Berxwedêrên Licê: Em ê heta azadiya Ocalan çalakiyên xwe bidomînin
AMED (DÎHA) - Li navçeya Licê ya Amedê di roja 22'emîn de berxwedana gel ya li hember çêkirina qereqol, kalekol û bendavan didome. Gel li 3 deran, rê kontrol dikin û çalakgeran diyar kirin ku dê heta azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya xwe bidomînin.
Li navçeya Licê ya Amedê, 22 roj in gel li hember çêkirina qereqol û kelehkolan li ser piyan in. Welatiyan li seri riya Amed-Licê li deşta Fîs'ê, li ser riya Amed-Hênê li gundê Serdê, li ser riya Amed-Çewlikê li herêma Cellikê, kontrola rê dikin, wesayîtan radiwestinînin û der barê pêvajo û berxwedana Licê gel agahdar dikin. Welatiyan diyar kirin ku heta azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê çalakiyên xwe bidomînin.
'Em ji şer re amade ne'
Welatiyê ku nexwest navê xwe aşkera bike, diyar kir ku gelê kurd li Licê di nav berxwedaneke mezin de ye, dê bi ruhê fedayî çalakiyên xwe bidomînin. Çalakger destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê di pêvajoya diyalogê de li ser soza xwe nesekiniye, qereqol, kelehkol û bendav daye çêkirin, bi guleyên rast êrîşî gel dikin û li hember van pêkanînên AKP'ê ji şer re amade ne.
Welatiyê çalakger da zanîn ku herêm bi temamî di serweriya wan de ye, bi tu awahî dev ji serweriya herêmê bernadin û dê heta azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyên xwe bidomînin. Welatiyê çalakger wiha got: "Em di kontrola rê de gelê xwe aciz nakin. Di kontrola rê de der barê pêvajo û berxwedana Licê gel agahdar dikin. Gel jî eleqeyeke mezin nîşanî me didin."
'Em dev ji çalakiyan bernadin'
Welatiyê çalakger anî ziman ku leşker bi guleyên rast mudaxaleyî wan dikin, ji bo parastina berxwedana Licê Ramazan Baran û Bakî Akdemîr jiyana xwe feda kirine, dê li bîranîna xwe xwedî derkevin û çalakiyên xwe bidomînin. Welatî diyar kir ku di demên dawî de leşker bi zanebûn zeviyên wan dişewitîne, dixwazin bi van polîtîkayên xwe ve gel û çalakgeran bînin li hember hev, lê gel her tim li wan xwedî derdikeve.
'Jin pêşengên berxwedana Licê ne'
Di kontrola rê de piraniya çalakgerên ku rê kontrol dikin, jinên ciwan in. Çalakgereke jin destnîşan kir ku wekî jinên ciwan, gel parastina xwe diin û wiha got: "Jin pêşengên şoreşê ne. Jin perçeyeke girîng ya berxwedana Licê ne. Em bang li hemû jinan dikin ku vê berxwedanê pêş ve bibin."
(ça)