Berlinala 64’mîn dest pê kir
BERLÎN 07.02.2014 07:43:30 Berlînala 64’mîn bi fîlma bi navê, ‘The Grand Budapest Hotel’ deriyê xwe vekir. Di vekirinê de gelek sînemavanêncîhanî ên bi nav û deng tevlî bûn.
64’emîn festîvala filman a navnetewî ya Berlîn şeva derbas bû derîyê xwe wekî fermî vekir. Di vê festîvalê de di16’ê Sibatê de wê bi xeletdayîna bi dawî bibe û dê 409 fîlm bên temaşekirin. Ji van 20’an jî dê ji bo xeleta herî mezin a “Hirçê Zêr” pêşbirkî bikin. Heyeta jûrî ya festîvalê dûh piştî nîvro derket hemberî çapemeniyê.
Bi rêvebirtiya Derhênera Emerîkî û sanarîst James Schamus bi heyeta jûrî Barbara Broccoli, Trînw Dyrholm, Mîtra Farahanî, Greta Gerwîg, Mîchel Gondry, Tony Leung û Chrîstoph Waltz der heqê pêşbirka festîvala film, pirsên rojnemevanan bersivandin. Serokê jûriyê da xûyakirin û heyeta jûriyê şiband malbatek û wisa got: “ malbatek ji bo der heqê mijarek serî li nêrînên bi giştî ferdên xwe dikin. Pêwîstiyên rûniştina masê wisaye. Em jî livir malbatekin û em jî fîlman tîne cemhev.”
Lîstokvanê Avusturyayî Christoph Waltz ku di jûrîde cîh girtibû û got, di festîvala filman a Cannesê de ez gelek başbûm.
Bi fermî vekirina festîval jî bi temaşekirina filma “ The Grand Hotel Budapest’ hat vekirin. Di cîhanê 3 hezar kes tevli vê galayê bû û ji xaliya sor jî stêrkên bi nav û deng , Wes Anderson , Nîna Hoss, Edward Norton, Martîna Gedeck, Chrîstoph Waltz tevlî bûn.
JI DERHÊNER ANDERSON FILMEKÎ CÛDA
Derhêner Wes Anderson, wekî filmê berêjî fîlmê dawî “ The Grand Budapest Hotel” bala mirov dikşîne. piştî fîlma Anderson a “Moonrîse Kîngdom” xebatê wîyê nû “The Grand Budapest Hotel” navê efsanewî ku di salê 1920’de li Ewrûpa di otelekîde peywîrê xwe dikir, macerayên Gustave h. Û hevalê wî yê nêz Zero Moustafa vedibêje.