1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Berxwedêran soza serketinê dan çalakgeran
Berxwedêran soza serketinê dan çalakgeran,berxwedêran,soza,serketinê,dan,çalakgeran

Berxwedêran soza serketinê dan çalakgeran

"Em soza 'serketina Kobanê' didin bi mîlyonan çalakgerên daketin qadan."

A+ A-

SEDAT SÛR - KOBANÊ / ANF Ji fermandarên YPG û YPJ'ê yên li Kobanê Mehmûd Berxwedan û Roza Kobanê, çalakiyên di çarçoveya 1'ê Mijdarê "Roja Kobanê ya Cîhanê" hatin lidarxistin, silav kirin û gotin, "Em soza 'serketina Kobanê' didin bi mîlyonan çalakgerên daketin qadan."

Fermandarê YPG'ê yê Kobanê Mehmûd Berxwedan diyar kir ku çalakiyên di çarçoveya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li gelek navendên Kurdistan û cîhanê hatin lidarxistin, moraleke mezin dane wan û destnîşan kir ku ev roj di encama berxwedana YPG û YPJ'ê de derketiye holê.

Berxwedan bi taybetî bal kişand ser çalakiyên destekkirinê yên bi wesîleya "Roja Kobanê ya Cîhanê" li heft eyaletên Afganîstanê, ku di bin zexta rêxistinê Îslamî yên tund de ne û ragihand ku ev yek gelekî watedar e û îspat dike ku çeteyên DAIŞ'ê parçe dibin.

Fermandara YPJ'ê Roza Kobanê jî hemû jinên beşdarî çalakiyên Roja Kobanê ya Cîhanê bûn silav kir û got, "Em careke din soz didin hemû jinên li cîhanê û destnîşan dikin ku berxwedana me ya azadiyê wê dewam bike."

"EM HER ÇALAKGEREKÎ/Ê JI QELEHA BERXWEDANÊ SILAV DIKIN"

Roza Kobanê axaftina xwe wiha dewam kir: "Îro li gelemperiya cîhanê weke roja Kobanê hat ragihandin. Tevahiya demokrat û mirovên dijberên hêzên qirêj ên cîhanê, li her qadê çalakî lidar xistin. Li hemberî terorîzma DAIŞ'ê daketin kolanan. Bêguman ev çalakiyên destekkirinê û xwedîderketina ji gelemperiya cîhanê, berxwedana Kobanê mezintir kir. Yên ku ev meş afirandin, lehengên me yên li Kobanê şehîd ketine û yên li ber xwe didin e. Berxwedana bêhempa ya li Kobanê tê nîşandan, li gelemperiya cîhanê Kobanê veguherand semboleke nirxên mirovahiyê. Lewma ev çalakiyên ku yekser pêwendiya xwe bi berxwedana YPG/YPJ'ê hene, moral û coşeke mezin dide me. Di vê roja ku mirovahî li dora Kobanê civiyan de, em her mirovên beşdarî çalakiyan bûne ji qeleha berxwedanê, ji Kobanê bi rêzdarî û minetdarî silav dikin."

"ÇALAKIYÊN LI AFGANÎSTANÊ ÎSPATA PARÇEBÛNA ÇETEYÊN DAIŞ'Ê YE"

Mehmûd Berxwedan da zanîn, ku di nava çalakiyên piştevaniyê yên li gelek navendên cîhanê hatin lidarxistin, çalakiyên li heft eyaletên Afganîstanê xwedî wateyeke cuda û mezin e û got, "Di nava van navendan de, Afganîstan weke yek ji navendên El Qaîde û Îslama tund dihat zanîn. Lewma çalakiyeke bi vî rengî ya Afganîstanê li dijî DAIŞ'ê nîşan da, îspat dike ku êdî parçebûna DAIŞ'ê jênevegere. Em ji kûrahiya dilê xwe û bi fikir û ramanê xwe çalakiyên li heft eyaletên Afganîstanê silav dikin."

SOZA SERKETINÊ

Mehmûd Berxwedan soza "serketina Kobanê" da bi mîlyonan çalakgerên daketine qadan û destnîşan kir ku ew ê berxwedana xwe mezintir bikin. Berxwedan ji çalakgerên beşdarî "Roja Kobanê" bûn re got, "Bila amade bin Serketina Kobanê pîroz bikin."

"SERKETIN NÊZ E, BILA CIWANÊN KOBANÊ DI VÊ DEMÊ DE CIH BIGIRIN"

Mehmûd Berxwedan bibîr xist ku ew li Kobanê êdî gav bi gav Nêzî serketinê dibin û bang li keç û xortên ji Kobanê derketine kir ku li Kobanê vegerin. Berxwedan got, "Di vê dema dîrokî de, em ciwanên xwe yên li derveyî Kobanê ne vedixwînin Kobanê. Bila werin û di vê pêvajoya serketinê de cihê xwe bigirin."

"BEŞDARIYA JINÊ BERXWEDANA ME YA AZADIYA JINÊ XURTIR KIR"

Fermandara YPJ'ê Roza Kobanê da zanîn ku jinan pêşengî ji çalakiyên "Roja Kobanê" re kirine û diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê di kesayetiya jinê de êrîşî her şêweyên nirxên jiyanî dikin û berxwedana Kobanê ya li hemberî vê, çalakiyên xwedîderketina li vê berxwedanê bi pêşengiya jinê tên meşandin. Kobanê got, "Em jinên ji hemû gelan ên ji çalakiyên 'Roja Kobanê' re pêşengî kirine silav dikin." Roza Kobanê destnîşan kir ku hemû jinên beşdarî çalakiyan bûne hêz dane berxwedana azadiya jinê û got, "Em jî sozê didin ku em ê berxwedana YPJ'ê ya hemû jinên cîhanê temsîl dike bilind bikin û heta dawiyê bimeşînin."

Roza Kobanê herî dawî bang li jinan kir ku desteka xwe ya ji bo Kobanê bidomînin û çalakiyên xwe mezintir bikin.