1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Berxwedana herîkîna dîrokê guherî: 14'ê Tîrmehê
Berxwedana herîkîna dîrokê guherî: 14'ê Tîrmehê,berxwedana,herîkîna,dîrokê,guherî,14,ê,tîrmehê

Berxwedana herîkîna dîrokê guherî: 14'ê Tîrmehê

'Rihê 14'ê Tîrmehê dê gavê bi dijmin paş ve bide avêtin'

A+ A-

DENÎZ TEKÎN / FERHAT ÇELÎK

ÎZMÎR (DÎHA) - Bi ser berxwedana rojiya mirinê ya ji aliyê Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ve li dijî pêkanînên dijmirovahî yên li Girtîgeha Amedê dan destpêkirin 30 sal derbas bûn. Şahidên ew dem jiyîn diyar kirin ku îşkeceyên wan dîtin li ber çavên wan naçe. Şahidan, da zanîn ku berxwedana mezin dîroka gelê kurd guherî û wiha gotin: "Çawa ku Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz bi berxwedana mezin bi dijmin gav da avêtin, em bawer dikin ku gelê Amedê jî dê bi rihê 14'ê Tîrmehê û hêz xwe ya mezin gaveke mezin bavêje û bi wê gava xwe ya mezin dê bi dîjmîn gavê paşve bide avêtin."

Kadroyên pêşeng ên PKK'ê di dema cuntaya leşkerî ya 12'ê Îlonê de hatin girtin û li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê rastî îşkenceyên gelek mezin û pêkanînên dijmirova hatin. Pêşengên PKK'ê li hemberî van îşkence û pêkanînên dijmirovahî bedenên xwe danîn holê û riya têkoşîn û berxwedanê girtin. Ewil di 21'ê Adara 1982'yan de ji pêşengên PKK'ê Mazlum Dogan li hemberî îşkence û wehşeta pêk tê di şeva Newrozê de piştî 3 zilêkên kibrîtê hilkirin xwe darvekiri û jiyana xwe ji dest da. Piştî çalakiya Mazlum Dogan di 18'ê Gulana 1982'yan dejî çalakiya "Çara" yanî Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner bi hev re li koguşa lê dimînin li hemberî îşkece û zilmê bedena xwe dan ber agir. Ligel van çalakiyan îşkence zêde bûn û mafê parastinê hate astengkirin. Piştî li dadgehan mafê parastinê hate astengkirin ji pêşengên PKK'ê Mehmet Hayri Durmuş di salona dadgehê de biryara rojiya mirinê aşkera kir û li Girtîgeha Amedê hamleyek nû ya berxwedanê da destpêkirin. Gelek girtî tevlî çalakiya Mehmet Hayrî Durmuş da destpêkirin û di vê berxwendanê de bi Durmuş re Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz jiyana xwe ji dest dan.

Îsmaîl Kîno, Tacettîn Doru û Mehmet Îshak Kizil ên ku di wê demê de li Girtîgeha Amedê bûn şahidê bûyer û berxwedana girtîgehê, ev yekê bi gotinên bihestiyar vegotin. Şahidan bal kişand ser mitînga "Ji bo azadiyê berxwedana demokratîk" a dê di 14'ê tîrmehê de li Amedê ji aliyê KCD'ê û BDP'ê ve bê lidarxistin û wiha gotin: "Çawa ku Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz bi berxwedana mezin bi dijmin gav da avêtin, em bawer dikin ku gelê Amedê jî dê bi rihê 14'ê Tîrmehê û hêz xwe ya mezin gaveke mezin bavêje û bi wê gava xwe ya mezin dê bi dîjmîn gavê paşve bide avêtin."

Ji berxwedana Girtîgeha Bastîlle heta berxwedana Girtîgeha Amedê..

