Bertekên li dijî astengiyên PDK'ê zêde dibin
ŞENGAL/ROJNEWS
Di roja 26'ê Cotmehê ji aliyê pêşmergeyên PDK'ê ve korîdora navbera Rojava û Şengalê de di hat bi karînin hat girtin û rê ji çûyîn û hatinê re asteng kirin. Bi vê rê ya hatî girtin, gelê Rojava û Bakûrê Kurdistanê ji bo gelê Şengalê alîkariya derman û xurekê dişandin.
Bertekên li hember girtina korîdora ku ji 3'ê Tebaxê ve ji bo gelê Şengalê di hat bi karanîn a ji aliyê pêşmergeyên PDK'ê ve hatî girtin zêde dibe. Herî dawiyê xwestin wesayîtên derman û xurek dianîn aseng bikin.
Meclîsa Êzidî: Divê pêrşerge guh nedin fermanên xizmeta gel nake Der barê bûyerê de Berdevkê Meclîsa Êzidî Xidir Salih diyar kir ku ev rê bi xwîna şehîdan hatiye vekirin, divê pêşmerge xwe ji van nêzîkatiyên nakevin di bin xizmeta gel de dûr bigrin. Xidir axaftina xwe wiha berdewam kir: "Eger ev rê nehatiya vekirin, guman hebûn ku pêşmergeyên Şengal bi tenê hiştîn jî di komkujiyê re derbaz bibiyan.
Eger ev rê nebûya wê niha bi sedan pêşmerge bi ketiyan destê çeteyên DAIŞ'ê de. Em vê korîdorê weke rêya mirovî nas dikîn û ligel gelê Rojava bi kar diînin." 'Helwestên bi keyfî neexlaqî ne' Xidir Salih destnîşan kir ku girtina vê rêyê bi rengekî keyfî û gel di rewşekî zehmet de hiştîn qet nêzîkbûnekî exlaqî nîne. Xidir bertekên xwe nîşan da û wiha ragihand: "Ev rê ne ji bo qaçaxçiyan yan jî çeteyan di hat bi karanîn, ji bo pêdiviyên gelê me bên bi cih anîn di hat bi karanîn.
Ji bo nexweş biçin doxtor di hat bi karanîn. Em bang li birayên xwe yên pêşmerge dikin, fermanên ji hikûmetê tên ên ku xizmeta gel nekin guh nedinê. Ewên li wan xalên asayîşê di mînin çawa dibe rê li hevalên me bigrin?." Xidir diyar kir ku pêwîste hesab ji birayên dijminatiya Kurdan dikin bê pirsîn û got ku nêzîkatiyên ku xizmeta dijmin jî dikin napejîrinin û got: "Nêzîkahiyên wiha sodê digihîne dijmin, di demekî ku bi çeteyên DAIŞ'ê re şer tê kirin, pêwîste ji nêzîkbûnên wiha mirov dûr bikeve. Nêzîkbûnên wiha yên parçebûnê ji bo şerê biratiyê dibe bingeh. Dixwazin şerê biratiyê bi afirînin, em ê neyên van lîstikan, divê pêşmerge jî neyên van lîstikan."
(ab)