1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bersiv da gotûbêjên destnedanê
Bersiv da gotûbêjên destnedanê,bersiv,da,gotûbêjên,destnedanê

Bersiv da gotûbêjên destnedanê

Demîrtaş wiha bersiv da gotûbêjên rakirina destnedanê

A+ A-

Amed - Piştî ku parlementerên BDP’ê li Şemizînanê li rastî kontrola rê ya gerîlayan hatin, gotûbêjên rakirina “destnedana” wekîlên Kurd hat rojevê. Hevserokê BDP’ê Selahattîn bersiv da van gotûbêjan.

Demîrtaş, bi rêya hesabê xwe yê Twitterê, jisediya fezlekeyên der barê partiyên di Meclîsê de hatine amadekirin aşkere kir û got; “Mafê destnedan wekîkan di meclîsê de bi kêrî kê tê, kîjan ên ku suc dikin tên parastin, ger em carek din bi bîr bixin, dê feydeya xwe hebe.”

Li gorî daneyên ku Demîrtaş pêşkêş kir, BDP di warê fezleyekên ji ber nêrînê de yekemîn e, AKP-CHP-MHP jî di warê sextekarî, şelandin, bi xirabî karanîna peywirê, fesadiya îhaleyan de di pêşbaizyê de ne.

Daneyên ku Demîrtaş pêşkêş kir wiha ne:

Fezlekeyên ji ber aşkerekirina nêrîn û ramanan (ji ber axaftinên li cihên cûda hatine kirin: BDP %100, AKP-CHP-MHP % 0

Sextekarî û şelandin: AKP %67, CHP+MHP %33, BDP %0

Bi xirabî karanîna peywirê: AKP %72, CHP+MHP %28, BDP %0

Fesadiya di îhaleyan de: AKP %83, CHP+MHP %17, BDP%0

ANF NEWS AGENCY