1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Berxwedana YPG'ê Rojavayî li xaka xwe vedigerîne
Berxwedana YPG'ê Rojavayî li xaka xwe vedigerîne,berxwedana,ypg,ê,rojavayî,li,xaka,xwe,vedigerîne

Berxwedana YPG'ê Rojavayî li xaka xwe vedigerîne

A+ A-

NÛDEM ATEŞ - QAMIŞLO 06.10.2013 07:00:01 Bi hezaran Rojavayî yên ji ber êrîşên çeteyên El Nûsra û Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê yên ser bi El Qaîdeyê û ambargoyê, xaka xwe terikanin û koçî Tirkiye û Başûrê Kurdistanê kirin, piştî berxwedana YPG'ê dest bi vegera li xaka xwe kirin. Ji ber girtina deriyên sînor, komên ji jin û zarokan her roj li gel xeteriya mirinê ji rêyên qedexe vedigerin.

Bi şerê navxweyî yê Sûriyê re bi deh hezaran Ereb û Kurdên li Hesekê, Şam, Reqqa û Helebê reviyan û xwe li Qamişlo, Dêrik, Tirbêpisî, Girkê Legê, Çil Axa û Serêkaniyê girtin, ji ber ambargoya bi girtina deriyên sînor ên Tirkiyê û êrîşên komên çete yên El Nûsra û Dewleta Iraq û Şamê re, bi sedema ewlekariya jiyana xwe bi rêyên qedexe koçî Tirkiye û Başûrê Kurdistanê kirin.

Beşek ji Rojavayiyên çûn Tirkiyê li kampan hatin bicihkirin û bi hezara ji Ereb û Kurdan jî reviyan bajarên mîna Stenbol, Mersîn, Dîlok, Amed, Mêrdîn, Riha û Kîlîsê û dest bi jiyana koçberiyê kirin. Bi deh hezaran mirovên li kampan neman, li bajarên xwe lê girtine bi karên rojane yan jî bi destvekirinê hewl didin bijîn. Nêzî 200 hezar kes jî, ji ber tinebûna xwarin û derman li kampên Neteweyên Yekbûyî yên li bajarên Duhok û Hewlêr ên Başûrê Kurdistanê hatin bicihkirin.

Rojavayiyêni li Tirkiye û Başûrê Kurdistanê, li kamp an jî bajarên xwe lê girtine têkoşîna ji bo jiyanê didin, li her şêweyên nêzîkatiyên biçûkxistinê rast tên. Rojavayî, piştî berxwedana hêzên YPG û YPJ'ê yên li Serêkaniyê, Efrîn, Kobanê, Çila Axa û gelek eniyên din ên li dijî komên çete, dest bi vegera li xaka xwe kirin.

Di encama xebatên Konseya Bilind a Kurd û TEV-DEM'ê re, beşek ji pirsgirêka avê çareser bû, kargehên nan çê dikin ên hatin xerakirin ji nû ve hatin xebitandin, karên çandiniyê hat zêdekirin û bi vê yekê re Rojavayiyên jiyana penaberiyê dijîn her roj bi komên ji sedan kesî, bi rêyên qedexe, li gel xeteriya mirinê jî li xaka xwe vedigerin.

Piştî ku Tirkiyê deriyên sînor ên Nisêbîn, Dirbêsiyê, Pirsûs û hemû deriyên din ên sînor ên li Rojava vedibin girt, malbatên li bajarên cuda yên Tirkiyê di şertên giran de dijîn, li pêşberî berxwedana li Rojava biryar dan li xaka xwe vegerin. Ji ber girtina deriyên sînor, malbat li ser xeta sînor a Riha û Mêrdînê di nava erdê bi têl û mayinan hatiye girtin, her roj kom bi kom vedigerin.

Rojavayiyên li gel xeteriya mirinê jî vegeriyane xaka xwe, piştî ku sînor derbas kirin ji ANF'ê re behsa jiyana xwe ya li penaberiyê kirin û diyar kirin ew li Tirkiyê neçar mane di şert û mercên gelekî giran de bijîn, di berdêla 10 lîre de rojê dixebitin, bi hezaran ji wan neçar mane destê xwe vekin û piştî ku berxwedana YPG'ê ya li Rojava dîtine, wan biryar dane vegerin.

Ji gelê li ser sînor hat hînbûn ku her roj bi sedan mirovên li ser sînorê Tirkiye û Rojava vedigerin û ji Rojavayiyên ji ber êrîşên çete û pirsgirêka dermanan ji deriyê sînor ê Sêmalka derbasî Başûrê Kurdistanê bûne jî, her roj bi hezaran ji wan vedigerin.

LI MÊRDÎNÊ AMÎRIYA BURO YA NAVENDA VEGERANDINÊ HAT AVAKIRIN

Piştî ku bi rêyên qedexe vegera li Rojava rû da, ji bo pêşî li vê bê girtin li Walîtiya Mêrdînê Amîriya Buro ya Navenda Vegeran û Dersînorkirinê ya Muduriyeta Şaxê Biyaniyan hat avakirin. Bi vê armancê li bajarokê Tirbêsiyê yê navçeya Qoserê, Avahiya Çandê ya Şaredariyê ji bo vê navendê hat amadekirin.

10 personelên li amîriya buro wezîfedarin, ji bo derbasbûna penaberan a li Mêrdîn û bajarên derdorê xizmetê bikin. Hat hînbûn ku li deriyê sînor ê Tirbêspiyê gelek Rojavayî ji bo vegera li xaka xwe serlêdan kirin û li gel hin astengiyan jî kom bi kom li xaka xwe vegeriyane.

Qeymeqamê Qoserê Erdogan Tûran Ermîş di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de da xuyakirin ku bi rêya yekîneya wan a li bajarokê Tirbêsiyê, rojê nêzî 100 kes vedigerin.