Berxwedana bêsînor du meh li pey xwe hişt
RIHA (DÎHA) – Kobanê ya ku gotin hefteyek emrê wî heye ev du meh in li ber xwe dide, nobeta berxwedanê ya li sînor a hemwext jî ligel êrîş û pêkûtiyan du meh li pey xwe hişt. Nobeta berxwedanê ya ku bû parçeyeke berxwedana Kobanê wekî ku bû berxwedana bêsînor û li gundên nobet tê girtin jiyaneke nû tê hunandin. Li gundên cu di navbera jin, zilam, ciwan û kal û pîran de tu cudatî nîn e hemû kar bi keda hevpar tên kirin û welatiyên ku roja ewil heta niha nobetê digirin jî hene.
Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê, li xeta Pirsûs û Kobanê nobeta berxwedanê ya welatiyan meha duyemîn li pey xwe hişt, li sînorê Kobanê bi sedan kes nobetê bi biryarê didomînin. Welatî piştî ku di 15’ê îlonê de êrîşên çeteyên DAIŞ’ê dest pê kir ji bo ku pêşiya çeteyan bigirin û piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo çeteyan asteng bikin bi deh hezaran herikîn sînorê Kobanê. Welatiyên kul i ser îhtimala komkujiyê û dagirkirina Kobanê hatin sînor di 19’ê îlonê de li gundê Oxanê ya 23 kîlometre dûrî Kobanê ye kon vedan û dest bi nobeta berxwedanê kirin. Lê heman şevê kon ji aliyê leşkeran ve bi êrîşê hate rakirin. Ligel êrîşê gel xeta sînor neterikand vê carê jî derbasî gundê Etmanekê ya nêzî Kobanê ye kon vedan û dest bi nobetê kirin. Nobeta berxwedanê berdewam dikir û li bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê jî bi hezaran kes hatin xeta sînor. Lê kon tenê 3 rojan vekirî man û roja çaremîn leşker û polîsan careke din êrîşî konan kirin û şewitandin, xwestin xeta sînor vala bikin. Ligel êrîşên leşker û polîsan gel biryar girt û li rojava û rojhilatê Kobanê li qadeke 30 kîlometreyan belav bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Nobeta kul i hemû xeta sînor belav bû dîsa gelek caran rastî êrîşa leşker û polîsan hat, dem bi dem topên hewanê yên ku çeteyên DAIŞ’ê avêtin jî ketin qadên nobeta berxwedanê. Di encama êrîşên leşker û polîsan de bi dehan kes birîndar bûn, bi dehan kes hatin derbkirin û binçavkirin. Pîştî êrîşên ku li navenda navçeyê jî belav bûn ketin û derketinên navçeyê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin girtin hatin û çûna gel astengkirin.
Ligel hemû êrîş û astengiyan gel xeta sînor vala nehişt, nobeta berxwedanê ya gel meha duyemîn li pey xwe dihêle. Piştî ku pevçûn li navenda bajar belav bû, nobeta berxwedanê jî bêhtir li gundên Mehser û Miseynterê hate girtin. Li herdu gundan jî nobeta berxwedanê ji aliyê sedan kesên ji bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê ji bawerî, gel û derûdorên cuda didome.
Nobeta kul i herdu gundan berdewam dike jibilî vê jiyana komunal j îtê avakirin welatiyên gund jî tevli jiyana komunal dibin. Her tişt bi keda kolektîf tê afirandin, di navbera jin û zilaman de tu cudatî jî nayê kirin, jiyan li hemû qadan bi berxwedana Kobanê re dibe yek. Navê Arîn Mîrkan û Suphî Nejat Agirnasli yên di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane kolanên gundê Misenterê û li duwaran jî sloganên berxwedana Kobanê vedibêjin hatine nivîsandin. Dîsa li gundê Mehserê jî welatiyan bi Amed û Cizîrê qadên kantona ava kirine û li vir pêdiviyên xwe bi cih tînin. Wekî kantonên Rojava, kantonên li vir jî ji bo kar bil ez û bez bên kirin ji aliyê berxwedêran ve wekî hevserokên kantonan, nûner tên hilbijartin.
