1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bernath: Erdogan ji zimanê zextê fêhm dike
Bernath: Erdogan ji zimanê zextê fêhm dike,bernath,erdogan,ji,zimanê,zextê,fêhm,dike

Bernath: Erdogan ji zimanê zextê fêhm dike

Der Standard: Ya ku cîhan gelekî girîng dibîne û li ser disekine, ne xema rêveberiya Tirkiyeyê ye. Tayyîp Erdogan hem bûye hiqûq, hem bûye dewlet, hem jî bûye îman. Hemû di zikhev de ne

A+ A-

VIYANA - ANF Ji rojnameya Der Standard a Awûstûryayê Markûs Bernath di şîrove nivîseke xwe de da xuyakirin, ku ji bo dîktatoriya Erdogan ji rêya heyî bê vegerandin, divê bi lez û bez hewldan bên kirin. Di nivîsê de hat bibîrxistin, ku lîderê Rûsyayê Pûtîn, bi pêkanînên xwe yên ji ber krîza balafirê serî li Erdogan daye tewandin.

Markûs Bernath got, "Ya ku cîhan gelekî girîng dibîne û li ser disekine, ne xema rêveberiya Tirkiyeyê ye. Tayyîp Erdogan hem bûye hiqûq, hem bûye dewlet, hem jî bûye îman. Hemû di zikhev de ne" diyar kir, Tirkiye bi Erdogan re li 100 sal beriya niya, yanî li sîstema 'dewleta ji yek partiyê' vegeriya ye.

Bernath da zanîn, piştî rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê, rûdana girtinên duh dihatin texmînkirin, lê belê tevî vê yekê jî 'xemsarî û leza' Erdogan û hikûmeta wî ji bo xilasiya ji dijberên xwe yên siyasî (HDP'yî) Ewropî matmayî hiştiye.

ERDOGAN JI ZIMANÊ KU BI PÊKANÎNAN SERÎ DIDE TEWANDIN, FÊHM DIKE

Bernath da xuyakirin, ku ya Erdogan eleqedar dike 'nêzîkatiya cîhana derve' ye û got, "Zext, zimanê ku Serokkomarê Tirk jê fêhm dike ye. Erdogan herî dawî li pêşberî Serokdewletê Rûs Vladîmîr Pûtîn serî tewand û di Mijara bihurî de ji ber balafira Rûs a hat xisitn, lêborîn xwest. Vê yekê çend mehan dewam kir. Lê ambargo û hin danekirinên ku Serokdewletê Rûsyayê xist meriyetê, bandor li Enqereyê kir."

'JI BO PÊŞÎ LÊ BÊ GIRTIN, DIVÊ SERÎ LI HIN RÊ Û RÊBAZAN WERE DAYÎN'

Markûs Bernath anî ziman, ku Yekîtiya Ewropa bêguman wê kirîna zebzeyan ji Tirkiyeyê nesekinîne, yan jî serî li qedexekirina çûyîna tûrîstan nede û got, "Divê Yekîtiya Ewropa ji bo pêşîgirtina li Enqereyê serî li rê û rêbazên cuda bide. Lê divê vê yekê bi lez bike."

Bernath ragihand, Erdogan û hikûmet ji xwe bawer in ku ji ber krîza penaberan dikare şantajê li Ewropayê bike û destnîşan kir, lazim e Yekîtiya Ewropa bi lez û bez û bi rengekî pê bawer, vê argumana Tirkiyeyê pûç bike.

Bernath herî dawî bibîr xist, ku her sal ji bo pêvajoya endametiya Yekîtiya Ewropayê 1 mîlyar Euro tê dayîn û xwest sedema vê yekê ji Enqereyê re baş rave bike.