Îsamîl Kîno di 1981'an de hêj 18 salî ket Girtîgeha Amedê û ji doza bingehîn a PKK'ê hate darizandin, diyar kir ku wateya destpêka dîroka rojiya mirinê ya Mehmet Hayir Durmuş di 14'ê Tîrmehê de da destpêkirin heye. Kîno, anî ziman ku di 14'ê Tîrmeha 1789'an de bi ser Girtîgeha Bastîlle de hate girtin û ev yekê ji bo avakirina Komuna Parîsê bû pêşeng û Durmuş ev dîrok bi zanebûn hilbijart. Kîno, da zanîn ku di salona dadehê de Durmuş biryara rojiya mirê aşkera kir. Kîno, bilêv kir ku hamleya 14'ê Tîrmehê serhildan û roja hebûnê ye û wiha got: "Heke îro em bijîn, biryara bi hêz a wê rojê ya bi biryar hate meşandin e. Di wê girtîgehê de xwestin gelekî tune bikin. Yanî di şexsê PKK'ê de xwestin gelekî li ser dîrokê jê bibin. Lê hesabên wan negirtin. Di 14'ê Tîrmehê de gelek li ser piyên xwe ji nû ve vejîn û îro hatiya asta bi azad di nav gelen de cihê xwe bigire."

'Wê rojê em ji nû ve ji dayîk bûn'

Kîno, bi bîrxist ku di rûniştina M. Hayrî Durmuş biryara rojiya mirinê aşkera kir ew jî dihate darizandin û ji bo ev biryar bê girtin çalakiya Mazlum Dogan û çalakiya "Çaran" Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner gelek bandor kir. Kîno, M. Hayrî Durmuş çawa biryara rojiya mirinê aşkera kir jî vegot û wiha axivî: "Hevalê Hayrî di rûniştinên din de bi israr daxwaza parastina siyasî bike dikir. Got, 'Em tu tiştî ji we naxwazin. Tenê ji bo parastina siyasî em pênus û kaxizin dixwazin' Bifirkirin îşkece hatine asteke herî roj lê îşkenceyê nayînin ziman daxwaz pênus û kaxizin hate kirin. Ev maf ji me re gelek hate dîtin û nedan. Ji ber vêy ekê Hevalê Hayir di 14'ê Tîrmehê de biryara rojiya mirinê di dadgehê de aşkera kir û da destpêkirin. Dadgerê leşker yê dadgehê got, 'Hayrî wisa neke, em dê kaxiz û pênusan bidin' Hevalê Hayrî jî got, 'Êdî gelek dereng e. Hun nadin. Ez bi erê û neyîniyên we tevnagerim. Em dê daxwazên xwe bi canê xwe danîn holê bigirin. Mafên te bi xwîna xwe qezenc kirin tu hêz nikare ji destê te bigire' Pişt re Kemal Pîr jî got ew tevlî rojiya mirinê dibe. Alî Çîçek, me ji wî re digot Kizilyildiz, Mustafa Karasu, Muzaffer Ayata, Fuat Kav, Fuat Çavgun jî di dadgehê de gotin ew dê tevlî rojiya mirinê bibin. Ji ber ku Akîf Yilmaz di rûniştinê de nebû li koguşê biryar girt." Kîno, da zanîn ku psîkolojiya wan a ji ber îşkence û zextên li girtîgehê wê rojê ji holê rabûn û wiha got: "Wê rojê weke em ji nû ve ji dayîk bûn."

'Hayrî Durmuş 65 rojan di rojiya mirinê de ma û li ser kursiyê şehîd ket'

Kîno, diyar kir ku piştî biryara rojiya mirinê rêveberiya leşkerî ya girtîgehê ava diçû koguşan jî birî. Kîno, anî ziman ku Hayrî Durmuş di rojiya mirinê ya 65'an de jiyana xwe ji dest da û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Şahedeta Hayrî gelek balkêş e. Li ser kursiyê şehîd dikeve. Bifirkirin mirovan 65 rojan bêav û birçî şehîd dikeve. Yanî heke kesek li ser doşekê na li ser kursiyê şehîd bikeve ev nîşaneya hêza wî ya tekoşînê çiqas mezin e. Ev yekê ramana li ser hêz mirovan e. Doktorên hatin wî bigirin jî gotin wan tu tiştekî wisa di jiyana xwe de negîtin û hurmeteke gelek mezin nîşanî wî dabûn." Kîno, da zanîn ku piştî mirina dest pê kir rêveberiya girtîgehê hemû daxwazên wan qebûl kirin û li ser vê yekê koma duyemîn rojiya mirinê bi dawî kir.

