Berfê rêyên bingehîn ên Bakurê Kurdistanê girt
AMED 12.12.2013 09:17:20 Berfa ku li Bakurê Kurdistanê ev du roj in dibare, bandoreke neyînî li jiyana rojane dike. Li Amed-Riha-Dîlok-Colemêrg-Mêrdîn-Şirnexê gelek rêyên bejahî yên bajar û navçeyan bi hev ve girê didin, hatin girtin. Li Zanîngeha Dîcleyê jî ji ber berfê du rojan navber li perwerdeyê hat dayîn.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ji ber berfa du roj in li Bakurê Kurdistanê dibare, rêyên navbera Riha-Wêranşar-Qoser, Qoser-Nisêbîn-Cizîr, Mîdyad-Hezex-Cizîr, Şirnex-Qilaban, Dihê-Şirnex, Amed-Sîwereg, Curnê Reş-Riha, Riha-Dîlok, Tetwan-Gewaş û Colemêrg-Çelê ji ber berf û xeteriya aşûtê, hatin girtin.
Ji ber berfa dijwar li herêmên Şirnex-Colemêrgê, xebatên vekirina rê nekarî bê destpêkirin.
Di vê navberê de ji ber berfê li Zanîngeha Dîcleyê du rojan navber li perwerdeyê hat dayîn.
Li Amedê seferên balafiran hat betalkirin
Li Amedê ev du roje berf dibare û ji ber barîna berfê seferê balafiran hatin betalkirin. Li seranserê bajar jî riya 450 gund û mezrayê hat girtin.
Berfa duh li Amedê dest pê kir û bê navber bariya, bandorek neyînî li ser veguhestina hewayî û bejayî dike. Ji ber şert û mercên hewayî Turk Hava Yollari, SunExpress, Anadolu Jet, Pegasus Hava Yollari û Onur Hava Yollari seferên xwe yên Amed, Stenbol, Enqere û Îzmîrê betal kir.
Îro ji nîvro şûnde û êvarê 18 seferên ku divê bihata kirin hatin betalkirin. Li aliyê din riya 450 gundî hat girtin. Ekîbên trafîkê wesayîtên ku zincîr û tekerên wan yên berfê tunebe desturê nade derketina wan.