Jiyan bi şev û roj didome
Li gundên ku nobeta berxwedanê tê girtin te welatî her roj 24 saeten wekî kul i ser piyan e. Bi şev ciwan, kal û pîr, jin û zilam bêyî cudatî li hin noqteyên hatine diyarkirin bi du kesan nobetê digirin. Welatiyên ku nobetê nagirin j îli hin deverên gund li dora agirê xwe pêxistine xelekê çêdikin û li vir xwe germ dikin, li aliyê din j îli benda agahiyên xweş ên li Kobanê bên disekinin. Di saetên dereng ên şevê de jibilî nobetadaran welatî diçin konan an jî malan çand seatan bêhna xwe vedidin. Bi hilhatina rojê berxwedêr bi dengê “Rojbaş” şiyar dibin û li mutbexa hevpar taştê amade dikin û bi hevre taştê dikin. Piştre jî ji bo paqijiyê amadekariyê dikin, qadên xwe yên jiyanê paqij dikin. Welatiyên uk derfetên wan ên zêde ji bo şopandina pêşketinan nîn e, piştî paqijiyê li qadê her roj Rojnameya Ozgur Gundem û Rojnameya Azadiya Welat ên ji aliyê xebatkarên Çapemeniya Azad ve tên belavkirin dikirin û li dereke rûdinên û dixwînin.
Bi durbînan pêşketinên li Kobanê temaşe dikin
Di nava rojê de welatî li cihên ku navenda Kobanê tê dîtin bi komên biçûk bi cih dibin bi durbînan pêştekin û tevgera Kobanê dişopînin. Tevgereke biçûk dema binînin bi hevre parve dikin û li ser vê şîrove û nirxandinan dikin. Banê mizgefta gundê Mehserê cihê ku welatê herî zêde tercîh dikin e. Welatiyên ku carna bi saetan li wir dimînin hin ji wan wekî fermandarên eniyan durbînan danaynin.
Dayik berê xwe ji Kobanê nazivirînin
Di nava berxwedêrên nobetê de herî zêde jî dayik cih digirin. Dayikên ku ji bajarên cuda yên Kurdistanê hatine çavên xwe ji Kobanê nazivirînin. Sedema vê yekê ew ku hem zarokên wan di navar efên YPG û YPJ’ê de li di jî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin hem jî yên şer dikin hemûyan wekî zarokên xwe dibînin.
Yên roja destpêkê heta niha li sînor in hene
Di nava welatiyên ku nobeta berxwedanê digirin de kesên ku roja destpêkê heta niha nobetê digirin jî hene. Hin dayikên ji Antalya, Amed, Şirnex û Çewlikê hatine roja ewil heta niha li sînor nobetê digirin.
Yek ji dîmenên herî rengîn ê gund jî ew e radoyoyên êdî tên jibîrkirin li gund bûne luks. Hin welatiyên ku derfetên wan ên temaşekirina televîzyonê nîn e radyoyê ji destên xwe danaynin erdê. Welatiyên ku Radyoya Dengê Kurdistanê ya ji Belçîkayê weşanê dike guhdar dikin, hin caran radyoyê xwe datînin ser diwaran, dengê wî hate dawî vedikin û bi kesên din jî didin guhdarkirin.
Ziman cuda be jî xala hevpar berxwedan e
Piştî ku berxwedana Kobanê li cihanê deng veda ji devreyî walat jî bi sedan kes ji bo piştgiriya Kobanê hatin sînor û xwestin hem tevli berxwedanê bibin hem jî bibin şahidê berxwedanê. Ev qadên ku bawerî û gelên cuda tên ba hev di heman demê de wekî Kantona Kobanê ya cudatiya di nava hev de dihewîne ye. Yên ji devreyî welat hatine kurdî û tirkî nizanibin jî tevli jiyana li vir dibin. Ji bo fêmkirinê liva dest û piyan bes e.
Heta Kobnê azad bibe dê sînor vala nehêlin
Ligel hemû êrîş û zehmetiyan berxwedan du meh li pey xwe hişt û di van rojan de welatiyên ku di nobetê de e bi bîryar ku heta Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê bê paqijkirin sînor naterikînin, vala nahêlin. Her welatiyê di nobeta berxwedanê de ye sînor wekî “mewziya çaremîn” dinirxînin vê derê wekî parçeyeke berxwedana Kobanê digirin dest dîsa bi biryar in ku heta Kobanê azad nebe dê li vir nekerikînin.
(sa)