Beriya konferansa Rojavayê Kurdistanê resepsiyon
Beşdarên konferansa “Şêwra Neteweyî” ya Kurdan a ku dê îro li Parlementoya Franseyê bê lidarxistin bibin, beriya konferansê di resepsiyonekê de gihiştin hev. Di resepsiyonê de tevî nunerên partî û rêxistinên cûda yên Kurdan, endamên Desteya Bilind a Kurdan (DBK) Hevserokên KCD’ê Ahmet Turk û Aysel Tûglûk jî beşdar bûn.
Parlementoya Franseyê ji bo civînek girîng a Kurdan malovanî dike. Di konferansa “Şêwra Neteweyî” de ku ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ve tê lidarxistin, dê rewşa Rojavayê Kurdistanê bê gotûbêjkirin. Di konferansê de dê hewla xurtkirina xurtkirina yekitî û piştevaniya di nav Kurdan de bê dayin û nunerên gelek partî û rêxistinên Kurd ên li welat û derveyê welat, her wiha gelek rewşenbîr dê beşdar bibin.
Beriya Şêwra Neteweyî, êvara înê, li Akademiya Çand û Hunerê ya Kurdan a li Parîsê resepsiyonek hate dayin. Di respesyonê de Hevserokên PYD’ê Salih Muslim û Sînem Muhemed, ji Başûrê Kurdistanê Serokê Yekitiya Parlementeran Nîmet Ebdullah, Hevserokên KCD’ê Aysel Tûglûk û Ahmet Turk û gelek kes beşdar bûn.
Di resepsiyonê de dostên Kurd ên Frensî jî amade bûn. Di resepsiyonê de firsend çêbûn ku beşdar beriya konferansê sohbet bikin. Her yek ji Serokê KNK’ê Tahir Kemalîzade û Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk axaftinek kirin û beşdarên konferansê silav kirin.
ANF NEWS AGENCY