'Divê mitînga Amed bi rihê têkoşîna hemûn û serhildanê pêk bê'

Kîno, bilêv kir ku mîtînga dê di 14'ê tîrmehê de li Amedê bi armanca şermezarkirina tecîrda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk bê gelek girînge û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Heke di 14'ê tîrmehê de li Amedê berxwedan pêk bê ev yekê bi saya hamleya 14'ê Tîrmehê ya dest pêka rojiya mirinê ye." Kîno, destnîşan kir ku tiştên di serdema 80'an de li Girtîgeha Amedê pêkhatin li gorî tecîrda lis er Ocalan sivik in û wiha axaftina xwe domand: "Di dema me de jî tecrîd hebûn lê tecrîda li dijî Serokatiyê pêktînin gelek cuda ye. Wê demê dixwastin rihê PKK'ê xelas bikin û gelê kurd ji dîrokê jêbibin bû. Ya li hemberî Serokatiyê jî gelê kurd û PKK'ê teslîm girtin e. Dixwazin Rêberê Gelê Kurd ji gelê kurd qut bikin. Ji ber vê yekê divê mitînga li Amedê bi rihê serhildan û têkoşîna hebûnê pêk bê."

'Çalakiya bi rihê rêhevaltî û serokatiyê hate destpêkirin'

Tacettîn Doru yê ku di sibata 1982'yan de di 25 saliya xwe de ket Girtîgeha Amedê jî Berxwedana Zîndanê ya 14'ê Tîrmehê "Çalakiya bi rihê rêhevaltî û serokatiyê hate destpêkirin" Doru, diyar kir ku îşkenceyên wan li girtîgehê dîtin minakên wê li welat û cihanê tunebûn û wiha got: "Li Girtîgeha Amedê den, gotin û tu tişt nemabû. Li vê girtîgehê kurd û Kurdistan hatibû girtin. Hayrî Durmuş û Kemal Pîr, ji bo tevkariyê bidin çalakiya Mazlum Dogan û Çaran û bersiva wan bidin biryara rojiya mirinê girtin. Di dadgehê de gotin, 'Em ji bo kurd û Kurdistanê û azadiya Kurdistanê derketin rê. Me gelek caran ev anî ziman lê we tu caran guh neda me' û bedenên xwe ji mirinê re razandin."

Diyaloga di navbera Hayrî Durmuş û Kemal Pîr de derbas bû

Doru, anî ziman ku koguşa wî li hemberî ya Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz bû û biryara rojiya mirinê bi gotinan li tevahiya girtîgehê belav bû. Doru, da zanîn ku piştî çalakiya 14'ê Tîrmehê deng hatin birîn û îşkence hate rawestandin û hemû kesî meraq dikir ku çalakiya hate destpêkirin dê çawa bi encam bibe. Doru, diyaloga di navbera Hayrî Durmuş û Kemal Pîr de derbas bû jî wiha vegot: "Rojekê Hayrî Durmuş ji Kemal Pîr re goti heval teslîm bûn. Kemal Pîr jî ji wî re got, 'Heval Hayrî em çi da rêhevalên xwe da ku em ji wan bixwazin' Ev yek rast bû. Raste part û Apocutiya me li Girtîgeha Amedê kêm bû lê baweriyeke ewqas bi hêz û bi bawer bû û vê yekê hêz dida."

'Hevalên me bi rihê Apocutiyê ramana dijmin tarumar kirin'

Doru, bilêv kir ku dema îro berê xwe dide bûyerên jiyîn hêj bêtir bi watedar berê xwe didinê û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Heqîqeten dijmin bi sed salin ji bo kurdan û Kurdistanê dibêje 'Em we vê carê xelas kirin' Li Girtîgeha Amedê hedefa wan ew bû. Lê hevalên me bi rihê Apocutiyê û Serokatiya Partiyê li hemberî zilm, îşkenceyê ramana dijmin tarumar kirin. Di hişên dijmin de tişekî wisa derbas nedibû. Wan nedizanî dê berxwedanek ewqas bihêz bê nîşandan. Şehîdbûna hevalên me di dilê me de geribûnek afirand. Êdî me jî tirsa mirin û jiyanê di dil û ramanê xwe de avêt. Ji bo ku em xwedî li keda hevalên xwe derbikevin li koguşên em lê me dest bi xebatan kir. Berxwedana 14'ê Tîrmehê bûyera ji bo kurdan biyanî bû û ji nû dîtîn."

