1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bertekên li dijî êrîşê zêde dibin
Bertekên li dijî êrîşê zêde dibin,bertekên,li,dijî,êrîşê,zêde,dibin

Bertekên li dijî êrîşê zêde dibin

Bertekên li hember êrîşên ser meşa Amedê zêde dibin

A+ A-

AZÎZ KOYLUOGLU/ÎDRÎS KARA

HEWLER (DÎHA) - Endamê Meclisa Partiya Zehmetkêşanên Kurdistan Goran Celal, êrîşên polîsan ên di 14'ê Tîrmehê de li ser gel û parlamenterên Kurd pêk hatin şermezar kir û got ew berxwedana gelê Amedê silav dikin.

Li Herêma Federal a Kurdistanê nerazîbunên li hember êrîşên li dijî polîsên êrîşî gelê Amedê û parlementerên BDP'ê kir her diçe zêde dibin. Endamê Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê Goran Yusif nerazîbunên xwe anî ziman û wiha got: "Em wekî Zehmetkêşanên Kurdistanê berxwedana gelê Amedê silav dikin û êrîşê şermezardikin. Gelê kurd li bakur gelekî berxwedêre û kariye li hember hêza zilmdar a dewleta Tirkiye li ser piyan bimîne. Gelê Kurd li bakurê Kurdistanê bi salana ji bo mafê xwe bi dest bixin têdikoşin, li hemberî vêna jî dewleta Tirk bi teknika xwe û hemû hêza xwe êrîşê gel û parlamenterên Kurd dike. Li rexmê vê nekarin gelê kurd bi çewisênin." Goran got pêwîste hikmeta AKP'e pirsgirêka gelê Kurd li bakurê Kurdistanê bi awayekî aştiyane û diyalogê çareser bike.

Siyaseta AKP'ê sûdê nade tu kesî

Goran Yusif, da zanîn ku dema hukumeta AKP'e hatî li ser desthilatdariyê siyaseteke wusan meşand wekî ku çareser bike lê dijberî wê tev digere. Yusuf, bilêv kir ku hikûmeta AKP'e li şuna ku çareserî derxe pêş bêçaretiyê xist holê, ji berku hemu siyaseta dike tenê rojaneye û ne di berjewendiyê gelan deye ji bo vê yekê herku diçe AKP dixwaze bi tund û tujitiyê çareserî çêbike. Siyaseta AKP'ê ne di berjewendiyê gelê Kurd ne jî di berjewendiyê gelê Tirk deye." Yusif balkişand li ser rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û got îro dema mirov temaşeyî siyaseta birêz Ocelan dike birastîjî mirov di selmêne ku siyaseteke aştiyane û ji bo hemu gelên cihanê destkeftiye. Yusif got li rexmê van hewldanên aştiyane jî dewleta Tirkiye tu pêngavên erênî ne avêtiye.

Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Tirkiyê ya serekeye

Goran got eger AKP bixwaze pirsgirêkê çareser bike pêwîste di destpêkê de devji politikaya xwe ya tund û tujitiyê berde, ji ber ku eger di demeke nêzîkde gavên çareseriyê ne avêje êdî dem namîne û bi be sedemên encamên nebaş û wiha dewamkir. "pêwîste hukumeta AKP ji demeke zutir çareseriyeke derxe holê, li Tirkiye niha pirsgirêka sereke pirsgirêka Kurdane,ji bo vê yekê eger çareserî were kirin wê demê gelê Tirkiyê jî hemu pirsgirêkên xwe çareser bike, ji ber ku pirsgirêka Kurdan di heman demê de pirsgirêka Tirkiye ya serekeye". Goran got dewleta Tirkiye di rojhilata navîn de xwe weke dewleteke demokratik dide naskirin, lê di rastiyê de dema em temaşey Tirkiye bikin tu demokratiyek nîne.

Tecrîda li ser Ocelan xetimanddina pirsgirêkê ye

Her wiha Goran balkişand li ser tecrita li ser rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan jî û wiha got: "Bi vê tecrîta li ser birêz Ocelan dixwazin gel mijul bikin û xetimînê bixin çareseriyê de, ji bo vê yekê em dikarin bêjin birêz Ocelan kilîda çareseriyê ye.".Goran herî dawî got bêy Ocelan pirsgirêka Kurd li bakur çareser nabe, li gorî vê eger dewleta Tirk bixwaze pirsgirêkê çareser bike divê bi Ocelan re runin.

(ak/mae)