1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. "Berpirsiyarê êrîşan AKP ye"
"Berpirsiyarê êrîşan AKP ye",berpirsiyarê,êrîşan,akp,ye

"Berpirsiyarê êrîşan AKP ye"

Meclîsa Jinan a BDP'ê: Berpirsiyarê êrîşên li hemberî partiya me tekane AKP ye

A+ A-

Meclîsa Giştî ya Jinan a BDP'ê, der barê êrîşên li dijî BDP'ê daxuyanî da û anî ziman ku berpirsiyarê hemû êrîşan yekane hikûmeta AKP'ê ye û wiha got: "Berpirsiyarê tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Brêz Abdullah Ocalan berdewam dike jî AKP ye û sedena van geşedanên neyînî jî îsrara neçareseriyê ye."

Meclîsa Giştî ya Jinan a BDP'ê, der barê êrîşên li dijî BDP'ê daxuyaniyek nivîskî da. Meclîsa Jinan a BDP'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku berpirsiyarê hemû êrîşên li dijî partiya wan û lînca li hemberî gelê kurd tê meşandin hikûmeta AKP'ê ye û wiha got: "Dîsa berpirsiyarê tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Brêz Abdullah Ocalan tê meşandin hikûmeta AKP'ê ye. Ji ber tecrid ber dewam dike û israra neçareseriyê didome ev geşedan rû didin. Ji ber şer zêde dibe fikarên me jî zêde dibin. Li aliyekî şer zêde dibe, li a aliyekî sirgûna girtiyan û îşkenceya li ser zarokan zêde dibe. Di 20 salên dawî de bi guleya leşker û polîsan 350 zarok hatin qetilkirin. Bi taybetî di serdema hikûmeta hikûmeta AKP'ê de kuştin, binçavkirin, girtin û zextên li ser kurdan zêde bûn. Hikûmeta AKP'ê çareseriyê di tundî û şer de dibîne. Ji ber vê yekê êrîşî avahiyên BDP'ê dike. Li şûna bi diyalog û muzakereyan pirsgirêkê çareser bike tundiyê zêde dike."

'Medya dika alîkarê xwe'

Meclîsê di berdewama daxuyaniyêde helwesta medya tirk jî rexne kir û anî ziman ku hikûmet medya navendî dike alîkarê xwe û tev li heman sûcî dike. Meclîsê da zanîn ku medya jî bêyî rastiyê lêkolîn bike û du alî nûçeyan bide li dijî feraset û rêgezên çapemeniyê tev digere û civakê şaş agahdar dike. Meclîsê dîsa xwest her tişt bi riya muzakere û diyalogê çareser bibe û dawî li tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê.

(mae)


Bêjeyên Miftehî