Berxwedana Xumarê dê bidome
AZÎZ ORUÇ
WAN (DÎHA) - Berxwedana li Geliyê Xumar a navçeya Şaxê ya Wanê ya li hemberî çêkirina qereqol, qeleqol û HES'an 35 rojin berdewam dike. Rojeva konê berxwedanê ya sereke êrîşên li dijî Kobanê ne û welatiyan diyar kir ku hinî çêkirina qereqol û HES'an berdewam bike dê çalakiya wan jî berdewam bike.
Berxwedana Geliyê Xumar a navçeya Şaxê ya Wanê ya ku di 3'yê hezîranê de li hemberî çêkirina qereqol, qeleqol û HES'an hate destpêkirin di roja 35'emîn de berdewam dike. Ligel pêvajoya diyalogê ya ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin çêkirina qereqol, qeleqol û HES'an berdewam kir û li hemberî vê yekê welatiyan ber xwe da. Welatiyên çalakî dan destpêkirin diyar kirin ku heye encamê digirin dê çalakiyên xwe bidomînin xwedî derketina konê xwedî derketina xweza û hemû mirovahiyê ye. Welatiyên li kon ber xwe didin rojevê bi radyo û TV dişopînin.
'Her şev bi tevlîbûna welatiyên gundê derdorê perwerdehî tê dayîn'
Çalakvana bi navê Tuna Delta (40), diyar kir ku her roj xwedî derketina welatiyan a li kon zêde bû û asteke civakî qezenc kir. Delta, anî ziman ku çalakvan li hemberî peywirên di kon de tên dayîn bi baldarî nêzîk dibin û li kon bi hişmendiya komunal jiyane berdewam dike. Delta, anî ziman ku her şev bi tevlîbûna welatiyên gundên derdorê li ser mijarên nîqaş tên meşandin û perwerdehî tê dayîn. Delta, bilêv kir ku ewlehiya kon jî bi xwe digirin û li nokteyên diyar kirin nobetê digirin.
Delta, destnîşan kir ku serê sibê "Roj baş" seat di 07.00'an de tê dayîn û piştî karên nava rojê lîstikên voleybol û futbol tên lîstin. Delta diyar kir ku ew kon weke akademiyekê bikartînin û her roj bi aktîvîteyên cuda jiyanê balkêş dikin.
'Li şuna malê runin xwedî li berxwedanê derbikevin'
Jina bi navê Leyla Duman (54) jî diyar kir ku li şuna welatî li malê birûnin bila xwedî li berxwedanê derbikevin. Duman, anî ziman ku armanca wan li hemberî çêkirina qereqol, qeleqol û HES'ên dewlet çêdike derketin e. Duman, da zanîn ku hemû peywirên li kon bi awayeke edaletî tên belavkirin jin û zilaman re heman peywir tê dayîn û wiha got: "Dema bang em fitarên xwe vedikin û nimêja xwe hev re dikin. Hemû karan em bi hev re dikin. Heya konê berxwedanê digihije armanca xwe dê bidome."
(bd)