1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Berxwedana Kobaniyê di roja 56'mîn deye
Berxwedana Kobaniyê di roja 56'mîn deye,berxwedana,kobaniyê,di,roja,56,mîn,deye

Berxwedana Kobaniyê di roja 56'mîn deye

A+ A-

KOBANÊ (DÎHA) - Berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê ya li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê di roja 56’an de didome. Şervanên YPG/YPJ’ê ku li dijî çekên giran bi çekên xwe yên şexsî berxwedaneke mezin nîşan didin, Di demenê herî kirîtîk de jî rûkeniya ji rûyê şervanên YPG/YPJ'ê kêm nabe. Şervanên YPG/YPJ'ê bi şev û roj bi berxwedanek bêhempa li ber xwe didin. Çeteyên DAIŞ'ê jî bi hewanan û sekvanên xwe gule li bajara direşînin. Ji jiyan û berxwedana Kobanê ku ev 56 roje didome çend dîmen.

* Li taxekê dema ku ça tê vexwarin, demlîk û şoşeyên hatin terîkandin

* Canta, cil û bergên jinan li dikanekê. Canta û desmal li cihê li cihê xwe rawestane

* Şervanên YPG'ê û pêşmerge di yek çeperê de ne.

*Gula Kobanê Naîm. Li Kobanê her tişt ji wê tê pirsîn û li bajar her tişt girêdayî wê ye, hesab nade kesê lê ji her kesê jî hesab dixwaze, ni zimanê DAIŞ'ê Naîme "Xeywan" e.

*Jinek ji Kobanê, li qada li ser sînor bi hezaran mirovan re dimîne, axa ku bi salan li ser jiyayî ked daye xemginiya ku mal û axa xwe terikandiye dijî.

*Welatiyên Kobanê yên li herêma Tilşeîr dimîn cihê ku bombe lê dikeve temaşe dikin

*Wesayît û avahiyên wêranbûyî.

*Lawir jî bûne hedefa guleyên doçkayê, li nava bajar diwarê avahiyekê

*Li eniya rojhilat sekvanek yê YPG'ê

*Li çepera nava bajar pêşmergeyek.

(WÊNE: Ersîn ÇAKSÛ / Îbrahîm ASLAN)

(oî/wk)