1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Beriya hilbijartinê pêla operasyonên qirkirina siyasî
Beriya hilbijartinê pêla operasyonên qirkirina siyasî,beriya,hilbijartinê,pêla,operasyonên,qirkirina,siyasî

Beriya hilbijartinê pêla operasyonên qirkirina siyasî

A+ A-

DÎLOK/ MÛŞ (DÎHA)- Li Dîlok û Mûşê di operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin binçavkirin.

Li Dîlokê di operasyonên qirkirinên siyasî de di nav de xebatkarên KJA'yê jî hene herî kên 8 kes hatni binçavkirin. Li navçeyên Şahînbey û Şehîtkamîlê polîsan bi ser gelek malên li taxên Vatan, Beydîllî, Golluce, Gazîkent û Aydinlarê de girtin. Di dema serdegirtinan de deriyên malan hatin şikandin û gelek wesayîtên zirxî li taxan hatin bicihkirin. Di serdegirtinan de xebatkarên KJA'yê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Navên hin kesên ku hate hînbûn ev in: Xebat Gengeç, Osman Gumuş, Bîrten Ado, Seyfettîn Yildiz, Mustafa Tunç, Rabîa Ozer, Salîh Bîrîşîk û Îbrahîm Olcay. Hate hînbûn ku serdegirtin didomin û dema serdegirtinan polîsan bi gotina "em ê we gulebaran bikin" gef li welatiyan xwarine.

Li gundên Sîmo û Sultanli yên bi ser navçeya Kopê ya Mûşê jî tîmên taybet û cendirmeyan bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de welatiyên bi navê Nasir Gollutekîn, Medenî Gollutekîn, Feyat Çîmenlî, Sadik Çakir, Murat Çakir, Tufan Bîngol, Kadîr Bîngol, M. Salîh Karaçelîk û Veysî Kuçukdag hatin binçavkirin. Welatiyên ku sedema binçavkirinan nehat hînbûn, birin Qereqola Cendirmeyan.

(sa)