Besta Firat: Şoreşa Rojava şoreşa gel e
ALÎŞÊR PÎRAN / ÇEKDAR TÛFAN - BEHDÎNAN/ANF Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Besta Firat da zanîn ku li Rojava modela Neteweya Demokratîk ku dikare hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bike tê hûnandin û destnîşan kir ku ji ber vê yekê ewqas rastî êrîşan tê. Firat diyar ku Şoreşa Rojava rûmeta tevahiya gelê Kurd e û banga tevlîbûna berxwedanê kir.
Di dîroka gelan de demên şoreşê, azadiyê û serfiraziyê demên pir girîng û bi rûmet in. Gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê, di 19’ê Tîrmehê 2012’an de toqa lanetî ku ji aliyê desthilatdaran ve bi stûyê wî hatibû daliqandin qetand û ji bo azadiyê gavekê pir dîrokî û girîng avêt. Di 2. salvegera Şoreşa Rojava de, ku di nava rûpelên dîroka şoreşan de cihê xwe yê layiq girtiye, ji aliyê çeteyên talanger û nexêr ve li ser Kobanê û Rojavayê Kurdistanê êrîşên pir mezin tê kirin. Di pêvajoyeke wiha de Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Besta Firat pirsên me yên der barê Şoreşa Rojava û rewşa niha de bersivand.
Firat, di axaftina xwe de gelek caran li ser girîngî û dîrokîbûna Şoreşa Rojava rawestiya û diyar kir ku Şoreşa Rojava rûmeta gelê Kurd e. Firat anî ziman ku şoreş li ser mîrasa berxwedaniya gelê kurd bilind bûye û bi temamî ji aliyê gel ve hatiye kirin. Firat da zanîn ku li Rojavayê Kurdistanê ji bo hemû gelan modela azadiyê tê hûnandin û destnîşan kir ku tenê ev model dikare pirsgirêkên azadî û aştiya li Rojhilata Navîn tê jiyîn çareser bike.
Firat her wiha balkişand ser êrîşên çete û hêzên herêmî ku herî dawî ji 2’ê Tîrmehê û vir ve êrîşê Kobanê dikin û bang li tevahiya gelê kurd kir ku xwedî li erkên xwe yên neteweyî derkevin û tevlî berxwedana Kobanê bibin. Bersivên Firat ji pirsên me wiha ne:
Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê şoreşek mezin û dîrokê pêk anî. Niha 2. Salvegera şoreşê nêz dibe. Gelo roja 19’ê Tîrmehê û şoreşa Rojava ji bo gelê kurd tê çi wateyê? Gelê kurd heta Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rojava ji kîjan qonaxan derbas bû?
Beriya ku ez pirsên we bibersivînim, ez silavên xwe ji gelê me yê Rojava ku li ber xwe dide dişînim û bejna xwe li ber bîranîna şehîdên me yên qehreman ditewînim. 19’ê Tîrmehê ji bo gelê kurd û ji bo gelên Rojhilata Navîn hemû bi rastî jî şoreşa gel e. Yanî şoreşa ku gel bi xwe kiriye. Ji ber vê jî mînakên wê jî hindikin. Dibe ku pir hêz hebin dibêjin ‘em ji xwe re şoreş çêdikin’, lê bes ew ê ku dibêjin em şoreş çêdikin, li pişt wan de teqez hêzên din hene û dixwazin desthilatdariyê biguherînin. Ji ber vê yekê şoreşên rasteqîn jî nikarin çêbikin. Lê bes di Şoreşa Rojava de gel xwe bi xwe, bi îradeya xwe, pergala xwe ava dike, xwe rê ve dibe. Yanî hemû destketiyan gel bi xwe çêkir, ji ber vê yekê bi rastî jî şoreşa azadiyê ye, şoreşek rastî ye. Ji bo vê pêwîstî heye ku mirov vê şoreşê baş nas bike. Hemleya 19’ê Tîrmehê weke encamekê ye. Divê mirov him vê encamê nas bike him jî beriya wê nas bike. Çi me anî 19’ê Tîrmehê, gelo xwe bi xwe çêbû? Na! Bingehek wê heye. Niha bingeha wê li Rojava çiye? Yek bingeha wê; ji berê ve rojavayê Kurdistanê weke navenda welatparêziya gelê kurd bû. Karakterê Rojavayê Kurdistan, aliyê wê yê welatparêzî, neteweyî, hezkirina neteweyî hiştiye ku, şoreşgerên berê, rêberên serhildanan ên berê, rewşenbîrên kurd li Rojava bi cih bibin û xwe li wir biparêzin. Ji ber vê jî Rojava bûye navenda şoreşgerên kurd ên kevn. Navenda parastina çanda kurdî ye. Ji ber vê taybetiya xwe xîzmetî bakur, başûr û