Berteka 740 rêxistinên sivîl!..
740 rêxistinên sivîl dê bertekê nîşanî tecrîdê bidin
A+
A-
740 rêxistinên sivîl ên herêmê bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û bertekê nîşanî tecrîdê bidin dê sibê civîna çapemeniyê li dar bixin.
Bertekên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her diçe mezin dibin. Rêxistinên sivîl ên civakî dê sibê saet di 11.00'an de li Cemiyeta Rojnamegerên Guneydogu (GGC) bi armanca bertekan nîşanî tecrîdê bidin daxuyaniyê didin çapemeniyê. Di nav de derdorên kar, baro, sendîka, odeyên pişteyî, komele, koperatîfên jinan, saziyên çandê û kulubên sporê jî hene 740 rêxistinên sivîl dê bertekên xwe bînin ziman.
(bd/mae)
Bêjeyên Miftehî berteka,740,rêxistinên,sivîl