Berxwedana li Kobanê mezin dibe
NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ ku berxwedan mezin dibe, yekîneyên YPG û YPJ’ê yên ji bo teqwiyeyê hatin gihiştin bajêr. Li eniya Başûr darbeyên mezin li çeteyên DAIŞ tên xistin li bakurê sînor jî wê îro çalakiyên mezin pêk werin.
Li kantona Rojava di navbera çeteyên DAIŞ û hêzên YPG-YPJ’ê de şerên dijwar rû didin. Darbeyên giran li çeteyên ku ji sê milan ve Kobanê dorpêç kirine tên xistin. Ji bo navenda kantonê gelek hêzên gerîla wek teqwiye hatin. Piştî teqwiyeya ku hat gel xwepêşandanên kêfxweşiyê li dar xist. Welatiyan bi qasî saeteke gule berdan hewayê, bi dirûşmayan hatina yekîneyên teqwiye pîroz kirin. Hat ragihandin ku li sînorê Pirsûs jî gelek ciwan ji bo beşdarî berxwedanê bibin derbasî Kobanê bûne.
Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku piştî YPG’ê gelek çekên çeteyên DAIŞ bêbandor kirin tesîra çeteyan kêm bûye lê şer hê didome.
Hevserokê Kantona Kobanê Enver Muslim di daxuyaniya xwe ya duh de gotibû: "Hemû kesên ku ji xwe re dibêje ez demokrat im piştgiriyê bidin Rojava. DAIŞ dixwaze li Kobanê mirovahiyê qetil bike. Ger ku li dijî terorê ne divê piştgiriya xwe nîşanî me bidin. Bila tu kes ne li benda teslîmbûna me be û em welatê xwe terk nakin. Heta dilopek xwîna me hebe em ê li ber xwe bidin. Dê çete tu carî nekevin Kobanê. Hewce bike em ê wan di nava xwîna xwe de bifetisînin."
BI DEHHEZARAN BER BI SÎNOR VE DIMEŞIN
Li Pirsûsa li hember kantona Kobanê jî wê bi dehhezaran kes kom bibin û çalakiyan li dar bixin. Kurd li hember çeteyên DAIŞ wê nobetê bigirin. Ji gelek bajarên Kurdistanê otobûs çûn Pirsûsê. Gel wê îro tevahiya rojê li ber sînor be.