rojhilat, yanî hemû Kurdistanê kiriye. Ev karakter, karakterekî pir hêja ye. Ya din jî her kes dizane Tevgera Azadiyê bi salan li rojavayê Kurdistanê maye, li Suriyeyê ma. Rêber Apo 20 salan li wir ma, kadroyên PKK’ê yên destpêkê derbasî wir bûne, ev bi xwe re çandek ava kiriye. Yanî bi rastî jî bi îdeolojî, exlaq û jiyana PKK’ê ji xwe di nava civakê de şoreşek ji berê ve pêk hatibû. Perwerdeya ku Rêber APO dabû gel, çandeke berxwedêr, çandeke ku civak xwe rê ve bibe, çandekê neteweyî çêkiribû. Ev yek di bingeha civaka kevn de guhertinên pir mezin pêk anîbû. Yanî hîn wê demê modeleke kurdên azad derketibû holê. Ji her aliyan ve derketibû holê. Ev mîrasek bû ku me anî 19’ê Tîrmehê. Derveyê wê bi salan, bi deh salan kurdên Rojava li hember sîstemê xwedî seknek, berxwedanek bû. Bi taybet ji sala 2000’î û pê ve bi Serhildana Qamişlo ve dest pê dike. Di wê serhildanê de bi dehan şehîd dan. Her wiha di girtîgehan de şehîd dane. Wekî Mamoste Osman, Bavê Cûdî, Nazliyê Keçel heye û her wiha şehîdên 12 Adarê hene, şehîdên Newrozan hene, serhildanan heye. Ji ber wê bingehek hebû. Ya dîtir jî dema di 19’ê Tîrmehê de bajarên xwe girtin destê xwe, dibe ku hin kes baş tênagihin. Dibêjin qey ji xwe ve çêbû, lê bes dema ku li ser van bingehan di Adara 2011’an û pê ve girêdayê serhildanên li welatên erebî çêbûn ku jê re digotin ‘Bihara erebî’, wê demê kurd gotin esas ‘Bihara kurdan e, bihara gelan e’. Li ser van esasan tevgeriya.
Yanî hûn dibêjin gelê kurd li rojavayê Kurdistanê di nava amadekariyekî pir mezin de bû?
Tabî, rast e. Yanî tiştên ku di hûndirê salekî de hatine kirin, ne hindik in. Em lê binêrin, bînin bîra xwe; di wê demê de çi hatiye kirin? Tiştê ku herî esasî xeta xwe ya siyasî, weke xeta sêyemîn ava kir û li ser wê polîtîka meşand. Yanî him ne alîgiriya rejimê dike, ne jî yê muhalefetê dike. Tê zanîn hîn li Suriyeyê pelek jî nedihejiya gelê kurd çalakî, meş dikirin û daxwaziyên xwe dianî ser ziman. Ji ber vê jî sekneke wê li hember rejimê hebû. Lê bes, wekî din jî sekneke wê li hember hêzên desthilatdar ên ku ji xwe re navê muhalefetê kirine jî heye. Ev hêzan di esas de ji aliyê hêzên navneteweyî ve hatine sazkirin û dixwazin pêşiya şoreşê bigirin. Nexwe gelên li Suriyeyê dixwestin şoreşek azadiyê bikin. Gel rabibû serhildanan, daxwazên xwe yên azadiyê dianîn ziman. Gel, digot ‘azadî û keramet’. Lê wê şoreşê dizîn. Ji ber vê 2 xet derketin holê. Yek xeta rejîmê heye, ya din jî xeta navneteweyî û yên ku dibêjin em muhalefet in yan jî xeteke ku şoreşê ber bi desthilatdariyê ve dibe heye. Ji ber vê tiştê ku gelê kurd li Rojava kir ya herî baş xeta sêyemîn, xeta civaka azad, demokratîk, xeta avakirina pergalek demokratîk li Suriyeyê giştî de, bû. Yek ji tiştê ku me dibe 19’ê Tîrmehê û şoreşê çêkir, ev xet e. Ev xet pir girîng e. Ya din jî li ser esasê vê xetê, gelê kurd rabû ser xwe, serhildan kir û daxwazên xwe yên Xweseriya Demokratîk anî ziman. Her roj meşiyan, meşên pir bi heybet li dar xistin, daxwazên xwe qîr kirin. Vê yekê jî têr nedît, got ku ez ê xwe bi xwe pergala xwe çêbikim, ez ê xwe rê ve bibim, hûn jî weke hêzên navneteweyî, herêmî daxwazên min nas bikin. Vê jî bes nedît, vê gavê çi kir? Xwe bi xwe tanzîm kir, xwe bi xwe pergala xwe ava kir. Li ku û bi çi dest pê kir? Li gundan komîn çêkir, û di van komînan de hilbijartin çêkirin. Ev hemû jî ji Kobanê dest pê kir, ji gundê Helincê dest pê dike, ji Kaniya Kurdan dest pê dike, ji gundê Durakli ya Efrînê dest pê dike. Bi taybet dema li gundê Dûrakliyê de gel komîna xwe çê dike, biryar dide û dibêje ‘ez li