Berfê bandorek neyînî kir
Berfê bandorek neyînî li ser Mûş û Wanê kir
Barîna berfê ya li Wan û navçeyê wê duh dest pê kir heta serê sibê berdewam kir. Li navçeya Kopê ya Mûşê jî berfa zêde bariya bandorek neyînî li ser welatiyan kir.
Piştî hefteyekê li Wanê roj derket dîsa berfê dest pê kir. Berfa ku ji duh êvarî de li Wan û navçeyê wê dest pê kir, heta serê sibê berdewam kir. Berfa ku herî zêde li Wan û Erdîş bariya bandonek neyînî li ser welatiyan kir. Welatiyên ku hêj di konan û konteyniran de dimînin ketin bin bandorek neyînî. Piştî berfê dest pê kir û ceyran jî qut bû. Bi çûyîna ceryanê re welatiyên di konteyniran de dimînin bi hewaya sar re rû bi rû mane. Li gelek navçe û bajaroka xebatê paqijkirina berfê hateine destpêkirin. Li Wan û Bajaroka Eganîsê komên paqijkirana hatin destpêkirin.
KOP
Li navçeya Kopê ya Muşê jî berfê tesîra xwe nîşan da. Serê sibê barîna berfê li navçeyê jiyan rawestand. Pişti berf zêde bariya şaredarî jî ket nava hewldanên paqijkirinê.
(bg/mae)