1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Berhem Salih: Bi çekan îradeya gelê kurd ji holê ranabe
Berhem Salih: Bi çekan îradeya gelê kurd ji holê ranabe,berhem,salih,bi,çekan,îradeya,gelê,kurd,ji,holê,ranabe

Berhem Salih: Bi çekan îradeya gelê kurd ji holê ranabe

A+ A-

SİLÊMANÎ / ROJNEWS Cîgirê duyemîn ê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) xemgîniya xwe ya li hember êrişên Tirkiyê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê nîşan da û wiha got: “Bi çek û darbeyan îradeya azadîxwaz a gelê Kurdistanê ji nav naçe.”

Derbarê êrişên Tirkiyê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê, cîgirê duyemîn ê sekreterê giştî yê YNK’ê Dr. Berhem Salih li ser rûpelê xwe yê taybet ê Facebookê daxuyaniyek nivîskî belav kir. Salih wiha dibêje: “Bombebarankirina baregehên PKK’ê cihê dilgiraniyê ye, karek ne rewa ye, berevajî bernameya aştî û çareseriya demokratîke. Pirsgirêka rewa ya gelê Kurdistanê dikare bi îspatkirina maf û bi rêyên aştiyane were çareser kirin. Bi ti awayî bi çek û darbeyan, îradeya azadîxwaz a gelê Kurdistanê nayê jinav birin.” Berhem Salih di berdewama axaftinên xwe de wiha dibêje: “Di demek ku divê ev êrişên Tirkiyê werin rawestandin, hêvîdarim PKK bi pîşeya xwe ya şoreşgerî sebir bike. Herwiha AKP û HDP pêvajoya aştiyê berdewam bikin. Destûr nedin ku şer li navçeyê belav bibe, karesat û wêrankirinê bi xwe re bêne.”

Cîgirê duyemîn ê sekreterê giştî yê YNK’ê Dr. Berhem Salih di dawiya daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Ev bûyerane zengeke ji bo eger û metirsiyên niha û siberojê. Amajeyeke ji bo pêşîgirtina pêşveçûna tevgera demokrasî û azadîxwaz a kurdan. Bi rêya van pîlan û êrişane, rewşa aloz a siyasî û nakokiyên navxwe, ji ber vê bargiraniya krîza aborî; erkên parastina Herêma Kurdistan û piştgiriya netewî giran û dijwartire. Lewra pêwîste krîza îro ya deshilatdariya Kurdistanê bi reform, birêxistinkirina nav mala kurd, demokrasî, dadperwerî, yek helwestî û karînên di warê gefên ewlekariya netewî ya Kurdistanê de werin çareser kirin.”

(şf/mo)