Bernameya dawiya salê dest pê kir
Bernameya dawiya salê ya Navenda Çanda Cegerxwîn dest pê kir
ANF - AMED Şahiyên dawiya salê yên Navenda Çan û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwîn ya Şaredariya Kaypinarê dest pê kir. Bernameyên ku dê sêrojan bidome, di roja yekemîn de xwendekarên kursiyer xwepêşandanên folklor, muzîk û şaniyê kirin û fîlmên xwe yekineya sînemeyê kişandibûn jî dan nîşandan.
Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwewîn ku di qada wêje, muzîk, wêne, resk û hrw. Din de perwerdê dide, bernameya wan ya dawiya salê dest pê kir. Bernameya ku dê sê rojan bidome, bi panel, pêşangeh, reks û muzîk bê pêşkêşkirin.
Vekirina şahiyan kul i salona sînemaya navenda çandê dest pê kir, Şaredarê Kayapinarê Mahmut Dag, cigirên şaredar Aynur Yilmaz, Îhsan Avci, xwendekarên akademiyê, malbat û hezkiriyên hunerê tevli bûn.
Cigirê şaredar Îhsan Avci axivî û got: “Em careke din piştgiriya xwe ya bo kampnayaya rêxistinên kurdan a li aijî polîtîkayên asîmîlasyonê dane destpêkirin, tînin ziman û li navenda me ciwan li dijî qikirina çandî xebatên gelek girîng dike. Gelê kurd heta niha li her qadê li dijî înkar û îmhayê têkoşiyaye. Bi vê têkoşînê saziyên xwe ava kirine û peywirê girîng dikeve ser van saziyan. Em ji bo hemû kursiyerên xwe spas dikin.”
Bername bi pêşandane wêneyên xwendekaran hat destpêkirin. Her wiha reksa gelerî ya herêma Mêrdîn û muzîk û pêşandanên dansê hatin nîşandan. Her wiha fîlmên beşa yekineya sînemayê kişandibûn jî hatin nîşandan. Bername îro û sibe jî didome.