Berxwedana Kobanê di roja 76’an de ye
KOBANÊ (DÎHA) - Êrîşên li dijî Kobanê didomin û berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê jî di roja 76’an de berdewam dike. Çeteyên DAIŞ’ê hem bi segvanan û hem jî ji hewayî beyî ku hedefê bigirin li dijî navenda bajar êrîşan pêk tînin û li dijî vê jî şervanên YPG-YPJ’ê bersivek mezin dide wan. Ji rûyê şervanên YPG-YPJ’ê ku bi çekên şexsî bersivê didin çekên giran, di demên herî krîtîk de jî ken kêm nabe. Ji berxwedana 76 rojan a Kobanê û jiyanê hinek dîmen.
* Şervanên YPG’ê yên li navenda bajar
* Li Kobanê bi hezaran sivîl dijîn. Zaroka Kobanî ku xwişka xwe kiriye hembêza xwe û dikene
* Şervanên YPG’ê li gel şerkirina li eniyan li bajar alîkariyê didin karên din jî
* Sîvîlên herêma Til Şeîr bi dûrbînan pevçûnên li Kobanê temaşe dikin
* Cihê ku hawanan îsabet kir. Firaqên li derdorê belav bûne, motorsîkletek ku qulipiye
* Nuqteyeke ku hêzên asayîşê lê dipên û tifingên kaleşnîkofê
* Peywirdarê asayîşê yê li navenda bajêr nobetê digire
* Navenda Kobanê. Zarok li kolanê dilîzin.
* Wesayîteke ku guleya hewana DAIŞ’ê lê ketiye.
* Peywirdarê asayîşê yê li navenda bajar li dewriyê digere.
Wêne: Ersîn ÇAKSU / Îbrahîm ASLAN)
(wk)