Bernameya Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê
DÊRSIM (DÎHA) - Ji aliyê Şaredariya Dêrsimê îsal 13'emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Dêrsimê tê lidarxistin û bernameya mîhrîcanê hat aşkerakirin.
Şaredariya Dêrsimê wekî her sal îsal jî bi slogana 'Li Dêrsimê ji qirkirina çand û ekolojiyê re na, li ber xwe bide Dêrsim' 13'emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Dêrsimê li dar dixe. Mîhrîcan dê di 25'ê tîrmehê destpê bike û 28'ê tîrmehê bi dawî bibe. Der barê bernameya mîhrîcanê li Salona Konferansê ya Şaredariya Dêrsimê daxuyanî hat dayîn. Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn û endamên komîteya amadekar a mîhrîcanê tevli daxuyaniyê bûn. Şaredar Şahîn diyar kir ku ji ber ku îsal jî mîhrîcanê li dar dixin pir kêfxweş in û ji bo xwedîderketina xwezayê bang kir. Şahîn wiha got: "Ji bo xebateke demokratîk mîhrîcana me girîng e. Em bi tevlibûna hemû saziyên Dêrsimê vê mîhrîcanê lidar dixin." Şahîn bername aşkera kir û bernameya mîhrîcana ku 4 rojan berdewam bike wiha ye;
25 Tirmeh Pêncşem
15.30: Li ber avahiya şaredariyê bernameya vekirina mîhrîcanê. Koma Lîstikên Gel ya Varvara derkeve ser dikê. 15.40: Li ber avahiya şaredariyê vekirina 'Pêşangeha Wêneyan ya Li Dêrsimê Çar Demsal'. 16.00: Li Kolana Hunerê bi mijara 'Li Dêrsimê duh, îro û siberoja elewitiyê' panel bê lidarxistin. Moderatoriya panelê endamê konseya TOBB'ê Yusuf Cengîz dike û Dilşa Denîz, Erdal Gezîk, Alî Tacar û Alî Kenanoglu wek panelîst tevli panelê bibin. 18.00: Li Mala Cem ya Dêrsimê bi tevlibûna Pîr Huseyîn Ozdogan û Pîr Nesîmî 'Cema Yekitiyê' ya kurmancî û kirmançkî bê girtin. 19.00: Li Stadyuma Bajar ya Dêrsimê bi tevlibûna Koroya Zarokan ya GKM'ê, Grup Îsyan Ateşî, Abdal-Haluk Tolga îlhan, Erdal Erzîncan, Îlkay Akkaya û Grup Vardiya konser bê lidarxistin. 22.00: Li Meydana Seyît Riza fîlmên bi navê 'Mara Tepîya' û 'Zemo' bên nîşandin.
26 Tirmeh În
16.00: Li Kolana Hunerê bi mijara 'Ji 38'an heta Sakîneyan Azadiya Jinê' panel bê lidarxistin. Moderatoriya panelê nivîskar û rojnameger Esra Çîftçi bike, Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn, Hevseroka HDP'a Dêrsimê Fatma Kalsen wekî panelîst tevli panelê bibin. 18.00: Di navbera Meydana Seyît Riza û riya Pulurê bi merasîmê dîwarê 'Dersim 38' bê vekirin. Piştre li Meydana Seyît Riza bi navê '4 derî 40 mekan' reqs bê pêşandin. 19.00: Li Stadyuma Bajar ya Dêrsimê bi tevlibûna Koroya Jinan ya GKM'ê, Hasan Alî, Zele Mele, Mizgîn Tahir, Metîn Kahraman, Pinar Aydinlar konser bê lidarxistin. 22.00: Li Meydana Seyît Riza fîlmên bi navê 'Zimanê min zikmakî li ku ye' û 'Derwêş' bên nîşandin.
27 Tirmeh Şemî
09.00: Herêma Memnu Mintika ku piştî komkujiya Dêrsimê ya 38'an hat qedexekirin bernameya bîranînê bê lidarxistin. Huseyîn Ayrilmaz, Îbrahîm Karakaya û Hasan Alî Kiliç wekî axêfger tevli bernameyê bibin. 14.00: Li Kolana Hunerê bi mijara 'Pêvajoya Muzakere, Demokratîkbûyîn û Azadî' panel bê lidarxistin. Moderatoriya panelê Hevserokê BDP'a Dêrsimê Ergîn Dogru bike, parlamenter Sirri Sureyya Onder, hîndekarê Zanîngeha Enqereyê Prof. Dr. Mîthat Sancar, nivîskar û lêkolîner Temel Demîrer dê wekî panelîst tevli panelê bibin. 18.30: Li Meydana Seyît Riza pêşandana pandomînê. 19.30: Li Stadyuma Bajar ya Dêrsimê bi tevlibûna Koma Îşuva, Kolektîfa Huner Raman a RED, Muptela-î Gam, Dogan Çelîk, Ferhat Tunç, Niyazî Koyuncu û Xemgîn Bîrhat konser bê lidarxistin. Di heman saetê de li Meydana Seyît Riza koma Şano ya bi navê Areye Kay, lîstika şanoyê ya bi navê 'Xirma Çek' bilîzin.
28 Tîrmeh Yekşem
14.00: Li Kolana Hunerê bi tevlîbûna helbestvan Nesîmî Aday, Mehmet Çetîn û Fadil Ozturk bernameya helbest guhdarkirinê bê lidarxistin. 15.00: Li Kolana Hunerê bi mijara '52 Qereqol, 23 HES, 145 Projeyên Madenê' panel bê lidarxistin. Endamê Komîsyona Hiqûqa Bajar û Hawirdarê ya TBB Yakup Okumuşoglu moderatiyê bike û rojnameger û nivîskar Metîn Yegîn, şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn û endamê Hewldana Parastina Xweza û Çanda Dêrsimê Bariş Yildirim wek axêfger tevli panelê bibin. 18.00: Ber bi Jara Gola Çetu meş bê lidarxistin û bê ziyaretkirin. 19.00: Li Stadyuma Bajar ya Dêrsimê bi tevlibûna hunermend Mehmet Ekîcî, Grup Munzur, Erdogan Emîr, Ayfer Duzdaş, Ahmet Aslan û Suavî konser bê lidarxistin. 22.00: Li Meydana Seyît Riza fîlmê 'Rewşên Asayî' (Olagan Haller) ku mijara wê asîmîlasyona 12'ê îlonê ya Dêrsimê ye bê nîşandin.
(ça)