Bernameya Cejna Zimanê Kurdî aşkera kirin
12 Gulan
AMED (DÎHA) - Li navçeya Erxeniyê BDP, saziyên sivîl ên civakî û saziyên çandê di navbera 13-17'ê Gulanê de dê bi çalakiyan Cejna Zimanê Kurdî pîroz bikin.
Li navçeya Erxaniya Amedê bi munasebeta Cejna Zimanê Kurdî dê di navbera 13-17'ê Gulanê de çalakî û panel bên lidarxistin. KURDÎ-DER, TZP Kurdî, Navenda Çandê ya Hîlarê, Nûnertiya Egîtîm Senê ya Erxeniyê, MEYA-DER, TUHAD-DER û Meclîsên Taxan bi daxuyaniyekî bernameya çalakiyan aşkera kirin. Di çarçoveya bernameya ku dê sibehê dest pê bike, dê ji girtiyên siyasî re kart bên şandin.
Bernameya çalakiyan wiha ye: "Di 14'ê Gulanê de li ber Parka Şaredariyê pêşangeha wêneyan, li Navenda Çandê ya Hîlarê resepsiyon, li Salona Konferansê ya Şaredariyê şanoya bi navê Qirdik dê bê pêşkêşkirin. Di 15'ê Gulanê de li ber Kurdî Dera Erxaniyê heta Parka Şaredariyê dê meş bê lidarxistin û daxuyanî bê dayîn. Di 16'ê Gulanê de dê li Parka Şaredariyê ya li ser riya Amedê bi tevlîbûna Osman Ozçelîk, Rojîn Zark, Zaza Cebelî, Davut Gulsun panel bê lidarxistin. Di 17'ê Gulanê de li Şikeftên Hîlarê dê Mîrady, Bulent Turan, Sîdar Amedî, Koma Argun, Koma Nûjiyan, Dîwana Dengbêjan dê konser bidin."
(sa/mae)