'Li Amedê bi rihê 14' Tîrmehê dê çareke din ji dijmin re paşve gav bê avêtin'

Doru, mitînga dê li Amedê pêk bê jî nirxand û salên 1982'yan û 2012'yan li hev anîn û wiha pê de çû: "Di 14'ê Tîrmeha 1982'yan de Rêberê Gelê Kurd di girtîgehê de nebû lê pêşengên partiyê di girtîgehê de bûn. Lê niha pêşengên partiyê dervene lê rêberê bem girtiye. Banga min ji bo gel; em ber bi azadiyê ve dimeşin em gelek rojên girîng li pey xwe hiştin. Em bedela vê yekê jî da. Azadiya Kurdistanê azadiya Serok Apo ye. Ez demek dirêjim di nav têkoşînê de me, xelasbûn girêdayî azadiya Serok Apo ye. Çawa Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Sterk Alî Çîçek û Akîf Yilmaz di 1982'yan de bi berxwendanê ji dijmirin re paşve gav dan avêtin ez bawer dikim ku gelê Amedê jî dê di 14'ê Tîrmehê de bi heman rih û hêzê careke din bi dijmin paşve dê gavê bide avêtin."

'Wekî ku ez nû ji Zindana Amedê derkevim'

Şahidê îşkenceya Zindana Amedê Mehmet Îsa Kizil, ku di sala 1980'an de hate girtin û piştî 10 salan girtî ma serbest hate berdan jî şahidî û serpêhatiyên xwe wiha anî ziman: "Îşkenceya ku wê demê li hevalên min hatin kirin hêj zindî li ber çavê min e. Dema ez wan rojan tînim bîra xwe wekî ku ez nû ji Zindana Amedê derketibim. Vegotina wan roj û bûyeran gelek zahmet û dijwar e. Wê demê li hemberî îşkenceya hovane û xedar berxwedanek gelek mezin û bi rûmet hebû. Ji bilî girtiyên PKK'ê, girtiyê rêxistinek din Adîl Ok hebû. Ji Qoserê bû. Li gel biryara berdana wî derket jî îsyan kir û got ez dernakevin. Got êdî ez jî PKK'î me. Lê me çi kir me ew îkna nekir."

'Gerek Kemal Pîr nemiraya'

Kizil, da zanîn dema hate girtin baş PKK nas nedikir û piştî Kemal Pîr, Hayri Durmuş, Alî Çiçek û Akîf Yilmaz di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dan û şûnde bêtir PKK nas kir û fam kir. Kizil, da zanîn ku aqiyê wî yê wê demê wekî niha bûya teqez ew bi tenê nedihiştin û wiha got: "Xwezi ez bimirama û we nemirana. Gerek Kemal Pîr nemiraya. Xwezi Kemal Pir îro sax bûya. 2 çekên min hebûn. Min yek bir ji Hevalê Kemal Pir re. Kemal debanceya xwe xist destê xwe û got 'Binerin hevalno kesên ji 10 guleyan 7 guleyan li hedefê nexe xaîn e' Diviya bû Kemal Pir nemiraya.

Kemal Pir: Esat Oktay ji bîr neke tu here fezayê jî PKK dê te bibîne û hesap bipirse

Kizil, da zanîn ku rojekê Esat Oktay Yildiran ji Kemal Pir re got Em masiyê mezin in. Em dê we daqurtînin. Hevalê Kemal jî bersîv da û got 'Dibe ku em masiyên biçûk bin. Lê qilçixên me dê her tim di qirika te de bimîne. Esat Oktay ji bîr neke tu biçe fezayê jî dê PKK de bibîne û ceza bide te. Esat Oktay Yildıran cerek din li pişt Kemal Pir got bêje 'Ez tirkim' Kemal Pir jî ji Esat Oktay re got 'Got ez nabêjim ez tirk im. Dema hûn li min didin tirkîtî ji hişê min diçe' û bersîv da."

'Waye PKK rabû' li Zindana Amedê hate nivîsandin

Kizil, anî ziman ku di pêngav û têkoşîna 14'e Tîrmehê de tenê dilxwaz bûn û wiha berdewam kir: "Me partî û kadro ji wan fam kir. Di pêşengiya hevalê Mahsum Korkmaz de pêngava 15'ê Tebaxê hate avêtin. Piştî vê berxwedana PKK'ê Hevalê Alî Temel helbesta 'Waye PKK rabu' nivîsand. Me pişt re ev stran şand derve."

