'Beriya mirinê em dixwazin zarokên xwe bibîn in'
10:03 04.01.2014 1 / 7 AMED (DÎHA) - Teyfîk Ateş û Remziye Ateş ku li gundê Tepecûk a girêdayê navçeya Karazê ya Amedê rûdinên, du zarokên wan cezayê muebetê girtine û sirgunê Girtîgeha Girtî ya Tipa L a Kepsut a Balikesîrê hatine kirin. Dayik u bav hesreta zarokên xwe dikşînin. Bav Ateş ku di sala 1990'an de gundê wan hatiye şewitandin û 2 zarokên wî li serê çiyane got "Ez bêriya 4 zarokên xwe dikim. Dayika wan şel û şaht e nikare derkeve rê. Di lingê min de jî platîn heye em ixtiyarin. Em hesreta zarokên xwe dijîn. Beriya mirinê em dixwazin bi zarokên xwe re bijîn."
Di girtîgehan de li ser pêkanînên keyfî, binpêkirina maf û pêkûtiyan ku sirgun jî zêde dibin ji bo girtiyan dibe wek e îşkence, ji bo xizmên girtiyan jî dibe eziyetek mezin. Hin hemwelatî ji bo dîtina xizmên xwe yên hatine sirgunkirin bi kîlo metreyan dûr birine hemû cure eziyetê didin ber çavan, hin hemwelatî jî ji ber aboriyê bi mehan heta bi salan xizmên xwe nikarin bibîn in. Ji bo xizmên nexweş û ixtiyar ên girtiyan ev yek dibe wek e îşkenceyê. Dayik Aştiyê Remziye Ateş a li gundê Tepecûk a girêdayê navçeya Karazê ya Amedê rûdinê û bedena wê hinek bi felce, bav Teyfîk Ateş ku di lingê wî de platîn heye, ji van malbatan tenê yek in. Malbata Ateş a 2 zarokên wan di nava refên PKK'ê de ne û 2 zarokên wan jî di girtîgehê de ne.
Bi bêrîkirina 4 zarokên xwe dijîn
Malbata di salên 90'î de di pêvajoyeke pêkûtiyan de derbasbûne, li ber çavên wan ji hêla leşker û cerdevanan ve gundê wan hate şewitandin, şahidiya kûştina gelek mirovan kiriye. Malbata Ateş ku li ber zêdebûna pêkûtiyan nikaribûn îdare bikin wek e gelek malbatan bi neçarî goç kirin. Malbata Ateş ku bêrîkirina 2 zarokên xwe yên di nava refên PKK'ê de bi sirgunkirina 2 zarokên wan ên bi kîlometreyan dûr a girtîgehê hatine kirin bû du qat zêde bû. Malbata Ateş, du zarokên wan Îbrahîm Ateş û Mehmet Ateş ku berê di Girtîgeha Tîpa E ya Semsûrê de bûn di meha cotmehê sala 2012'an de sirgûnê Girtîgeha Tîpa L a Kepsut a Balikesîrê hatine kirin, ev bû 13 meh zarokên xwe nikarin bibîn in. Dê û bav bêrikirina her du zarokên xwe bi wêneyan derbas dikin.
'An hûnê bibin cerdevan an jî gund vala bikin'
Bav Teyfîk Ateş, diyar kir ku di salên 1990'an de bi zêdebûna pêkûtiyan re li gundê Tepecûkê jî çews zêdebûne, ji hêla leşker û cerdevanan ve tundiya hem derûnî û hem jî fizîkî li wan hatiye kirin û da zanîn ku di 20'ê kanûna 1992'an de gundên wan hatiye şewitandin. Bav Ateş, destnîşan kir ku gundê wan her tim di bin gefan de bû û wiha got: "Leşkeran her roj digotin 'an hûnê bibin cerdevan an jî gund vala bikin'. Ji bo gund perçe bikin digotin 'bibin cerdevan perê xwe bistînin bi rehetî bijîn' ya mirovan dixapandin. Gundiyan cerdevaniyê qebûl nekirin. Berovajiyê wî tevlîbûna PKK'ê çêbû. Bi vê re çews derkete asta herî jor. Di wê demî de piştî tevlîbûna tevgerê dewletê nihêrt ku gund ji dest diçe, dest bi tundî û pêkûtiyan kir. Ev tundî her çiqas diçû zêde dibû. Bi hindikayî hefteyê du caran davêtin ser gund, her derî belav dikirin û wiha dihiştin û diçûn."