gundê xwe pêwîstî dibînim ku perwerdehiya kurdî bidim zarokên xwe’. Bi biryara xwe, bi îradeya xwe, bi hêza xwe li hember dewletê disekine, têkoşîn dide û saziya xwe ya zimanê kurdî ava dike, dibistan ava dike. Heke mirov vê binirxîne ev bi tena serê xwe şoreşek e. Piştre meclîsên xwe yên taxan, bajaran çêdikin, meclîsa xwe ya gel a giştî çêdikin. Van hemû xwe bi xwe çêdikin, kes naçe ji wan re çênekir. Bi îradeya xwe çêkir û gel xwedî lê derket. Dayikên şehîdan xwedî lê derket. Dema hilbijartin çêdibe û sindoq datînin, cara yekem e gel bi îradeya xwe sindoqên hilbijartinê datîne û hilbijartin çêdike. Bi sed hezaran kes diçin ser wan sindoqan. Dayikên şehîdan diçin wan sindoqan dixemlînin, hembêz dikin û dibêjin ev sindoqên zarokên me ne. Ji bo vê jî, ev îrade, îradeya xwe bi xwe rê ve birin, ji aliyê gel ve tê çêkirin û gel bi xwe jî hembêz dike. Gel pergala xwe ava dike û bi vê pergalê pirsgirêkên xwe yên jiyanî, civakî, aborî, siyasî çareser dike. Di wê demê de pêwistiya xwe parastinê dibîne. Ji ber vê zarokên rojavayê Kurdistanê ji bo parastina welatê xwe, gund bi gund, bajar bi bajar hêzên parastinê çêdikin. Dizane ku dê li ser wan de werin. Îro jî diyar e ji xwe. Ji bo vê hîn wê demê gav bi gav, hêdî hêdî ji bo gundê xwe biparêze, bajar û kolanên xwe biparêze ciwanên xwe perwerde dikin. Li ser vê esasê YPG derket holê. Ne tenê ciwan jî, dema li gund û bajarên xwe nuqteyên kontrolê danîn, dayik, jin, zarok, kal û pîr hemû diçin nuqteyên kontrolê û parastina welatê xwe dikin.
Ev tiştên ku hûn dibêjin hemû beriya 19’ê Tîrmehê ye ne wisa?
Rast e, ev hemû beriya 19’ê Tîrmehê çêdibe û dema tê 19’ê Tîrmehê, di wê demê de, li Suriyeyê hemû gel derdiketin kolanan û digotin ‘Îsqata nîzam’. Lê bes, di wê demê gelê kurd bi xwe, dibe ku di meşên xwe de bêje bila pergal bikeve, lê di esas de pergala xwe çêdike, di wê derê de nîzam ava dike. Nîzam ava kir, heta gihaşt astekê, êdî li Kobanê, Efrîn, Dêrikê û gelek bajaran de rola rejîmê di nava civakê de nema. Rejîm bê hêz ma, hêzên rejimê nikaribûn ji tirsa gel ji malên xwe, saziyên xwe derkevin. Êdî gel, rejimê li wir derê têk biribû. Bi avakirina pergala xwe têk biribû. Dema hat roja 19’ê Tirmehê, di wî demî de guhertinên ku di giştî Suriyeyê de çêdibe, pêşketina şerê muhalefet û rejimê gihaştibû astekê. Di wir de gelê kurd pêwistî dît ku ji bajarên xwe êdî rejimê bi tevahî derbixe. Di wê rojê de tiştê ku hatiye kirin ev e; rejim ji bajarê Kobanê derdikeve. Ev jî bi hêza gel dibe. Ew civak hinekî bi pêşengiya meclîsên xwe, bi pêşengiya tevgera xwe ya civaka demokratîk û bi pêşengiya ew ciwanên ku hêzên parastinê çêkiribûn ku wê rojê xwe weke YPG îlan kir, di wê derê de xwe tevger dike, tanzîm dike, biryara xwe digire û dibêje êdî bes e, em ê rejimê di vî bajarî derxin. Civak bi xwe rejimê derdixe. Ew roj ji bo şoreşa Rojava pêngavek e. Ji ber vê jî şoreşa Rojava hemû bi 19’ê Tîrmehê tê zanîn. Piştî wê ev gav li Efrînê jî tê avêtin. Çend roj piştre, li Efrînê gel bi heman şêwazî bi hêza xwe, dest datîne ser saziyên dewletê û dewlet ji bajarê xwe derdixe. Piştî wê Amûdê radibe ser piyan. Weke din li Dêrikê jî têkoşînek tê kirin û şehîdek li wir tê dayîn. Dema gel radibin ser xwe û em bêjin rêvebiriyê digire, di wan deman de, em li dîrokê binêrin, li cihanê binêrin; li wan deman de talan çêdibin, rabûn, bêtanzimî çê dibe, lê bes di vê şoreşê de ew saziyên dewletê yên ku ketine destê gel, ew qas bi tanzîm e ku tiştek li wir nabe, weke xwe dimîne. Ev dide xuyakirin ku ev şoreşekê gelê bi tevger, bi tanzîm û bi disiplîn e.