'Îşkenceya wê demê bi wasî niha min naêşîne'

Kizil, destnîşan kir ku îşkenceya wê demê li wan dihat kirin, bi qasî polîtîkayên îro û şerê taybet ku îro li ser wan tê meşandin wî naêşîne û wiha dawî li axaftina xwe anî." Em hêvî dikin ku ev meşa 14'ê Tîrmeha îsal dê ji meş û berxwedana 14'ê Tîrmeha 1982'an hêj bi hêzkir û xurtir be. Em dixwazin her kes di 14'ê Tîrmehê de biherike qada mîtîngê."

Şahidê zilm û zordariya Zindana Amedê Zulfûkar Tak, berxwedana girtiyan, xeta di navbêra man û nemanê û têkoşîna wan, şahidê hevaltî û rêhevaltiya Kemalan, Xeyriyan, Mazlûman, Ferhadan, Alî û Eşrefan vegot. Tak, diyar kir ku berxwedana rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê têkoşîna li dadgehê parastina partiyê bû."

Ewil Alî Erek di sibata 1981'an de di civantiya xwe de piştî rojiya mirinê jiyana xwe ji dest da. Piştî Alî Erek Sazûmankar û aqilmendê PKK'ê û Mazlum Dogan bi dirûşmeya "Berxwedan Jiyan e" di şeva 20'ê adarê bi 21'ê Adara 1982'an de di hucreyê de jiyana xwe ji dest da. Û pişt re... Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Necmî Oner û Mahmut Zengîn, bi şahidiya hezaran maxdûrên îşkenceyê berdewam û sîstematîk re agir berdan bedena xwe û bi navê çalakiya "Çaran" di rûpelên dîroka kurd a nayê jibîrkirin de cihê xwe girtin.

Para kurdan a herî giran hovîtiya awarte ket

Ji bo parastina PKK'ê û civaka kurd, çalakiya "Rojiya Mirinê" dest pê kir. Çalakiya ku 67 roj dom kir de, pêşengên kadroya PKK'ê Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, jiyana xwe ji dest dan. Cemal Arat û Orhan Keskîn jî, di dema Rojiya Mirinê de ji ber îdareya girtîgehê pêkûtî û îşkenceyên xwe dom kirin jiyana xwe ji dest dan. Darbeya 12'ê Îlonê li hemberê hemû hêzên demokrasiyê bû lê, para kurdan a herî giran, hovitiya awarte ket. Li derve sansura giran digot: "Nebîne, nebihîze, neaxive." Bi vê yekê re dixwestin civaka Tirkiyê ji vê hovitiyê bê agahdar bimîn in.

Şahidê zilm û zordariya Zindana Amedê, berxwedana girtiyan, xeta di navbêra man û nemanê û têkoşîna wan, şahidê hevaltî û rêhevaltiya Kemalan, Xeyriyan, Mazlûman, Ferhadan, Alî û Eşrefan, Zulfîkar Tak, armanca darbeya 12'ê îlonê û çalakiya 14'ê tîrmehê vegot. Zulfîkar Tak, diyar kir ku 12 Îlonê pêvçûnek civakî bû. Tak, da zanîn ku li alê din jî di vê pêvçûnê de daxwaza azadiyê hebû. Tak, destnîşan kir ku hêzên serdst ji bo hêza xwe zêdetir bikin li hemberê civakê di nava pêvçûnekê de bûn. Tak, anî ziman ku Heta bloka emperyalist darbeya 12 Îlonê pêk anî, hedefek danîbû pêşiya xwe, hedefa wê jî hêza şoreşo azadiyê bû. Tak, derbirî ku ji ber vê yekê hemû hêzên xwe yên aborî, leşkerî, tecrubeyên xwe yên dîrokî xistibû dewrê û xwest encameke bigire. Tak, wiha got: "Ji ber vê yekê hedefa wan a sereke zindana Amedê bû. Di şexsê wan de dixwestin daxwaza azadiyê, têk bibin. Ji ber vê yekê hemû hêzên xwe yên leşkerî birêxistin kirin. Ji me re digotin 'hûnê weke leşkerekê bijîn û ji leşkerê me re bibêjin fermandarê min'. Dixwestin zindanê bikin dibistana leşkerî ya Tirkiyê. Me rêveberiya girtîgehê qebûl nedikir, me biryara sekinek berxwedanî danîbû pêşiya xwe."