'Bi destê cerdevanan dixwestin gund di bin pêkûtiyan de bihêlin'
Ateş, anî ziman ku malbatên zarokên wan tev li PKK'ê bûn hatin binçavkirin û di îşkenceya giran re derbas bûn. Ateş, da zanîn ku kesên hatin binçavkirin di îşkenceya giran re derbas bûn û gelekan hiş û aqilên xwe winda kirin û wiha got: "Di sala 1992'an de welatiyên gundê derdorê ji bo 15'ê Tebaxê pîroz bikin dihatin gundê me. Hin welatî hatin û hin welatî jî bi rêde ji aliyê leşkeran ve hatin rawestandin. Piştî niqaşên di navbera leker, cerdevan û welatiyan de gule li ser welatiyan reşandin. Di mudaxaleyê de zarokê 5 salî jiyek hat qetilkirin. Disa li gundê Karaçimenê welatiyê bi navê Zayit hat qetilkirin. Bi dehan kes birîndar bûn.
'Malan yek bi yek şewitandin'
Bav Ateş, diyar kir ku di 20'ê kanûna sala 1992'an de hemû gundî dema li derve bûn, sercerdevanekî ji gundê Locikê bi texsiyê hate gund, ji nişka ve her çar deriyên texsiyê vebûn gundiyan gulebarankirin. Bav Ateş, da zanîn ku birayê wî ji her du lingên xwe birîndar bû û wiha got: "Di wê pêvçûnî de du cerdevan mirin. Li ser vê bûyerî cerdevanan ji bo şewitandina gund hatin. Leşkeran li serê gir temaşe dikirin. Malan yek bi yek şewitandin. Gelek ciwanên gund binçavkirin. Min jî malbata xwe hilda û çûme gundê Mermerê. Ew şev leşkeran avêtin ser gundê Mermerê. Ya her kesî xistin rêzê û gotin ên ji gundê Tepecûkê bila derkevin pêş. Ez û kurê xwe Mehmet derketin pêş. Me birin qereqolê. Heta serê sibehê me li qereqolê girtin, min berdan lê kurê min bernedan."
'Hem gundê me şewitandin hem jî zarokên me birin'
Bav Ateş, da zanîn ku di wê demî de her kes gund terk kirin û canê xwe bi zor xilas kirin. Ateş, wiha berdewam kir: "10 roj piştî şewitandina gund gundiyê bi navê Hîkmet Taş bi kurê xwe Mehmet Ataş re ji bo ruhsata çeka nêçîrê bigirin çûn qereqolê. Li qereqolê pir baş nêzîkahiya wan dikin. Çay didin wan. Piştre ji bavê Mehmet re dibêjin 'tu here îfadeya kurê te heye ew dê piştre bê'. Bav derdikeve du saet li devê derî disekine û careke din dikeve qereqolê û li kurê xwe dipirse. Dibêjin 'karê kurê te hêj xilas nebûye tu here êvarê tê kurê te bê' û bav diçe malê. Û di heman êvarî de di radyoyan de nûçeyekî 'terorîstek li Qereqola Karazê bi çeka xwe re teslîm bûye' derbas dibe. Ew ciwan jî tê girtin. Piştî salek darizandinek formalîte, kurê min Mehmet Ateş, Mehmet Ataş, ji gund Şerîfe Demîr û Ramazan Ateş ku hatibûn binçavkirin ji madeya 125'emîn 36 cezaya muebetê ceza dane wan. Tu sûcekî wan tuneye û ev 22 sal in di girtîgehê de ne. Hem gundê me şewitandin hem jî zarokên me ji me standin."
