Berxwedana Newrozê li her derê Stenbolê ye
STENBOL (DÎHA) - Gelê Kurd li Stenbolê qedexeyan hilweşand, hemû kolanên taxên wekî Kanarya 1 Mayis kire qada Newrozê û li taxa Gaziyê jî gel otobana E6 birî û li ser rê dilana berxwedanê girt.
Li ser qedexeya dewletê ya Newrozê gelê Stenbolê qedexeyan ne nasî û derket kolanan. Li ser ku polisan destur neda li Bakirkoyê pîrozbahî bê li darxistin, gel jî hemû dever, kolan û qadên ku lê dijî guherand qada berxwedanê. Li taxa Kanaryayê ya girêdayê Kuçukçekmece gel hat cem hev û bi dirûşmeyên wekî, "Her der Newroz û her der berxwedan" agirê Newrozê geş kir. Gel di pirozbahiyê de slav ji deverên berxwedanên ên wekî Sur, Cizîr, Hezex, Gever, Nisêbîn re slav şandin û govenda berxwedanê girt. Li ser helwdanan polisan ku dixwast agirê Newrozê bi temîrinin gel li hemû kolanan agirê Newrozê pêxist û bi berxwedanê bersiv da polîsan. Li Kanaryayê berxwedan li hemû kolanan belavbû.
Li 1 Mayis'ê dirûşmeya 'Bijî Newroz'
Li taxa 1 Mayisê a girêdayê Umraniyayê jî agirê berxwedana Newrozê hate pêxistin. Li taxa 1 Mayisê rêxistina Ataşehîrê Partiya Sosyalist a Bindestan (ESP), pankartên "Newroz, berxwedan û serhildan" daliqand û bi dirûşmeyên wekî "Agirê Newrozê dê AKP bişetîne", "Bijî Newroz", "Bijî sosyalizm" li cadeya 3001'an meşiyan. Polis meşê astengkir û pankartê jî desteserkir. Li gel vê yekê gel paşde gav neavêt û li kolanan agirê Newrozê gurkir.
Li Otobanê dîlana berxwedanê
Li taxa Gaziyê ya girêdayê navçeya Sultangaziyê jî gel êrişên polîsan vala derxibt û otobana bi navê E6 ji trafiqê re girt. Gel bi dirûşme, tilîlî, derket rê û car car dilan girt. Bi dirûşmeyên wekî "Newroz pîroz be" gel pîrozbahiyên Newrozê didomîn e. Cihê ku pîrozbahî hat li darxistin ji aliyê helîkopteran ve hate çavdarkirin. Li disa jî gel çalakiya xwe domand û berxwerdanên xweseriyên demokratik slavkir. Li gel vê yekê polisan bi bombeyên gazê êrişê pirozbahiya Newrozê kir û hîn jî berxwedana gel li heremê didom e.
TOMA'yê nikaribû agirê Newrozê bi temîrine
Li Parka Haciahmetê jî paraniya wan jin û zarokan pirozbahiyên Newrozê li darxist û agirê Newrozê gurkir. Pirozbahiya vir jî rastê êrişa polisan hat. Gel bi dirûşmeyên wekî, "Kûrdistan dê ji bo faşistan bibe goristan", "Bijî Serok Apo", "Bijî YDG-H" bersiv da êrişan. Polisan xwest ku agirê Newrozê bi TOMA'yan bi temirîne lê gel destûr neda vê yekê û hîn jî berxwedana gel didom e.
(kk)