Birêz Firat, hin alî hene ku van rastiyan ji nedîtî ve tên û ji bo şoreşê reş bikin, îdiayên wekî rejîm van cihan radestî kiriye dikin. Gelo armanca van kesan çiye? Pirsa din jî gelo çima şoreş di 19’ê Tîrmehê de û çima li Kobanê dest pê kir?
Hêzên navneteweyî, herêmî, hinek hêzên kurdî bi xwe jî plangeriyeke li ser Rojava hebû, li ser Suriyeyê hemû hebû. Hêzên ciranên Suriyeyê, dewletên ciranên Suriyeyê û em aşkera bêjin dewleta Tirkiyeyê, polîtîkayeke wan a taybet li ser Suriyeyê hebû. Dixwestin li Suriyeyê rejimeke li gor xwe bidin çêkirin. Ev siyaseta wan îro em dibînin ku Suriye kiriye gola xwînê û xetimiye. Hêzên navneteweyî li Suriyeyê xetimiye. Blok çêbûn; blokek Rusya, Suriye û Îran û hwd. rejîm destek kirin, blokek din jî; Tirkiye, Erebîstana Sûidî, Qatar, hinek hêzên dîtir, muhalefeteke ne li ser hevdû çêkirin û ev muhalefet ku digotin em ê azadiyê bînin, rejimê bixînin, lê ne dikaribûn rejimê bixin û ne jî dikaribû şoreşê bi rê ve bibin. Çete tanzim kirin bi navê Îslamî. Îro DAIŞ li holê ye. Bi vê yeke plangeriya wan xetimî. Niha di rojavayê Kurdistanê de pergaleke neteweya demokratîk e derket holê. Di nava şereke wisa de sazkirina gel wisa ne hêsan e. Cihên ku şer tê de heye em dibînin çi dibe. Lê ji ber ku li wir gel bi dil tevlî dibe, saziyên xwe asayîşê çêkiriye, hêza xwe ya parastinê çêkiriye, saziyên xwe yên rêvebirinê çêkiriye û di dawiyê de saziyên xwe yên xweseriya demokratîk gihand asta kantonan. Li hember bêçaretiyê ya hêzên navneteweyî ku li Cenevre derket holê, gelê kurd li rojavayê Kurdistanê kantona xwe ava dike û rêveberiya xwe çêdike. Li Suriyeyê cihê herî bi istiqrar e. Li cihên din bajar xerab bûn, tiştek nema, lê ji ber ku hêza xwe ya parastinê heye, şervanên pir qehreman derketin, bi hêza xwe ya gel dikaribûn kantonên xwe biparêzin û heta niha jî diparêze. Lê bes li hemberî vê hêza gel, şoreşa gel vê carê ji ber ku bêçare man, reş dikin. Nexasim dema ku gelê rojavayê Kurdistanê û bi taybet dema ku dibêjin PYD vê dike, dema PYD li hemberî rejimê disekiniya, şehidan dida, ev kesên reş dikin li ku derê bûn gelo? Dema dayikên kurd di kuçeyên Helebê de meş dikirin li hemberê rejimê kes tune bû. Bi vê polîtîkaya reşkirinê dixwazin îradeya gel bişkînin, şoreşê vala derxin. Ji bo li rojavayê Kurdistanê kurd statuyeke negirin, mafê xwe nestînin, şoreşa azadiyê çênekin pir êrîş çêbûn. Ev êrîş ji sala 2011’an dest pê dike û heta niha jî didome. Ev êrîş hemû yek in, bi yek bernameyê ye pêk tên: ji ber ku bernameya wan bi ser neket. Bernameya wan çi bû: bi taybet cihên petrolê, dewlemend dixwestin bigirin û gel koçber bikin. Pirsa we ya çima li Kobanê şoreş dest pê kir hebû. Ji ber ku Kobanê weke erdnîgarî li cihekê pir girîng de ye, li ber ava Firatê de ye. Cîranê Rihayê ye, di deşta Pirsûsê (Siruç) de ye. Riha ji bo gelê kurd çiqas girîng be, Kobanê jî pê ve girêdayî ye. Cihekî dîrokî ye, destpêka civakbûnê ye. Ya din li Kobanê welatparêzî pir kûr e. Tu carî rejîm li wir nikaribû tam hakim bibe. Civaka Kobanê forma eşîrtiyê parastiye û bi vî rengî çanda kurdî parastiye. Yanî hêzek e, li hemberî rejîmê disekine, bê îradebûnê qebûl nake. Ya herî girîng jî yek ji cihên ku tevgera me li wir gel rêxistin kiriye ye, derbasbûna Serokatî ji Bakur li wir bûye. Ji ber vê çandeke PKK’îbûnê heye. Şehîdên pir mezin derketine ji Kobanê, yên wekî Heval Şîlan, Heval Dicle, Heval Firaz, Heval Xebat, Heval Helim, Heval Pervin, Heval Peyman, herî dawî weke Heval Sadiq û ciwanên wekî Şervan Muslim derketine. Ji ber vê pir xwezayî ye ku şoreş ji Kobanê dest pê bike. Em lê dinêrin, di salvegera 2. ya 19’ê Tîrmehê de, êrîşî Kobanê dikin. Ev çeteyên DAIŞ’ê bi çekên ku li Mûsilê girtin, êrîşeke pir dijwar li ser Kobanê dibin.
