Berxwedana Kobanê di roja 55'mîn deye (WÊNE)
(DÎHA) - Berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê ya li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê di roja 54’an de didome. Şervanên YPG/YPJ’ê ku li dijî çekên giran bi çekên xwe yên şexsî berxwedaneke mezin nîşan didin, Ji jiyan û berxwedana li Kobanê ku ev 54 roje didome çend dimen.
*Şervanê YPG'ê yê li ser peyarê rûniştiye li aliyê wî çeka wî bi lênûsa xwe bîranîna dinivîse.
*Pêşmergeyên YNK'ê yên dinava hefteyek de hatine dixwazin bajarê Kobanê nas bikin.
*Li pişt çeperê komên asayîşê yên bajar diparêzin.
*Wesayîta bi gule û topên hawanê xapur bûyî.
*Kobanê bi kevokên xwe bajarek binav û denge. Li ser banê xaniyan û dinava baxçeyan de em rastî gelek komên kevokan hatin. Şer ew gelek dil nerihet kirine lê wan Kobanê ne terikandiye.
*Di demen ku li çeperên rojava şer tunebe şervanê YPG'ê yê ku çeka xwe paqij dike.
*Şervanê YPG'ê yê li ber çeperê ve diçe.
*Di çeperên Kobanê de ya herî balkêş ewe ku şervanên jin yên di çeperan de keyfxweşiya wan e. Ev şervana YPJ'ê hertim dikene. Ev ji dema şervanek ya YPJ'ê di meşe, bi ken hevalê xwe silav dike.
*Şervanê YPG'ê yê di destê wî de çeka bikisî çeperê çeteyên DAIŞ'ê hedef digre.
*Kobanê di roja 55'an de li heber çeteyên DAIŞ'ê berxwe dide. "Hûn xêr hatin Kobanê".
(WÊNE: Ersîn ÇAKSÛ / Îbrahîm ASLAN)
(oî/wk)