1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bernameya çalakiyên 25'ê Mijdarê eşkere bû
Bernameya çalakiyên 25'ê Mijdarê eşkere bû,bernameya,çalakiyên,25,ê,mijdarê,eşkere,bû

Bernameya çalakiyên 25'ê Mijdarê eşkere bû

A+ A-

HAWAR NEWS - QAMIŞLO- Bi nêzîkbûna 25'ê Mijdarê roja tundiya li dijî jinê re bi durişmeya 'Jina azad misogeriya Netewa Demokratîk e' Desteya Jin a herêma Cizîrê bernameya çalakiyên xwe yên li herêmê eşkere kir. Çalakî wê ji 13 heta 25'ê mijdarê bidomin.

Girêdayî mijarê Seroka Desteya Jin a herêma Cizîrê Emîne Umer diyar kir ku amadekariyên wan ji bo roja 25'ê Mijdarê wê 13 mehê li bajarê Dêrikê bi semînerekê ji bo jinên ciwan were dayîn.

Li gorî Emîne Umer Bernameya çalakiyan wiha ye:

- Li tevahiya bajarên herêma Cizîrê wê ji 13 heta 19 Mijdarê wê semîner werin dayîn.

- Di 20 Mijdarê de wê Desteya Jin û rêxistinên jinan serdana navendên şervanên YPJ'ê bikin.

- Di 21’ê mijdarê de wê Desteya jin serdana Kampa Newroz ya li bajarê Dêrikê bikin. Li wir ji bo jinên Şengalî wê derbarê tundiya li dijî jinê semînerek were dayîn.

- Di 24'ê mijdarê de wê ji aliyê Desteya Jin Konferansa Jinê were lidarxistin. Di Konferansê de wê jinên ji Bakûr û Başûrê Kurdistanê amade bibin. Di Konferansê de wê serjimêreke derbarê hejmara jinên Şengalî yên tundî û destdirêjî li wan hatiye kirin.

- Di roja 25’ê Mijdarê de wê Destey Jin xwepêşandaneke girseyî organîze bike. hemû sazî, rêxistinên jinan wê tevlî vê çalakiya bibin.

Di 25'ê Mijdarê de wê Yekîtiya Jinên Suryanî derbarê tundiya li dijî jinê senevîzyonekê pêşkêş bike û wê girêdayî mijarê semînerekê bide.

Emîne Umer bang li tevahiya jinan kir ku bi awayekî girseyî tevlî çalakiyên 25’ê mijdarê bibin.

(ra/he)