We di axaftina xwe de tiştek got, bi rastî jî di dîroka şoreşan de gel radibin ser piyan, daxwazên xwe yên azadiyê tînin ziman, lê piştre ji aliyê hin hêzan ve ev şoreş tên dizîn. Em dizanin ku li Kobanê jî dixwazin vê bikin. Lê gel helwest digire û şoreşê diparêze. Ev girîng e, yanî şoreş di kêliyê de ava dibe. Birêz Ocalan di parêznameya Sosyolojiya Azadiyê de dibêje ‘dema herî kurt dema şoreşê ye.’ Ev kêlî, dema herî kurt li Kobanê çawa pêk hat?
Rast e, hema hema di hemû şoreşan de ev hêzan hene û dixwazin şoreşê ji destê gel derxînin û bikin malên xwe. Ev di Suriyeyê çêbû û bi ser ket. Xwestin di rojavayê Kurdistanê de jî çêbikin. Tê zanîn wê demê di navbera Artêşa Azad û rejîmê de şereke pir dijwar hebû. Rejîm derbeyên mezin xwaribû. Artêşa Azad û çeteyên din li gelek cihan hakim bibû û li her derê belav dibû. Heta hatibûn ber ava Firatê ku ji Kobanê derbas dibe. Dixwestin bikevin Kobanê jî, heta hinek partî û hêzên kurdî hene ku ew xwe baş nas dikin, derketin kolanan û bangî Artêşa Azad kirin. Bi navê Artêşa Azad ya rastî bangî wan çeteyan dikirin. Tenê bi bangkirinê jî neman, bi van çeteyan tifaq pêş xistin û ji wan xwestin werin bajarê Kobanê bigirin. Ev hemû beriya 19’ê Tîrmehê pêk hatin û li ser tevahiya Rojava xeteriyek çêdikir. Pêşengê gel, bi taybet meclîsên gel û hêzên wê yên saziyên neteweyî ku hatibûn avakirin, vê xeteriyê dîtin û ketin hereketê, bajarên xwe rizgar kirin. Ev e bersivdayîna kêliyê. Ji ber vê yek ji çirûska şoreşa Rojava jî ev e. Ev di 19’ê mehê de jî wisa ye, dema kanton tên îlankirin de jî wisa ye. Lê hêz û rêxistinên ku dibêjin em kurd in, li hember vê bêtehemûlî çêkirin, şûna ku tevlî şoreşê bibin, dijberiyê dikin. Bi taybet hin partiyên kurdan, partiya weke nav li xwe dike Azadî, El partî û yên din, li şûna ku tevlî şoreşê bibin, diçin bi hêzên xêrnexwaz ku naxwazin ev şoreş li Rojava çêbibe, tifaq dikin. Lê li hemberî vê seknek gelê kurd heye, vê qebûl nake. Li vir sekna PDK’a Iraqê jî ne sekneke alîkarê gel e. Piştgiriya gelê Rojava nake, heta ambargo çêdike, xendeqan dikole. Ji aliyekê ve AKP ambargo datîne, ji aliyê din PDK vê yekê dike, xendeqan dikole.
Heta bi hin hevkarên xwe di nava Kantona Cizîrê hin teqîn çêdikin, ku ev kesana li xwe mikûr hatin. Yanî êrîşî gel jî dikin, teqîn hene, sûikast hene!