'Me li hember hemû cûre zilimdariyê di ber xwe da'

Tak, diyar kir ku di dîroka gelê kurd de gelek berxwedanî hebûn, lê ligel vê yekê jî gelek têkçûn jî hebûn. Tak, da zanîn ku lê di Zindana Amedê de berxwedanek fedekarî hebû. Tak, destnîşan kir ku her çiqas di hêla berxwedaniyê de zêde tecrûbeyên wan tunebû jî lê carek destpê kir û wisa dom kir. Tak, anî ziman ku hemû hevalên wan digotin 'emê li berxwe bidin lê berxwedanek çewa' bi vê re her tim di nava nîqaşan de bûn. Tak, derbirî ku di zindanê de zilm, zordarî, îşkence gihiştibû asta hovîtiyê û ev tişt gotin: "Me vîna îdareya girtîgehê qebûl nedikir. Me rojiya mirinê da destpêkirin. Alên çepgir jî berxwedana me qebûl nedikir. Her tim digotin 'Ev zilma ku li me dikin hemû bi boneya we dikin, hûn wisa nekin dê ev tişt newin serê me' bi vê yekê re jî antîpropagandayê me dikirin. Li hember zilm û zordariya girtîgehê dernediketin.

'Esat Oktay li ser namûsa artêşa tirk sond xwar lê...'

Tak, diyar kir ku berxwedana wan ji bo di dadgehê de karibin parastina partiyê û sosyalîzmê bikirana û da zanîn ku ji ber vê yekê divê wan radeya çalakiyan bilindtir kiribûna. Tak, wiha got: "Em ketin çalakiya grêva birçîbûnê, 4-5 roj dom kir, hevalan birin hucreyan, berxwedanek fiîlî hebû. Di vê demê de hevalê Alî Erek şehît ket. Pişt re Esat Okta bixwe hat, li ser namûsa artêşa tirk sond xwar û got 'ji bo parastinê tiştê hûn dixwazin em ê ji we re bînin, peyda bikin. Li ser vê yekê me dev ji çalakiyê berda. Ev car polîtîkaya xiyanetê, îtîrafkariyê kete meriyetê. Doza sereke vebû, di dozê de hevalan navên xwe aşkere nekirin, dadgeh xitimî. Pişt re me dev j wî helwestî berda. Nêzî 8 meh dom kir, piştre parastina siyasî hate kirin. Bi taybetî hevalên Xeyrî, Kemal û Mazlûm parastina siyasî ya partiyê û sosyalîzmê kirin, em jî yek bi yek radibûn û me tenê digot em jî tevlî wan dibin. Em di nav hewildana çewa polîtîkaya dewletê bişkênin de bûn. Hem di hêla fizîkî û mejî de em li hember derdiketin. heta dawî parastina siyasî dewam kir. Bi rastî, di şexsê hevalan de temsiliyeta xwe didît."

Pişt re çalakî li ser çalakî pêk hat

Tak, diyar kir ku piştî Esat Oktay li soza xwe xwedî derneket, çalakiyên berxwedaniyê destpê kir. Tak, wiha berdawam kir: "Hevalê Mazlum, di Newroza sala 1982'an de çalakiya xwe pêk anî. Berî çalakî pêk bînin, di navbêra hevalên Xeyrî, Mazlum û Karasu de nîqaş pêk hat. Hevalê Xeyrî dixwest piranî parastina siyasî bê kirin. Hevalê Mazlum, ji parastina siyasî bêtir, hem di hêla fizîkî hem hêla mejî de li hember polîtîkaya tunekirinê derkeve. Piştre em hînbûn ku hevalê Mazlum çalakî pêk anîbû, xwe neşewitandibû, xwe daliqandibû. Heval tên cem hev nîqaş dikin, nîqaş hinek dirêj diajo, pêşî dixwestin Esat Oktay, êsîr bigirin, lê pişt re hevalan fikra dewlet ji bo yuzbaşiyekê dev ji polîtîkayên xwe yê qirêj bernede. Li ser vê yekê radibin, bi şêwazî çalakiya hevalê Mazlum hîn dibin, ew jî dibêjin ku dê agir bi xwe ve bikin û li ser vê esasî de di heman salî de çalakiya çaran pêk hat. Piştî vê hevalê Kemal, Xeyrî û Karasu bi şêwazekê xwe digihandin hev û li ser çalakiya 14'ê tîrmehê biryar girtin. Hevalê Kemal û Xeyrî di dadgehê de axivîn û diyar kirin ku 'hûn nahêlin em parastina xwe bikin, ji ber vê yekê em dê têkevin çalakiya rojiya mirinê. Li ber çavên we îşkenceyê li me dikin, dengê we dernakeve. Dema Hevalê Xeyrî kete hûndir, bang kir got 'em bi ser ketin, bi ser ketin bi 6 kesan bi ser ketin'. Piştî hefteyekê hevalê Karasu û yên din jî tevlî çalakiyê bûn. Bi vê awayî çalakî dom kir.

