Berxwedana Kobanê bi pêngava serkeftinê ket roja 100’emîn
MEHMET ZEKÎ ÇÎÇEK
KOBANÊ (DÎHA) - Operasyonên paqijiyê ya şervanên YPG û YPJ’ê yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê dabû destpêkirin kolan bi kolan, mal bi mal berdewam dike. Berxwedana Kobanê ya ket roja sedî, ji bo gelên Rojhilata Navîn mîrateyek berxwedanê yê dîrokê ye.
Serokomarê tirk Erdogan ku bo Kobanê digot "îro sibê wê bikeve" her diçe ber bi serkeftinê diçe û ket roja 100’emîn. Pevçûnên di 15’ê îlonê de destpê kir, şervanên YPG û YPJ’ê bersiv da çeteyan û darbeyên giran li DAIŞ’ê xistin. Di serê meha Kanûnê de jî starta derbasbûna hamleya serkeftinê da. YPG û YPJ’ê ku pêşveçûnek bi kademe esas girt, li navenda bajar operasyona paqijiyê da destpêkirin. Ji taxa Botana Xerbî a başurê bajar dest pê kirin û heta herêma Kaniya Kurdan ya rojhilat operasyonek berfireh dan destpêkirin, li başurê Kobanê jî li dijî çeteyan çalakî hatin destpêkirin. Riya Termîk-Helebê ji û taxa Botana Serqî ji çeteyan hat paqij kirin. Her wiha dibistana Yermuk û bi dehan kolan hatin azad kirin.
Navenda Çand û Hunerê paşve hate girtin
Şervanên YPG û YPJ’ê bi awayekî hevdem li Başurê rojhilatê li cadeya 48. û derdorê Navenda Çand û Hunerê li dijî çeteyan çalakî pêk anîn û gelek çete kuştin û eniya başur re xet ava kirin. Bi kontrol pêşveçûna xwe pêk anîn û êrîşên wesayîtên bombebarkirî yên çeteyan jî dem bi dem bê bandor hiştin. Şervanên YPG û YPJ’ê ku kontrola herêmê girtin destê xwe şeva borî li eniya Başur bi awayekî hevdem, duh nîvro saet di 11.30’an de pevçûnên dijwar jiyan û piştî vê Navenda Çand û Hunerê ku wek biryargeha eniya Başur ji aliyê çeteyan ve dihat bikaranîn ji çeteyan hat paqijkirin. Pevçûnan bi saetan berdewam kir. YPG û YPJ’iyan di alî Girê Miştenûr de 150 metreyî çûn, li eniya Başur jî cadeya derdora dibistana Yermuk ji çeteyan paqij kirin û hemû rêyên derdorê birîn.
Ji bo ku em vê çalakiya YPG û YPJ’ê bikişînin û em derdikevin rê. Dema em di rê de bûn çeteyên li malên dora Girê Miştenûr bicih bûne bi doçkayan êrîşê navendê dikirin. Em di bin guleyan de rêya xwe berdewam dikin û YPG’iyekî got;bawerim vê carê çete gelek hêrs bûne. Ev der cihên din yên Kobanê cudatir bû. Cara yekem em di kolanan de rehet dimeşin. Lê tê fêmkirin ku ev herêm yek ji herêmên şere. Di bin avahiyan de dukan û mexezeyên cuda cuda hene. Piraniya dukanan ji ber pevçûnan wêra bûne.
Her ku em nêzî qada pevçûnê dibin tevgera YPG û YPJ’ê tê dîtin. Piştî silavdayînê, şervana YPJ’ê dibêje ezê we hinek bidim sekinandin. Sedema payînê jî hatina komek rojnameger bên herêmê. Koma qelebalix ya çapemeniyê nêzê me bû. Ji Japonya, Swêd, Hollanda, Îtalya, Fransa û Amerîkayê gelek rojnameger hatibûn. Lê ji Tirkiyeyê kes tunebû.
Dema êrîşên DAIŞ’ê destpêkirin serokomarê tirk Erdogan di axaftinek xwe de gotibû ‘wê îro sibê Kobanê bikeve.' Çapemeniya alîgir ya Tirk ku her sibehê bi hewesek mezin diçûn Girê Zorava ya li gundê Swêdê ye, digotin ‘DAIŞ pêngav bi pêngav pêşde diçe’. Lê hesabên Erdogan pê negirt û YPG û YPJ’ê bi berxwedanek mezin hesabên wan vala derxistin.
'Nokteyên stratejîk ji çeteyan hatin paqijkirin'
Li herêma ku pevçûn didome ji ber segvanên DAIŞ’ê em bi lez xwe digihînin Navenda Çand û Hunerê. Li dora avahiyê pevçûn didomin û li ber deriyê vahiyê alên YPG û YPJ’ê hil didin. Ji ber pevçûnê hundirê avahiyê veguheriye kavilê û nivîsên ku çeteyan li dîwaran nivîsandibûn ji aliyê YPG’ê ve hatiye paqijkirin dirûşme lê nivîsandine. Avahiya ku ev du meh bû di bin dagirkeriyê de bû, çeteyan wêneyên li dîwarê navendê danîbûn rakiribûn û YPG û YPJ’ê dîsa wêne lê daliqandibûn. Fermandara YPJ’ê Gulîstan Kobanê ku çalakiyên li eniya Başurê Rojhlat nirxand got: “Çalakiyên me bi hemû federakarî û qehremaniya hevalên me didome. Me nokteyên stratejîk ji çeteyan paqij kir. Em niha zêdetir nêzî azadiyê ne. Em dixwazin Kobaniya azad diyariyê gelê xwe bikin.”
(bd/wk)