Ev hemû encama hevkariya bi çeteyan e. Di encama vê hevkariyê de li Keferzixêrê, li El Eranê qetlîam çêbû. Li Eşrefiyê êrîşî taxên kurdan kirin. Di nava van çeteyan de kurd jî hebûn, gelo ev kurd endamê kîjan partiyan bûn? Ew partiyan xwe baş nas dikin. Niha em weke tevger, ji hemû partiyan, hêzan ku li Kurdistanê hene, eynî mesafeyê de nêzî dibin. Dema ev hêzana bikevin tengasiyê û êrîş li ser wan çêbibin, em ê weke KCK’e wan biparêzin. Di vê aliyê de em ne alîgirin. Lê bes em alîgirê gel in. Niha li Rojava gel berxwedaniyeke pir mezin dike. Gelê me yê başûrê Kurdistanê jî li Kerkukê, Şengalê jî li ber xwe dide. Em ê alîgir bin. Lê bes, di vir de hêzeke kurd ne alîgerê gel be, di nêzikatiya xwe de biçe dijberê şoreşê de hevkariyê bike, em nikarin qebûl bikin. Divê em vê bidin xuyakirin. Heta îro jî em lê dinêrin, DAIŞ li rojavayê Kurdistanê bi taybet li Kobanê êrîşeke pir mezin dike, lê bes dengek ji van hêzên kurdî dernakeve.
Li gorî nêrîn û agahiyên ku di destê we de ye gelo li pişt van êrîşan, çeteyên DAIŞ’ê de kî hene? Armanca van êrîşan çiye?
Yanî niha DAIŞ dibêje ez hêzeke Îslamî me û dixwazim dewletekê Îslamî ava bikim. Ji bo vê xîlafet jî îlan kiriye. Lê dema mirov lêdikole, hêzeke ku provokatîf tê bikaranîn e. Hêzên navneteweyî û herêmî ji bo li Rojhilata Navîn hakimiyeta xwe çêbikin û projeya xwe pêş bixin, vê çeteyê bi kar tîne. Projeya çiye? Perçekirin, parvekirin û birêvebirin e. Ji bo vê Baasiyên kevn bi kar tîne, hêzên Sunî yên ku bertekên wan li hemberî pergalê heye bi kar tîne. Van bertekên li herêmê kom dikin û bi kar tînin. Her wiha di nava alîgirên wan de hin hêz û partiyên kurdî jî heye. Li ser vê esasî em dikarin bêjin ku hêzeke ku dijberî şoreşa gelan a li Rojhilata Navîn in. Li Suriyeyê bi armanca fetisandina Şoreşa Rojava ev hêzan pir bi eşkere tên bikaranîn. Vana di destpêkê de hukumeta AKP’ê bi kar anî, hemû ji Tirkiyeyê derbasî Suriyeyê bûn. Deriyê Til Ebyad di destê wan de ye, ji wir derbas bûn. Cerablûs wisa ye, Keseb wisa ye. Her wiha li Tirkiyeyê hatine perwerdekirin. Li ser Tirkiyeyê li Ewropayê milîtanên xwe komkirin û şandin. Silahên wan ji Tirkiyeyê derbas bû. Ya din di vê mijarê de pêwîst e hin hêzên kurdên başûr jî berpirsyariyên xwe bibîne. Li taxekê Hewlêrê de di rojê 10 xort tevlî DAIŞ’ê dibin û derbasî rojavayê Kurdistanê dibin. Gelo asayîş li ku derê bûn, ew hêzên hikûmetê li ku derê bûn?
Ji xwe civîneke li Ammanê li dar xistibûn, ev deşîfre bû, di wir de hevkariya wan aşkera dibe!
Yanî gelek civînên ku deşîfre bûne hene, rûniştinên ku hatiye kirin hene. Ya dîtir jî em hemû tiştan bidin aliyekê ev ciwanên ku têne tanzîm kirin û sînor derbas dike, tên li hemberî Rojava şer dikin de helwestek tune ye.
Niha li Rojava modelek tê hûnandin, gelo ev modelekê çawa ye? Taybetî û cudahiya wê ji modelên din çi ne ku li hemberî ev qas êrîş û ambargoyan 2 sal in li ber xwe dide?
Beriya bersiva pirsa we ez dixwazim tiştekî din li ser axaftina xwe zêde bikim. Niha ev hêzên ku navê kurdî li xwe dikin û bi çeteyan re di hevkariyê de ne, pêwîst e demildest ji van nêzîkbûnên xwe dûr bikevin. Hîn dem heye, pêwîst e li cem gelê xwe bisekinin. Ya dîtir jî Rêber APO, banga yekitiya neteweyî kir. Rêber Apo bang li hemû hêz, tevger û saziyan kir ku li gel şoreşê bisekine. Hewce ye ev bang bê bersiv nemîne.