Gotina dîrokî 'Em ewqas ji jiyanê his dikin ku em di berî de diçin mirinê jî'

Tak, di axaftina xwe de bal kişand ser hevaltiya wan û wiha got: "Têkiliya hevaltiya wan a bi hev re pir xûrtbû. Kemal Pîr her tim digot divê ez beriya hevalê Mazlûm de şehît ketibûma. Hevalê Kemal, ji ber baweriyek mezin bi hevalê Xeyrî hebû jê re digot 'doktor' di hemû biryaran de gotina dawî didan hevalê Xeyrî. Baweriyek mezin didan hev. Têkiliya wan a bi hev re her tim li ser esasê baweriya bi partiyê û gel re bû. Dema ketibûn çalakiya rojiya mirinê, leşker dijmîn dida, hevalê Kemal gazî kir 'asker asker êdî tu nikarî dijmînan bidî, ji ber ku heval bi me bawerin, em azad in'. Esat Okta, ji hevalê Kemal re digot 'hûn ji jiyanê his nakin'. Hevalê Kemal bersiva dîrokî ew dem da û got, 'Em ewqas ji jiyanê his dikin ku em di berî de diçin mirinê jî'."

'Tevgerên ku piştgirî nedan dawiya dawî, baweriya me fêm kirin'

Tak, anî ziman ku rojiya mirinê bû tarzek, bu sembola berxwedaniya civaka kurd. Tak, da zanîn ku bi şehadeta Alî Çîçek re rojiya mirinê ketibû roja 65'an, lê tevgerên din dîsa piştgiriyê nedan. Tak, diyar kir ku çend kes xwestin tevlî bibin, lê dereng mabûn, ji xwe çalakî jî dawî bibû. Tak, wiha got: "Dewletê di 1983'an de xwest dîsa zilma xwe geştir bike, lê evcar bi tecrûbeya wan cangoriyan ve gelek tevger ketin nava çalakiyê û nehiştin polîtîkaya şikandina vîna girtiyan bixin meriyetê."

'Berxwedana wan bandorek mezin li ser hêviya mirovan dikir'

Tak, diyar kir ku berxwedaniya wan kesan bandorek mezin li ser wî kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi rastî jî dema ez bi wan re bûm, li nîqaşên wan ên xûrt û kûr dinêrt, hêviyek mezin dida min. Min xwe bi xwe digot divê ez bi wan re bim, divê ez jî wekê wan xûrt bim, qels nekevim. Ji ber ku her tim li hember polîtîkaya dewletê ku dixwest me têk bibe, pir bi çalak bûn. Me, Hêvî, daxwaz û çalakiya wan hevalan wek talîmatek ji xwe re dît û gelê kurd jî vê yekê ji xwe re wek talîmat divê bibîn in. Xwedî derketina berxwedêrên 14'ê tîrmehê, xwedîderketina pêşeroj û azadiyek bi rûmet e. Çalakiyeke mirovahiyê bû, çalakiyeke ku mirov her tim jê ders derxîne ye."

Zulfîkar Tak kî ye?

Zulfîkar Tak di 17 saliya xwe de di bi darbeya 12 Îlona 1980'an de hate binçavkirin û piştî darizandinê kete girtîgeha Amedê. Tak, 8 sal di hucreyê de jiya û di Girtîgeha Amedê de îşkenceyên pir giran dît. Piştî ji hucreyê hate derxistin ew sewqê Girtîgeha Ceyhanê ya Edene kirin. Tak, li vir tiştê di hucreyê de jiya bi pênûsa reş wêne û qarîkaturan çêkir. Tak, di sala 1989'an de ji 35 wêneyên pênûsa reş çêkirî topî ser hev kir û di salên dawî de pêşengiyê vekir. Tak ku 18 sal di girtîgehê de ma, niha li Navenda Çanda Cegerxwîn xebatên xwe yên çêkirina wêneyan dom dike.

(ea/mae)