1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Berxwedana me û Artêşa Azad dê DAIŞ’ê têk bibe’
‘Berxwedana me û Artêşa Azad dê DAIŞ’ê têk bibe’,berxwedana,me,û,artêşa,azad,dê,daiş,ê,têk,bibe

‘Berxwedana me û Artêşa Azad dê DAIŞ’ê têk bibe’

A+ A-

ANHA - NAVENDA NÛÇEYAN- Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê diyar kir ku herêma Kobanê qonaxeke dîrokî ye û di encamê de dê şêwaza Sûriyeya nû diyar bike. di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Berxwedana hêzên me û Artêşa Azad dikarin teror û hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ji herêmê rabikin.”

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wiha ye:

“Di ser bajarê Kobanê re bêtirî 33 roj ji berxwedan, fedekarî û cangoriyên buha li hemberî êrîş û hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê derbas dibe. ev rêxistina ku niha li hemberî cîhanê û aştiya navxweyî li her deverekê mezintirîn metirsî ye. Kobanê qonaxeke dîrokî ye û di encamê de dê Şêwaza Sûriyeya pêşerûjê û têkoşîna demokratîk ji bo azadî û aştiyê diyar bike. ji ber vê yekê serkeftina Kobanê serkeftina tevahî Sûriyeyê bi hemû beş û pêkhateyên wê ye û dê derbeyeke mezin di pişta DAIŞ’ê û terorê de be.

Ev berxwedana ku niha şervanên YPG’ê û tabûrên Artêşa Azad didin meşandin, dikarin teror û hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ji herêmê rabikin. Berxwedana li hemberî terorê û avakirina Sûriyeke demokratîk û azad bingeha hemû hevpeymanên di navbera hêzên YPG’ê û tabûrên Artêşa Azad de ye. Em dibînin ku serkeftina şoreşê bi pêşxistina van têkliyan di navbera tabûr û hêzên xêrxwazên vî welatî de girêdayî ne.

Em wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bo berpirsyariya li hemberî Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi giştî tiştê ji me tê xwestin em ê bikin. Em ê bi hemû hêza xwe şêwaza hevkariya rasteqîne ji bo birêvebirina vî welatî li gorî daxwazên gelê Sûriyê bi hemû pêkhate û beşên civakê û mozayîka wê biçespînin.

Hevkariya hêzên me bi gelek tabûrên sereke yên Artêşa Azad re li gundewarê bakurê Helebê, Herêma Efrînê, Herêma Kobanê û Cizîrê xurt e. niha gelek kom û tabûrên Artêşa Azad li rex hêzên me li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê li herêma Kobanê li ber xwe didin.”

(jh)