Di nava vê şoreşê de çi heye, çi model e? Zirar dide kî? Zirar nade tu kesî. Modeleke herî demokratîk e. Niha di nava YPG û YPJ de kî hene, zarokên vî gelî ne. Heta niha zirar nedane vî gelî. Her roj şehîd didin, her roj qehremantî dikin, her roj di mewziyan de ne, berxwedaniyeke pir mezin dikin. Niha em dibînin zarok, bav, ap bi hev re şehîd dikevin di mewziyeke de. Pêwîst e ev bê dîtin, ev gel e. Ya dîtir jî, di vê pergalê de gelê kurd heye, gelê ereb hene, gelê mesihî, xiristiyan hene. Çi pêkhatiya li rojavayê Kurdistanê dijîn, ifadeya xwe dibîne. Em ji vê re dibêjin Neteweya Demokratîk. Ji bo vê jî hemû bi îradeya xwe tevlî bûne, xwe rê ve dibin, saziyên xwe çêkirine. Di aliyê aboriyê de pirsgirêkên xwe çareser dikin. Ya din di vê şoreşê de ciwan hene, pêşengiya wê ciwan dike. Hêza şoreşê ya esasî ciwan in, ruhê ciwantî heye. Di şoreşê de jin hene, jin pêşengiyê dike. Di vê şoreşê de ixtiyar hene, kalên 70 salî hene. Di vê şoreşê de zarok hene, zarok tevlî dibin ji bo parastina welatên xwe. Kolanên xwe de nobet digirin. Ya din jî modelek wisa ye ku di vê şoreşê de, hemû beşên civakê xwe bi pergal kirine, saziyên xwe ava kirine û tevlî bûne. Ji bo vê jî yên ku desthilatdariyê diparêzin, dewletbûnê diparêzin, netewe dewletî, diktatoriyê diparêzin nikarin vê şoreşê qebûl bikin, navê wan çi dibe bila bibe! Sedema êrîşên ku tê kirin jî ev in. Ji ber ku ev model ji Rojava derbasî Suriyeyê jî dibe. Gelê ereb ên Suriyeyê dibêjin ‘haya me jê heye, xwezî ev model li cem me jî çêbiba’. Heke modela Rojava li Suriyeyê belav bibe dê projeyên din carekî din bixetimin. Ji xwe tenê ev model dikare xitemandin û pirsgirêkên li Suriyeyê çareser bike.
Her wiha pirsgirêkên Rojhilata Navîn jî!
Bi vê modelê di Rojhilata Navîn de pirsgirêk hemû çareser bibin tabî. Di vê modelê de li Rojhilata Navîn hemû hêz, gel, beşên civakê bi îradeya xwe, bi dil, bi hev re pergala xwe ya rêvebiriye dikare ava bike û xwe rê ve bibin. Ji xwe wisa be li wir desthilatdarî dişkê. Projeyên hêzên navneteweyî dişkê. Ji ber naxwazin ev model pêş bikeve.
Niha di hemû şoreşan de jin her tim tê de ye, lê bes jina ku di şoreşan de pêşengiyê dike di dema şoreşê û piştî wê ji aliyên hêzên şoreşê carnan tê şikandin. Ji bo Şoreşa Rojava dibêjin Şoreşa Jinê ye. Rol, mîsyon û cihê jinê di şoreşê de çiye?
