Berxwedêrên çeper û xendekan vegotin
ŞERÎFE ORUÇ / MUJDAT CAN
AMED (DÎHA) - Gelê Farqînê ligel rastî êrîşên giran hatin di çarçoveya rêveberiya cewherî de jiyana xwe gav bi gav diraçînin. Şopa êrîşên pêk hatin û berxwedana li hemberî van êrîşan di kolanan de xuya dike û barê jiyana nû li ser milê ciwanan e.
Piştî li navçeya Farqînê ya Amedê di 15'ê tebaxê de "rêveberiya cewherî" hat îlankirin ji pergala dewletê derbasî pergala gel bûn û xebatên înşaya vê yekê didomînin. Piştî îlankirina rêveberiya cewherî hêzên dewletê li hemberî gelê navçeyê dest bi êrîşankir û gel jî li hemberî êrîşan 24 seat di berxwedanê de cih girt. Piştî îlankirina rêveberiya cewherî heya niha 5 caran qedexeya derketina kolanan li navçeyê hat îlankirin. Di dema qedexeya kolanan de hêzên dewletê bi çekên giran êrîş li gel kir û ligel vê yekê gel li hemberî êrîşan berxweda û tîmên taybet û polîsan nekarî bikevin taxan.
Li kolanan şopa êrîş û berxwedanê
Li kolanan şopa êrîşên giran ên li hemberî gel û berxwedana li hemberî êrîşan pêk hatin hêj xuya dike. Li navçeyê mala gule lê ketî tuneye, malên hatin şewitandin û xirabkirin, wesayît û karkerên hatin texrîpkirin li her derê hene. Ligel êrîşan û xerîbata tê xuyankirin li ser dîwaran nivîsên "Hûn xêr hatin herêma xweser" û "Teslîmbûyîn dê îxanetê bîne, berxwedan dê serkeftinê bîne" berxwedana li hemberî êrîşan û înşaya jiyana nû dide nîşandan.
Ji pirsgirêkan re çareseriya hevpar
Di nava taxan de gel bi xwe têkildarî jiyana xwe de biryaran digire û xebatên xwe dimeşîne. Gel bi komîn û meclîsên pirsgirêkên xwe tesbît dike û li gorî hewcehiyan nîqaşan dimeşînin û çareseriyên hevpar pêk bîtin. Di çarçoveya xebatan de ji bo xizmeta gel a tendûrîstiyê bê dayîn ocaxekî tendûrîstiyê hatiye avakirin. Xebatdarên dildar ên li vir peywirê digirin xizmetê didin gel. Ligel vê yekê xebatên perwerdehiyê jî hatine destpêkirin. Li taxan di malan de mamosteyên dildar perwerdehiya kurdî didin zarokan. Welatiyên taxan bi hev re jiyanekê didomînin nîqaşên rêveberiya xweser jî dimeşîne.
Ciwanên berxwedan rêveberiya cewherî vegotin
Ji zarokan heya kesên temenê wan mezin ên di berxwedanê de cih girtin bêguman pêşengiya wê ciwanan kir. Ciwanên ji roja ewil heya niha li hemberî êrîşan di berxwedanê de ne rêveberiya cewherî vegotin.
'Pêşengiya rêveberiya cewherî jin dikin'
Ji ciwanan Zeynep a ku ji roja berxwedanê dest pê kir heya niha hem li ser xendekan nobetê digire û hem jî di xebatên înşaya rêveberiya cewherî de cih digire. Zeynep diyar kir ku rêveberiya cewherî ji perwerdehiyê heya tendûrîstiyê, hiqûq, ekolojî, çand, siyaset û heya parastina cewherî ya bi kurtasî di her qadê de gel xwediyê mafê axaftinê ye. Zeynep anî ziman ku bingeha vê yekê jî meclîs û komûn pêk tînin. Zeynep cihê jinê yê di vê pergalê de jî wiha vegot: "Jin li her aliyê cihaê herî zêde tê tepisandin lê ya herî zêde jî jin ber xwe dide. Ji ber vê yekê heke jin nebe şoreş nabe. Çawa nîvekî civakê jin pêk tînin şoreşa jin di nav de neyî mirî ye." Zeynep da zanîn ku li Farqînê pêşengiya rêveberiya cewherî jin dikin.
'Berxwedan dê li her asta jiyanê de bidome'
Zeynep bilêv kir ku ji ber AKP'ê daxwaza gel a rêveberiyên cewherî qebûl nekir êrîş li gel kir û ligel êrîşan gel ber xwe da û êrîşên dewletê qewirandin û wiha got: "Hînî hebûna me û hêza me heyê qebûlkirin em dê berxwedana xwe bidomînin. Ev berxwedan tenê bi xendekan sînor namîne dê di her asta jiyanê de bidome."
'Gel dixwaze bi rêgezên xwe yên çandî bijî'
Ciwanê bi navê Zekî jî diyar kir ku gel dixwaze bi çand û exlaqê xwe bijî lê daxwaza gel bi gotina "terorîst" xwestin bitepisînin û gelê kurd li hemberî vê yekê ber xwe da. Zekî anî ziman ku êdî ew desthilatdariya dewletê naxwazin.
(bd)