Berhem Salih: Êrîş li dijî aşitiyê ye
Berhem Salih: Êrîşa li Parîsê li dijî aşitiyê pêk hatiye
Endamê Polîtburoya YNK’ê û Serokwezîrê berê yê Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Salih bi peyamekê komkujiya li Parîsê pêk hat û di encamê de sê jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jiyana xwe ji dest dan şermezar kir û diyar kir ku ev komkujî li hemberî aşitiya di navbera PKK û hukûmeta Tirkiyeyê de pêk hatiye.
Dr. Berhem Salih di peyama xwe de got: “Ew kiryara terorkirina sê jinên çalakvanên Kurd cihê xemgîniyeke kûr e û pirsnîşaneke mezin e. Hewwleke ji bo terorkirina aştiya di navbera PKK`ê, BDP`ê û hikûmeta Tirkiyeyê de ye.”
Peyama Salih wiha berdewam dike: ““Terorkirina sê jinên Kurd li Navenda Zanyarî ya Kurdistanî li Parîsê cihê mixabiniyê ye” û da zanîn ku ew hêz an jî aliyên ku vê komkujiyê pêk bîne dixwazin di carekê de “aşitiya di navbera PKK, BDP û dewleta Tirkiyeyê de teror bikin.” Salih da zanîn ku ew piştgiriyê didin çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên aşitiyane û vê bûyera “terorîstî” şermezar kir.
Salih ji kesûkar û xizmên her sê jinên di komkujiyê de hatin qetilkirin re sersaxî xwest û ji dewleta Franse xwest ku di demek zû de vê komkujiyê ronî bike û xwest hewldanên ji bo pêşveçûna çareseriya pirsgirêka Kurd vala neçin.
ANF NEWS AGENCY