Niha şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Ev ne slogan e, ne xeyal e jî. Ev tiştê ku pêk tê û pêk hatiye ye. Me behsa mîrasa gelê Rojava kir. Di vê derê de mîrasa herî esasî ya jina kurd e. Jinên rojavayê Kurdistanê di destpêka tevgera me de çûn li 4 perçeyên kurdistanê û têkoşînê kirin, şer kirin, şehîd ketin. Komutanên mezin derketin. Ev çandek ava kir. Ya din di têkoşîna li hemberî rejîmê de jin pêşengiyeke pir mezin kir. Pir car zilam nikaribûn ji mala xwe derkevin, jinan meşan kiriye. Di kuçeyên Heleb, Şam de an jî weke bajarên Kobanê, Efrîn û herêma Cizîrê de jin pêşengiya meş û çalakiyan kiriye. Di Serhildana 12’ê Adarê jî rola jin diyarker e. Tevgera jinan li Rojava weke Yekitiya Star xwe bi tanzîm kiriye. Endamên Yekitiya Star li hember rejimê berxwedaniyek pir mezin kiriye. Bi dehan hatiye girtin, bi sedan tehdîtan xwarine, lê bes xebat kirine, kar kirine. Dema kes nikaribû xwe di Suriyeyê xwe tanzim bikin, jin xwe tanzîm kiribûn, bi hezaran endamên wan, meclîsên wan hebû. Hêza tu partiyan ew qas tune bû. Li hemberî civakê ber xwe dane, li hember zilam ber xwe dane. Pir caran di nava civakê de bi navê desthilatdarî û paşverutiya zilam ji wan re hatiye gotin, ‘hûn çima kar dikin, hûn ê bên girtin, hûn namûs in’. Weke mulk li wan nêrîne, li wan dane. Lê bes li hemberî vê jin dest ji kar bernedane, têkoşîn dane, ber xwe dane. Yanî li hemberî hemû kesan li ber xwe dane. Ji ber vê yekê bi hêzeke pir mezin û xurt derbasî şoreşê dibin. Di meşan de pêşengî jin dike, di avakirina saziyan de pêşengi jin dike, di vê zor û zehmetî de di rêvebiriyê de yên ku di rêvebiriyê cih digirin piranî jin in. Dayika 57 salî silah girtiye di mewzî de ye. Ji vê zêdetir çi heye! Bi sedan keçikên kurd di tabûrên YPJ de cihên xwe digirin, di YPG’ê de şehîd dane. Mînakên qehremantiyên pir mezin de di şoreşê de yê jinan derketiye pêş. Di rêvebirî, meşandin, pratik, parastina şoreşê de, her wiha di qada aborî, civakî, siyasî de jî jin pêşentiyê dike. Ya din jî herî dawî li Rojava pergala hevserokatî di asta kantonan hate rûniştandin. Ev pir bi wate ye û cara yekemîn e. Dibe ku di partî, şaredarî û gelek cihên din de pergala hevserokatî hatibe avakirin, lê cara yekem e di rêvebiriya xweseriyê, di hikûmetê de çêdibe. Ji bo vê em wan pîroz dikin. Hêza şoreşa Rojava jî di vir de veşartî ye.
Yanî em dikarin bêjin tilsima şoreşa Rojava jin bi xwe ye?
Erê rast e.
Di rewşa niha de çi dibe, derfet û xeteriyên li pêşiya şoreşê çiye? Li gorî nêrînên we ji bo destketiyên şoreşê mayînde bibe, pêwîst e çi bê kirin?
Ev şoreş xwe weke modelek xwe rêxistin dike, saz dike. Pêwîst e ev model li Rojava rûne û hemû beşên civakê ku heta niha tevlî nebûne, tevlî bike. Her wiha pêwîst e vê modelê derbasî Suriyeyê bike. Lê bes li hemberê vê xetere û êrîşên pir mezin hene. Di van rojên dawî de êrîşên pir mezin li ser Kobanê çêdibe. Dibe ku ev êrîşan derbasî Cizîrê jî bikin. Dixwazin di salvegera 19’ê Tîrmehê de derbeyek mezin li şoreşê bidin. Şoreşa Rojava tenê meseleya Rojava nîne, bûye meseleyeke Kurdistanî. Heke kurd li Rojava derbe bixwin, dê li bakur, başurî derbe bixwin. Ji ber vê xeterî heye. Meseleya hebûn û tunebûnê ye. Hewce ye seferberiya ku hatiye îlankirin bêbersiv nemîne. Kobanî bi rastî jî berxwedaniyeke pir mezin dike. Gelê Kobanê berê jî berxwedêr bû, niha jî ber xwe dide û wê bide jî. Ew hêvî, naskirin heye. Lê bes nake, ji bo vê pêwîst dike hemû gelê kurd biçe tevlî berxwedanê bibe û li hemberî van çeteyên mirinê bisekine. Gelê Kobanê bi berxwedana xwe destan, dîrok dinivîsînin. Bi rastî jî tişteke pir pîroz e. Endamên meclîsê, saziyan çûne mewziyan. Hevserokê Meclîsa Kobanê çûye mewziyan. Em pîroz dikin. Lê bes, pêwistî heye hemû tevgerên ku dibêjin em demokrat in, hemû gelê me yên ku dibêjin ez kurd im, ji bo heysiyeta xwe ya netewî, ji bo şerefa xwe ya neteweyî pêwîst e tevlî berxwedanê bibe. Hewldan û çalakiyên li bakûr baş in, lê têrî nake. Pêwist e hîn zêdetir bibin. Ew ciwanên me yên ku têlê derbas kirin û tevlî berxwedanê bûn em pîroz dikin. Weke mînak nîşan didin. Em bawer dikin ku gelê Kobanê bi hêza ku ji hemû Kurdistanê tevlî wan bûne di 19’ê Tîrmehê de, îsal jî dê hemleyek pir mezin bike û van êrîşan vala derbixe. Di dawiyê de em careke din berxwedana gelê Rojava pîroz dikin, şehîdên xwe yên qehreman bi bîr tînin. Weke tevger jî çi erkên me hebin, em ê bi cih bînin.