Berxwedan didome: Di roja 27'an de jî çeteyan derbe xwarin
KOBANÊ - Ji ber berxwedana bêhempa ya şervanên YPG/YPJ'ê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku çekên herî giran bikar tînin, çeteyan dest bi kiryarên tirsonek yên wekî bikaranîna tirmpêlên bombebarkirî kirin.
Li gorî agahiyên ku nûçegîhana ANHA'yê ji herêma Kobanê dane, hêzên YPG'ê li rojavayê herêma Kobanê li dijî gelek navend û nuqteyên çeteyên DAIŞ'ê çalakiyên bibandor lidar xistine. Di encamê de 25 çete hatin kuştin û 2 tirimpêlên leşkerî hatin derbekirin.
Li aliyê rojhilatê Kobanê şevê din di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şer û pevçûnên dijwar derketin û heta îro saetên sibê didomiyan. Çeteyan bi hejmareke mezin û çekên giran êrîş kirin û rastî bersivdayîna şervanên YPG'ê hatin.
Hêzên YPG'ê li dijî navendeke çeteyan çalakiyek lidar xist. Li gorî agahiyan, li eniya rojhilat di encama bersivdayîna êrîşên çeteyan û çalakiya li dijî nuqteya çeteyan de herî kêm 30 çete hatin kuştin.
Çeteyên DAIŞ'ê êrîşên xwe yên li başûrê herêmê ji duh ve hata niha jî bi diwarî didomînin. Li beramberî van êrîşan şervanên YPG'ê berisva tund didin. Di pevçûnên ji duh ve hata niha li başûrê herêmê derketine de 19 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.
Ji 15'ê îlona derbasbûyî ve heta niha çete bi hemû hêzên xwe û çekên herî giran wekî tank, fuza, top û hawanan li dijî berxwedêrên Kobanê bikar tînin, lê nikarin ku bajarê bidest bixin û li hemberî berxwedana bêhempa ya ku ev 27 roj in bê navbera didome, xwe bigrin. Ji ber vê jî çeteyan dest bi kiryarên tirsonek wekî bikaranîna tirmpêlên bombebarkirî û kesî intîharî kirin da ku li herêmê komkujiyan bikin.
Duh piştî nîvro çeteyan bi 2 tirimpêlên bombebarkirî ji aliyê rojhilat û başûr êrîş kirin, lê şervanên YPG'ê ew hedef girtin û yekser herdu tirimpêl jî teqandin. Kesên intîharî yê di hundirê tirimpêlan de jî hatin kuştin. Di encam negihişt welatî û şervanên YPG'ê.
Duh çeteyan sivîlên herêmê ku li gundê Til Şeîr ê li rojavayê herêma Kobanê li ser sînorê bi bakûrê Kurdistanê re kom bubûn hedef girtin û di encamê de bi guleyên sekvanên çeteyan welatiyê sivîl ê herêmê jiyana xwe jidest da.
Ji aliyê xwe ve hikûmeta herêma Kobanê bang li civaka navnetewî û Netewên Yekbûyî kir ku ji bo Kobanê riyeke bi ewle vekin ku welatiyên herêmê ji komkujiyan werin parastin.
Li ser vê bangê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji Tirkiyeyê xwest ku ji bo Kobanê ya ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye dorpêçkirin, korîdorekê veke, da ku "Dilxwaz bikaribin bi ekîpmanên pêwîst ve” di vê korîdorê re derbas bibin û li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer bikin.
(he)