Berteka zimanzanên kurd...
Zimanzanên kurdî bertek nîşanî pêşniyara 'Bila kurdî bibe dersa hilbijarî' dan
ERDOGAN ALTAN Saziyên zimanê kurdî bertek nîşanî pêşniyara "Bila zimanê kurdî pişî pola 5'emîn bibe dersa hilbijarî" ya ji aliyê Lijneya Hîndekarî û Perwerdehiyê ku girêdayî Wezareta Perwerdehiya Mîlî ye, dan û diyar kirin ku ev gotin tê wateya domkirina pişaftinê.
Lijneya Hîndekarî û Perwerdehiyê ku girêdayî Wezareta Perwerdehiya Mîlî ye da zanîn ku dê di meha pêşî de hemû xebatên xwe yên derbarî bername û naverokên dersên hilbijarî radestî wezaretê bikin. Hate diyar kirin ku dê di nava dersên hilbijarî dersa kurdî jî cih bigire û wekî piştî pola 5'emîn were dayîn. Ji ber ku kurdî di pêşniyarê de him wekî dersekî hilbijarî him jî wekî piştî pola 5'emîn dê were dayîn, rastî bertekên tund hat. Saziyên zimanê kurdî bertek nîşan dan û pêşniyar wekî daxwaza domkirina pişaftinê bi nav kirin. Rêvebirê Navenda Giştî ya KURDÎ-DER'a Amedê Sabahattîn Gultekîn diyar kir ku kes nikare ji kesî re bibêje "zimanê te yê zikmakî em dê bikin zimanê bijarte." Gultekîn, da zanîn ku hem dikin dersa bijarte û hem jî ji pola 5'an destpê dikin û anî ziman ku ev bi serê xwe pişaftin e. Gultekîn, wiha got: "Divê zarokên kurdan ji dibistana seretayî heta zanîngehê bi zimanê xw yê zikmakî perwerdehî bibîne. Piştî pola 5'emîn tu wateya wê namîn e, ev pişaftin e. Heke zarokek zimanê dayikê baş zanibe, dê di pêşerojê de zimanekê din baştir hîn bibe." Gultekîn, anî ziman ku ew vê yekê qebûl nakin û derbirî ku divê gel biryar bide ka bi çi şêweyî ders bibîn e. Rêveberê Navenda KURDÎ DER'ê Rifat Ozturk jî, da zanîn ku bi vê planê, zanistî tevlîhev dikin. Ozturk, destnîşan kir ku her kes dizane ku kurd perwerdehiya zimanê kurdî dixwaze, ne dersê hilbijarte an jî hindekarî. Ozturk, anî ziman ku gelê kurd perwerdehiya zimanê zikmakî ji seretayî heta zanîngehê dixwaz e. Ozturk, derbirî ku li tu derê cîhanê modelek wiha nîne, gelê kurd dê tu car qebûl neke.
'Hûn ê gelê kurd nikaribin bixapînin'
Serokê Akademiya Ziman û Wêje ya Ehmedê Xanî Hayrettîn Altûn jî bal kişand ku niha bi vê planî dixwazin statuya gelê kurd a deskeftî winda bikin. Altûn, destnîşan kir ku gelê kurd êdî dersên hilbijarte û hin mafên takekesî qebûl nake. Altûn, anî ziman ku bi salane kurd perwerdehiya zimanê zikmakî dixwaz e û ji bo vê yekê jî gelek berdêlan daye. Altun, destnîşan kir ku gelê kurd êdî dê neyê xapandin. Edîtorê Rojnameya Azadiya Welat Çetin Altûn jî diyar kir ku bi vê helwestê dixwazin rojeva li Tirkiyeyê heyî biguherînin. Altûn, destnîşan kir ku lewra rojevên wekê tecrîda giran li Îmraliyê, çareserkirina pirsgirêka kurd a di makezagonê de, Komkujiya Roboskî û her wekê din hene, radibin tenê bi planekî biçûk a bila zimanê kurdî bibe dersê hilbijarte, dixwazin rojevê biguherînin. Altun, anî ziman ku ev ne bes e vê dersî jî piştî pola 5'emîn datînin pêşiya kurdan. Altun, wiha got: "Dev ji xapandinê berde bi temamî henekên xwe bi kurd dikin. Bi vê yekê dixwazin kurdan mijûl bikin."
'Dersa hilbijarte şermek mezin e'
Rêveberê Navenda KURDÎ DER'ê Mehmet Şahîn jî, bertekekê tund nîşanê vê helwestî da û got: "Mirov ji netewek re, an jî gelekî ku bi salan e têkoşîna perwerdehiya zimanê zikmakî dikin re nabêje 'ka tu zimanê xwe dixwazî an na? Em zimanê te bikin dersa hilbijarte an na?' Ev yek şermek gelek mezin e. Jixwe hikûmeta AKP'ê jî dest ji vê şermî bernade." Rêveberê Enstituya Kurdî Omer Filan jî, da zanîn ku mafê perwerdehiya zimanê zikmakî mafek xwezayî ye. Filan, destnîşan kir ku erkdarên hikûmet û dewletê bi vê planî dixwazin kurdan bixapînin. Filan, ev tişt gotin: "Bi salan e em têkoşînê didin, heke planek ji hêla dewletê ve hate kirin, divê ji kurdan hatibûya pirsîn. Lê xwe bi xwe planan çêdikin. Ev tê wê wateyê ku 'ka hûn pişaftinê dipejirînin an na'. Zarokê me dê ji dibistana pêşiya seretayî, her wiha ji pola seretayî heta pola 5'êmîn asîmile bikî û piştre jî wekî zimanê biyanî 'ka tu zimanê kurdî an ya tirkî hildibijêrî' pirs bikî. Ma ev ne pişaftin be çiye?"
(ea/ab)