Ez bi şev û roj difikirîm. Têkoşîna min ji bo vê yekê ye. Ez li rê û rêbazan digerim. Dibêjin 'Ocalan li Îmraliye li keyfa xwe dinere' Bila her kes baş zanibe ku ji bo ev pêvajo baş birêv biçe ez li vir di nava lêhûrbûnek mezin de me. Ji bo êşên li ser gelê kurd bi dawi bibin, pirsgireka kurd çareser bibe û bi tevahî pirsgirêk ji holê rabe ez di nava hewldana de me. Ez bi şev û roj vê yekê difikirim û tkoşîna wê didim."

'Barê xwe li hevalên li girtîgehê barkirin ne însanî ne jî wijdanî ye'

Mehmet Ocalan têkildarî hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir axivî û gotinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wiha anîn ziman: "Geşedanên derve kêm û gelek ez dişopînim. Lê heke pêşketinek pêk bê û bê kirin divê bar li hevalên di girtîgehan de neyê barkirin. Ev yek exlaqî nîn û cihê wê di wijdanê de jî tuneye. Ne jî însanî ye. Çi bê kirin, kîjan têkoşîn bê dayîn divê kesên derve li gorî hêz û derfetên xwe bikin. Deh hezaran gelê me di girtîgehan de ye. Li şuna bari li wan bêkirin, di serî de Amed, hemû herêm û cihên kurd lê dijîn gel bên cem hev û têkildarî pirsgirêkan de bertekên xwe bînin ziman. Bi taybet têkoşîna tê dayîn divê li hemberî xelaskirina hevalên di girtîgehê de be. Vê yekê bikin. Tenê BDP û KCD na divê hemû saziyên civakî yên sivîl û derdorên demokratîk ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tevkariyê bidin û ji bo azadiya hevalên di girtîgehê de bi xebitin. Tu sucê wan tuneye. Ew bê sûc hatin girtin. Tenê bi mafên xwe yên zagonî û demokratîk têkoşîn kirin."

'Rewşa birayê min a tenduristî baş e û deruniya wî weke ya 12 sal berê ye'

Mehmet Ocalan têkildarî tendurîst û rewşa birayê xwe ya fizîkî ya ku di serî de gelê kurd û hemû raya giştî mereq dike jî agahî dan û wiha got: "Ez dizanim ku raya giştî gelek mereq dike. Rewşa wî ya fîzîkî weke berê ye. Pora wî weke ya min a niha ye. Simbêlên wî hêj qurz in lê spî bûn e. Rewşa wî baş e. Deruniya wî 10-12 sal berê çawa bû niha jî wisa ye. Bila hemû kes bizane ku, tenê li Kurdistanê na li her derê cîhanê gavên ji bo mirovahiyê tên avêtin tu dê bêjî bi wanre dimeşe û weke bi wan re dijî di her mijarê de axagaiya wî heye. Ji vê yekê baştir çi heye."

'Xweseriya li Suriyeyê bi têkoşîna hevpariya gelên din dê bi wate bibe'

Mehmet Ocalan, da zanîn ku birayê wî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têkiildarî rewşa dawî ya kurdên Suriyeyê û destketiyên wan jî nirxandin kir û wiha got: "Serokatiyê silav ji kurdên li çar perçeyan dijîn re şandin û têkildarî Suriyeyê de wiha got, 'Tenê kurdên Suriyeyê 6 bajar bi dest xistin pirsgirêka li Suriyeyê çareser nabe. Di saziyên demokratîk û dezgehan de bi gelên erep, çuhî, xirstiyan û hemû gelên din re di nava têkiliyê de bin. Bila bi hev re tevbigerin, saziyan ava bikin û da ku bi vî şiklî xweseriya bi wate bikin. Ji vê saetê şunda ne Beşşer Esed û ne jî Artêşa Azad a Suriyeyê gelan azad nake. Pevçûnên li wir gelek taluke ne. Ji bo ku ev talukeyê ji holê bêrakirin, xweseriya demokratîk li wir bi têkoşîna hemû hemû gel û derdorên din re dê pêk bê. Heke bi hev re tevbigerin dê bi wate bibe û çareseriyê pêk bînin. Bila kurdên Suriyeyê baş bizanin ku, tenê pirsgirêk bi 6 bajaran çareser nabe. Heke pêşnekevin dibe ku destketiyên wir bikevin talokeyê. Ji bo kurdên Suriyeyê bi hev re tevgerîn baştir e.'"

'Ya min li ser piyan digire çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd e'

Mehmet Ocalan bertek nîşanî hinek saziyên çapemeniyê yên der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nûçeyên derew diweşînin da û wiha axivî: "Di hevdîtinê de hinek nûçeyên di hinek rojnameyan de derdikevin dan wî. Serokatiyê got di wan nûçeyan de tê gotin, 'Ocalan li Îmraliyê di nava luksê de dijî' Got, 'Ev derewên gelek mezin in' Serokatiyê got, 'Di nava çar dîwaran de em bi zorê bêhnê digirin' Birayê min dîsa bang li dewletê kir û got, 'Heke dewleta Tirkiye bi awayekî demokratîk nêzî pirsgirêkê bibe, tu pirsgirêkên neyên çareserkirin tune û riya rast ev e. A ya di nava çar dîwaran de bin li ser piyan digire, çareseriya pirsgirêka kurd û hemû pirsgirêkên din ên Tirkiyeyê yên bi riyên demokratîk in.'"

(bd/mae)