'Jiyana me mahf kirin'
Bav Ateş, diyar kir ku piştî wan koçberê Amedê bûn zarokê herî mezin a malê Îbrahîm a 17 salî ji bo li malbatê binêre di aşxaneyekî de dixebitî. Ateş, wiha got: "Di bihara 1994'an de Îbrahîm ji nişka ve ji holê winda bû. Me lêkolîn kir ku derketiye çiya. Kurê min li ber êş û pêkûtiyan îdare nekir. Di havîna 1996'an de agahiyek ji me re hat. Îbrahîm di pêvçûnekî de birîndar bûye. Kurê min ji me re anîn. Dayika wî bi dermanên xwe lê dinêhirt. Du meh û nîv ew derman kir. Piştre yê Îbrahîm ji me re anîbû hate girtin. Kurê min da dest. Kurê min bi birîndarî mehek û nîv di bin çav de mabû. Piştî salek darizandinê Îbrahîm jî ji madeya 125'emîn cezayê muebetê xwar. Ew jî ev 18 sal e girtî ye. Piştre her du zarokên min ên din jî li pey hev ji holê winda bûn. Em hînbûn ku ew jî tevlî refê PKK'ê bûne. Me gelek tişt jiya ye. Jiyana me mahfkirin. Bi salane zilim li kurdan dikin. Ew bi xwe dişewitînin, xiradikin, îşkence dikin. Dîsa êşa wî ji me derdixin."
'Ne edalet û ne jî mirovahiya vî dewletî heye'
Bav Ateş, da zanîn ku her çar zarokên wan li ber çavên wan windabûyîn pir zahmet e lê zora wan naçe. Ateş, wiha got: "Li zora min naçe. Lewra ew di riya rast de ne. Diziyê nekirine, neheqiyê li kesî nekirine. Dewlet li hemberê me bûye wekî gurek. Zarokên me şandin goristanan û girtîgehan. Em ji dûrbûna zarokên xwe acizin, em ixtiyarin îdare nakin. Divê li vê welatî edalet hebe. Ewqas jî nabe. Eger li vê welatî edalet hebûya dê ewqas zarok bi vê awayî nehatibûna qetilkirin. Ev hovîtiye. Ne edaleta vê û ne jî însanetiya vê heye."
'Beriya mirinê em dixwazin bi zarokên xwe re bijîn'
Ateş, diyar kir ku Mehmet û Îbrahîm herî dawî dema di Girtîgeha Tîpa E ya Semsûre de bûn bi riya 3 saetan dikaribûn zarokên xwe ditibûya. Ateş, da zanîn ku lê di meha cotmehê sala 2012'an de sirgûna Girtîgeha Tîpa L a Kepsût a Balikesîrê re ew şensê wan ji holê rabû. Bav Ateş, destnîşan kir ku ev 13 mehin hesreta dîtina zarokên xwe ne. Ateş, ev tişt gotin: "Dayika wan şehte nikare bikeve rê. Di lingê min de platîn heye, em ixtiyarin. Em nikarin zarokên xwe bibîn in. Di destê me de tenê wêneyên wan heye. Em li wêneyan dinêrin û digirîn. Em hesreta zarokê xwe ne. Em pir bêriya wan dikin. Îbrahîm bi nexweşîna zerikê ketiye û hêj jî di lingê wî de perçeyên şarapnelê heye, bi pê re dijî. Mehmet jî fitiqa sitû û pişt heye pê re. Zarokên me li wir nexweşin em nikarin wan bibînin. Û em beriya mirinê dixwazin bi zarokên xwe re bijîn. Em dixwazin wan bibînin. Em ji vir bang li rayedaran dikin. Zarokên me berdin."
(ea/mae)