Berxwedana roboskiyan li hemberî leşkeran didome
ŞIRNEX (DÎHA) - Berxwedana nobedariyê ya Roboskiyan ku ji ber êrîşên leşkeran koçî zozanê Şîrîtê kiribûn di roja 2'yemîn de berdewam dike.
Li gundê Roboskê ya navçeya Qilebana Şirnexê welatiyên ku ji ber êrîşên leşkeran a li ser sewal û xwezaya wan pêk anî, koçî zozanê Şîrîtê kiribûn û dest bi berdexwedana nobetê kiribûn. Berxwedana welatiyan a li hemberî zext û zordariya leşkeran di roja duyemîn de berdewam dike. Welatî li aliyekî berxwedana xwe didomînin û li aliyê din jî li zozanê Şîrîtê qada jiyana nû tê avakirin. Biryardariya Roboskiyan ku berdewam dike hejmara leşkeran a li heremê jî bi cih bûne her ku diçe zêdetir dibe. Hat hînbûn ku leşker li zozanê Hodanayê ya pêşberî Roboskê bi kar tîne û li nêzî zozanê Şîrîtê bi cih bûne. Ligel zêdebûna leşkeran, hat hînbûn ku Fermandariya Alayê ya Gulyaziyê bi cerdevanan re civînê pêk aniye û hat îdiakirin ku fermana astengkirina tevlîbûna berxwedana nobedariyê dane cerdevanan.
Jin xwezayê diparêzin leşker jî wêran dikin!
Di berxwedana nobedê de tevlîbûna jinan jî her ku diçe zêde dibe. Jin pêdiviyên xwe yên germkirinê bi qirşikên li erdê kom dikin û agir pêdixin. Li aliyê din jî hat dîtin ku leşkerên ku li gelek noqteyên heremê hatine bi cih kirin pêdiviya germkirinê bi birîna xwezayê wêran dikin. Ciwanên Roboskiyê jî bi kincên xwe yên neteweyî di berxwedana nobedê de cihê xwe digirin. Ciwanan şeva xwe li ber agirê bi stranan û govend gerandinê derbas kirin.
'Em ê cil û bergên xwe li xwe bikin'
Roboskiyan bertek nîşanî "Pakêta ewlehiyê" ya piştî nîqaşên mezin di parlamentoyê de derbas kirin û têde kincên neteweyî ya kurdan qedexe dike dan. Li ser navê malbatan Haşîm Encu diyar kir ku şal û şapikên ew niha li xwe dikin ji dîrokê ve kurd li xwe dikin û qedexekirina van kincan dijbertiya civakê ye. Encu destnîşan kir ku ew ê cil û bergan li xwe bikin û got ku ew ê guh nedin cezayê. Encu ev tişt anî ziman: "Kalê me li xwe kirine, bavê me li xwe kirine, em ê jî li xwe bikin. Dixwazin çanda me tune bikin."
(ea/wk)