1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Berxwedana Kobanê di roja 62'emîn de ye
Berxwedana Kobanê di roja 62'emîn de ye,berxwedana,kobanê,di,roja,62,emîn,de,ye

Berxwedana Kobanê di roja 62'emîn de ye

A+ A-

RIHA (DÎHA) - Şer û pevçûnên li ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kantona Kobanê didome.

Berxwedana bêhempa ya şervanên YPG/YPJ'ê ya li hember êrîşên çeteyên DAIŞ'ê di roja 62'emîn de berdewam dike. Dimenên ji berxwedana eniyên rojhilat û başûr ku çeteyên DAIŞ'ê paşde dikevin. Her wiha li deriyê sînor jî çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin.

Berxwedana bêhempa ya şervanên YPG/YPJ'ê ya li hember êrîşên çeteyên DAIŞ'ê di roja 62'emîn de berdewam dike. Dîsa berxwedan nobetê ya li ser sînorê Pirsûsa Rihayê jî bi tevlîbûnê nû, welatiyên tirk û hemû beşên civakê yên di berxwedanê de cihê xwe digire. Çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîşî ser Kobanê dike û 362 gund dagir kirin, bi ketina Kobanê re rastî berxwedana bi îrade ya şervanên YPG/YPJ'ê hatin.

Çeteyên DAIŞ'ê yên bi hemû hêza xwe êrîşî li eniya rojhilat li Girê Spî, li rojava Cerablus û li başûr jî Bab, Minbic û Ezaz kirin, bi xeyalê dê Kobanê li ber xwe nede û weke Iraq û Sûriyeyê teslîm bibe, dema ku gihîşt Kobanê rastî berxwedana bêhempa ya şervanên YPG/YPJ'ê hatin, çeteyên DAIŞ'ê binketina xwe ya li hemberî berxwedana Kobanê dijîn. Li 3 eniyan li rojhilat taxa Kaniya Kurdan, li girê Miştenûr û taxên başûr berxwedanek bêhempa hate nîşan dan.

Weke ku dimenê ji aliyê ajansa me ve li ser sînor hate kişandin xuya dibe ku pêşketina çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve hatiye rawestandin, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li eniyên rojhilat û başûr hate paşde xistin û berxwedana bêhmepa ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê ji dewam dike. Çeteyên DAIŞ'ê yên ji beriya niha bi topên hawanê êrîş kirin û xwestin komkujiya sivîlan pêk bine, roja ji beriya niha ji tê xuyakirin ku li 3 eniyan de jî pêşketina çeteyan hatiye rawestan din. Her wiha çeteyên DAIŞ'ê yên bi topên hawanê êrîşê deriyê sînor yê Mûrşîtpinarê dikir, li derdora sînor ji çeteyan hate paqijkirin.

Li aliyê din taxên ku çeteyên DAIŞ'ê dagirkirin jî hatine wêran kirin.

(oî/wk)